Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Xelatine nû bo agadarîyên derbarê binpêkirinên rejîma Sûrîyayê tên terxankirin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Serokê Sûrî Beşar Esed bi berpirsine Îranî re dicive li Şamê. Çalakgerên Sûrî bawer dikin ku pêşnumaya Amerîkî ya vê dawîyê ku xelatên diravî bide agadarkerên ku binpêkirinên rejîmê radigihînin dê alîkarîyê bikin ku bêtir li rejîmê teng bikin. [Wêne ji SANA]

Serokê Sûrî Beşar Esed bi berpirsine Îranî re dicive li Şamê. Çalakgerên Sûrî bawer dikin ku pêşnumaya Amerîkî ya vê dawîyê ku xelatên diravî bide agadarkerên ku binpêkirinên rejîmê radigihînin dê alîkarîyê bikin ku bêtir li rejîmê teng bikin. [Wêne ji SANA]

Kongreya Amerîkî pêşnumaya qanûneke nû ku dê programê xelatan bo dadwerîyê yê girêdayê Wezareta Derve ya Amerîkî berfireh bike pejira da agadarkeran han bide ku agahîyên hewalgirî yên derbarê binpêkirina sizayên navdewletî û Amerîkî pêşkêş bikin.

Ev gav dê alîkarîyê bike di muhasebekirina hin rejîmên herî kirêt li seranserî cîhanê û dê bihêle ku zehmet be ji wan re ku ji sizayan birevin, endamekî kongereya Amerîkî Joe Wilson di 18ê Mijdarê de di postekê di mîdyaya civakî de got.

Biryara Encumena Nûnerên Amerîkî 4802 programa Xelatên bo Dadwerîyê sererast dike da destûrê bidine xelatan bo agahîyên derbarê kes, kompanî û dezgehên ku di çalakîyên binpêkirina sizayên navdewletî û Amerîkî de beşdar bûne.

Ev pêşnuma dê li rejîma Sûrî teng bike û şiyanên wî yên darayî û serbazî asteng bike -- gaveke armanc dike ku nema bihêle ku sivîlên Sûrî werin kuştin û çareserîya siyasî ji şer re deyne, li gorî çalakgerên Sûrî.

Qaçaxkirina pêkhateyên neftê çalakîya bazirganî ya neyasayî ya herî berbelav e ji alîyê kompanîyên nêzîkî rejîma Sûrî ve. [Screenshot ji vîdyoyekî ajansa SANA]

Qaçaxkirina pêkhateyên neftê çalakîya bazirganî ya neyasayî ya herî berbelav e ji alîyê kompanîyên nêzîkî rejîma Sûrî ve. [Screenshot ji vîdyoyekî ajansa SANA]

Ew dê destûrê bide xelatan bo agahîyên derbarê binpêkirina sizayên Amerîkî ji alîyê rejîma Sûrî û dezgeh, kompanî û tekekesên girêdayî wê, parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku berî vê, xelat ji wan kesên ku agahî derbarê terorîstan dabîn kirin hatin pêşkêşkirin. Aniha xelat hene ji bo agahîyên nepenî derbarê hinardekar û hawirdekarê kelûpe û teknolojîyên Amerîkî bi mebesta bazirganîyê, weke binpêkirin ji sizayan re.

Besam got ku ew pêşbîn dike ku ev yek dê gelek xelkan han bide ku alîkarîyê bi desthilatdarîyê re bike ku torên mezin ên piştgirî û temwîlê ji rejîma Sûrî û Pasdarîn Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) û baskên wî re dabîn dike kifş bikin.

Wî got ku ev tor bi awayekî taybet gelekî ji Pasdaran re girîng in ji ber astengîyên darayî yên zêde yên ew rastî tê di nav sizayên Amerîkî yên astengker de.

Pêşbînî heye ku parçebûn zêde bibin

Xêza hundirîn a rejîma Sûrî di zehmetîyên darayî yên dijwar û nakokîyên navxweyî re derbas dibe, çalakgerê Sûrî Muhemed Bêk ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku li gel handana xelatê, dibe ku hin werin handan ku çalakîyên bazirganî yên qedexekirî ragihînin û daxuyand ku fatûre misoger dike ku nasnameya yê agadarker û mêjera pereyên ew dê wegirin nepenî bimîne.

Bêk pêşbînî kir ku gelek xelk dê piştî vê sererastkirinê ji rejîma Sûrî parçe bibin, bi taybet ew kesên agahîyên girêdayî tawanên ji alîyê rejîmê ve hatine bicihanîn li gel wan hene.

Wî got ku aniha parçebûn berhengarîyeke, ji ber samanên darayî û parastina misogerkirî tê xwestin, ku nehişt gelek xelk vê gavê bikin, bi taybet karmendên serbazî û yên hikûmetê ku agahîyên sereke li gel wan hene.

Wî got ku çalakgerên Sûrî gelek caran agahîyên binpêkirinên rejîmê eşkere dikin pêşkêş dikin, ne ji bo pereyan lê "ew ji welatperwerîyê ye, bi armanca ku operasyonên serbazî li dijî sivîlan li deverên ku hîn li jêr kontrola wê dimînin kêm bikin".

Wî got ku lê handerên darayî girîng in, û dê "wan kesên agahîyên sereke li gel wan hene û hewcedarîya wan bi pereyan heye ku ji deverên li jêr kontrola rejîmê derkevin han bide ji ber hestyarîya payeyên wan".

Çalakîya bazirganî ya neyasayî di xeterê de ye

Aborînasê Sûrî Muhemed Mustefa ji Diyaruna re ragihand ku rejîma Sûrî, di rêya têkilîyên xwe bi Îran û Rûsyayê re, bi sedan kompanîyên piçûk û mîdyom li seranserî cîhanê ava kirin da alîkarîyê bikin ku bihêlin pere bimînin biherikine xezîneyên wê.

Wî got ku heta astekê aniha kifşkirina van kompanî û dezgehan hêsan e, bi saya sizayên Amerîkî, ji ber şopandina çi tiştê hawirdekirî yan peymanên bazirganî yên li derveyî welat têne imzekirin dê bibe sedema naskirina kesên di hundirê Sûrîyayê de destên wan di vê yekê de hene.

Wî got ku pêkan e ku ev yek were bicihanîn di rêya şopandina çalakîyên di rêya bej, cew û derya re û kelûpelên ji baregehên serbazî yên rejîmê û bazaran re têne guhestin û bi vî awayî xêza kesên sivîl û karmedên hikûmetê û yên serbazî yên dê çalakîyên mîna van ragihînin dê fireh bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500