Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Tecnîdkarên Pasdaran çavên xwe berdidin ciwanên Dêra Zorê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamine milîsa Fatimîyûn û mucenedine nû li waneyeke olî li bajarê Meyadînê yê Dêra Zorê amade dibin. [Wêne ji Eye of the Euphrates hatiye wergirtin]

Endamine milîsa Fatimîyûn û mucenedine nû li waneyeke olî li bajarê Meyadînê yê Dêra Zorê amade dibin. [Wêne ji Eye of the Euphrates hatiye wergirtin]

Pasadarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) xebatên xwe yên tecnîdkirinê li beşinan ji parêzgeha Dêra Zorê ya li rojhilatê welat bi lez dike, cihê ew hewl dide ku hejmûna xwe lê befireh bike.

Wan hişyarî da ku tacnîdkar nûhatîyan û heta zarokan li vê deverê armanc dikin, ji ber Pasdaran hêvî dike ku nifşekî nû ji çekdaran ên îdîolojîya wê bişopînin û dilsozîya xwe ji rejîma Îranî re îlan dikin xwedî bike.

Ji ber nêzîkbîna wê ji Îraqê re, Dêra Zorê xwedî girîngîyeke stratejîk e ji Pasdaran re, ya kar dike ku hebûna xwe li wir berfireh bike, mîdyavanê ji Elbû Kemalê Eyhem Elî ji Diyaruna re ragihand.

Weke beşekî ji van xebatan, Pasdaran hewl dide ku bala mecenedên Sûrî yên nû bikişîne, û ew vê yekê dike di rêya sûdgirtinê ji şertûmercên madî yên zehmet ên ku niştecîyên xwecihî rast wan tên di encama şerê berdewam de.

Zarok li cem derîyê Navenda el-Nûr el-Sati, navendeke tecnîdkirinêya Pasdaran, li bajarê Meyadînê yê Dêra Zorê, dicivin. [Wêne ji Eye of the Euphrates hatiye wergirtin]

Zarok li cem derîyê Navenda el-Nûr el-Sati, navendeke tecnîdkirinêya Pasdaran, li bajarê Meyadînê yê Dêra Zorê, dicivin. [Wêne ji Eye of the Euphrates hatiye wergirtin]

Wî got ku xelkên ciwan ji ber nebûna derfetên kar û rêjeyên zêde yên bêkariyê paşde hatine vegerandin û bi vî awayî mûçeyên ku ji alîyê Pasdaran ve têne pêşkêşkirin bala wan dikişînin, tevî ku ew rastî rîskên mezin tên.

Wî got ku herwiha wan têkilî bi malbatên ku zarokên wan hene li malê re kir ku ew dê pere û alîkarîya xwarinê ji wan re pêşkêş bikin weke destpêkirin ji hewldanên tecnîdkirinê re.

Operasyonên tecnîdkirinê yên aniha giranîyê didine komên emirê wan piçûktir, ku navenda tecnîdkirinê ya herî navdar -- el-Nûr el-Sati, li bajarê Meyadînê -- herî kêm 250 mecenedan dihundirîne.

Elî got ku ew navend ji alîyê du berpirsên Pasdaran, Seyid Eyûb û Seyid Mehdî, ve têne birêvebirin bi alîkarîya nişteîyekî Dêra Zorê yê weke "Ebû Esed" tê naskirin.

Herwiha navenda Şedûhî, li Meyadînê li jêr şerperiştîya yekser a mirovekî Îranî ye, yê weke Hac Brahîm tê naskirin, ku Tala Hemewî ya Sûrî alîkarîya wî dike.

Hac Brahîm serperiştîya navendeke din dike, Besîra, ku nûhatîyên emirê wan di nav 15 û 18 salan de araste dike, yên rahînana serbazî û waneyên olî yên mişt tayifgerî werdigirin.

MIlîs hevrikîyê li ser kurtêlxwarîyê dikin

Ne xerîb e ku Pasdaran bibijêre ku di vê demê de şepêla tecnîdkirinê bi lez bike, dema ku alîgirên wî yên Sûrî rastî gelek xisaran hatin, lêkolînerê karûabarên Îranî, Şîyar Turko, şarezayê di çalakîyên Pasdaran de, got.

Wî ji Diyaruna re got ku alîgirên Pasdaran hewl dan ku li gelek deveran belav bibin, di nav wan de Heleb, Şam, biyabana Rojhilatî (Badîya) û Idlib, lê ew gelekî westîyane ku êdî nikarin vê yekê pêk bînin.

Wî daxuyand ku rewş li Sûrîyayê bênemûne ye ji hêla ku endambûna di komên çekdar û milîsan de li deverên li jêr kontrola rejîmê bûye bazareke rasteqîn, ku çekdar ji milîsekê diçine yeke din ku li mûçeyên bilindtir digerin.

Hevrikîyeke dijwar di nav refên kurtêlxweran de heye di navbera milîsên li Dêra Zorê yên hevalbendên Rûsya, Îran û rejîma Sûrî de, wî got.

Turko got ku di heman demê de, operasyonên tecnîdkirinê bandoreke mezin li civaka Sûrî dikin, ji ber ku mucenedên ciwan "ji zarokîtîya xwe mehrûm dibin û dibine makîneyên kuştinê yên fermanê xwe ji Pasdaran distînin."

Wî got ku ligel xistina jîyana wan di rewşeke metirsîdar de, ew ji alîyê Pasdaran ve têne îdyolojîkirin.

Wî got ku di şer de, pêkane ku ew rastî xeterîyê werin ji ber piçûkbûna wan, nepisporî û nebûna rahînanê û daxuyand ku dema rahînana wan a serbazî gelekî kurt e.

Wî got ku piranîya mucenedan gelekî piçûk in ji şer re û gelek ji wan mucenedan li Dêra Zorê hatin kuştin bi taybet li biyabana li derdora Meyadînê, ku her hinekî rûbirûbûnên serbazî yên dijwar diqewimin.

Divê tecnîdkirina zarokan were rawestandin

Xebatên tecnîdkirinê yên Pasdaran yên li Dêra Zorê berdewam in gelekî xeternak in ji ber ew zarok, nûhatî û ciwanan armanc dikin, rojnameger Muhemed Ebdulah ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku bi çi awayî be divê ev xebata wêranker were rawestandin.

Wî got ku ciwan têne armanckirin ji ber niştecîyên bi emir mezintir di bawrîyên xwe de hişktir in û kêm rastî hînkirinê tên, û daxuyand ku di rêya hînkirinê re Pasdaran hêvî dike ku dilsozîya ji rejîma Îranî re biçîne.

Wî got ku mejîyên ciwan bi îdîolojîya Pasdaran hatiye têrkirin, bi taybet eqîdeya Wîlayet el-Feqîh ya banga dilsozîyê ji Rêberê Bilind, Elî Xameneî re dike.

Li Lubnanê, weke mînak, ku Pasdaran heman taktîka tecnîdkirinê bi kar anî, aniha ew xwedan bingeheke mezin a dilsozan e, ku vê yekê kiriye xelasbûna ji Hizbulah û hegemonîya wê zehmet be, ji ber wê li ser asta civakî û olî rayê xwe berdane.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500