Nûçeyên Iraqê
Civak

Xiristîyanên Mûsilê tên handan ku vegerin malên xwe

Xalid Taî

Îraqî Kenîseya St. Korkîs li navçeya Bartela li parêzgeha Nînewa di 19ê Mijdarê de tamîr dikin. [Wêne ji rûpela fermî ya Facebookê ya kenîseyê hatiye wergirtin]

Îraqî Kenîseya St. Korkîs li navçeya Bartela li parêzgeha Nînewa di 19ê Mijdarê de tamîr dikin. [Wêne ji rûpela fermî ya Facebookê ya kenîseyê hatiye wergirtin]

Xiristîyanên koçberbûyî yên Mûsilê tê handan ku vegerin malên xwe yên li bajêr û êdî serdema "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi xurtî li pişt xwe bihêlin.

Her çiqas ev bêhtir ji sê salan e ku DAIŞ li Îraqê têk çûye, lê Xiristîyan hêdî hêdî vegeriyane malên xwe li Mûsilê, bajarê ku wextekî bûbû paytexta rêxistinê ya li Îraqê.

Di serdema desthilatdarîya xwe de, DAIŞ bi dijwarî civaka Xiristîyanên herêmê hedef girt, malbatên Xiristîyan ji malên wan derxistin, dest danîn ser mal û milkê wan û bêrêzî li hember kenîseyên dîrokî kirin û ew wêran kirin.

Komeke xwebexş a xwecihî, bi navê "Çekên Mûsilê", xwe bi başkirina têkilîyên di navbera olên li bajar hene erkdar kir bi rêya beşdarîkirina di gelek çalakîyan de, ku armanc ji wan nîşandana hevgirtina civakî ye û sarêjkirina birînan e.

Xiristîyanên Îraqî di 24ê Kanûna Yekem a 2019an de li Kenîsaya Kasolîk a Suryanî ya Mar Jakob Muqataa li bajarokê Qereqoşê li Nînewayê, 30 kîlometre dûrî Mûsilê, li çalakîya girseyî ya Kirismisê amade dibin. [Zeyd Obeydî / AFP]

Xiristîyanên Îraqî di 24ê Kanûna Yekem a 2019an de li Kenîsaya Kasolîk a Suryanî ya Mar Jakob Muqataa li bajarokê Qereqoşê li Nînewayê, 30 kîlometre dûrî Mûsilê, li çalakîya girseyî ya Kirismisê amade dibin. [Zeyd Obeydî / AFP]

Muhemed Îsam Behaedîn, ku yek ji damezrêneran e, got ku tîma wîkenîseya Mar Toma li navenda Mûsilê nû kiriye, di çarçoveya kampanyaya "Şûnwarên Me, Nasnameya Me Ne" de, ya ji bo nûkirina heft nîşangehên dîrokî.

Kampanyayê piştgirî ji Ajansa Amerîkî bo Pêşxistina Navdewletî (USAID) wergirtiye.

Tîma Behaedîn kenîse paqij kir û ronahîya wê çêkir, wî ji Diyaruna re got û wî karê çaksazîyê wekî "peyameke hezkirinê ji Xiristîyanên koçber ên Mûsilê re bo ew vegerin" wesif kir.

Wî got ku xwebexş hêvî dikin ku Xiristîyanan piştrast bikin ku bajarê wan vegeraye rewşa berî şer, "bajarekî ji bo jîyana hevbeş ku li benda vegera wan e".

Behaedîn got ku tîm difikire ku çalakîyekê li hundirê kenîsayê li dar bixe, piştî ku ew hatiye nûkirin, û malbatên Xiristîyan yên koçber û hin navdarên bajêr vexwîne ji bo pêşxistina hevgirtina civakî.

Xweşkirina rê li ber vegerê

Herwiha, xwebexş alîkarî di çakkirina 25 xanîyan de li Mûsilê ku ji hêla DAIŞê ve hatibûn wêrankirin kirin, bi armanca ku cesaretê bidin xwediyên wan ku vegerin, Behaedîn got.

Wî da zanîn ku ew berdewam in di piştgirîkirina hemû malbatên de bo ew vedigerin, çi ew Xiristîyan bin çi endamên komên olî ên din bin, bi rêya dabînkirina zenbîlên xwarinê û pêdivîyên din û paqijkirina taxan.

Koma xwebexş di projeyên din de jî çalak e, di nav wan de dabînkirina cilan û alîkarîyên din ji sêwîyên ku dê û bavên wan di şerê derxistina DAIŞê de hatine kuştin, û peydakirina derfetên kar ji bêkaran re.

Parlemanterê Îraqî Yonadam Kana, ku serokê bloka Xiristîyanî ya Rafîdeyn e di parlemanê de, ji Diyaruna re got ku di dîroka xwe ya 4,000 salan de, Mûsil bûye mal ji gelek komên olî û etnîk re.

"Lê îro ew vala ye ji vê cihêrengîya ku ew ji zû de pê tê naskirin," wî got.

Wî herwiha dîyar kir ku berî desthilata DAIŞê, 50,000 Xiristîyan li Mûsilê hebûn, lê bi tenê nêzî 100 kesî ji wan vegeriyan piştî têkçûna rêxistinê.

Ev bi piranî ji ber "bandora derûnî ya neyînî ya ku terorîstan li ser derûnên niştecihên Xiristîyan hişt û ji ber hestên wan bi nebûna ewlehîyê ye, heta piştî bidawîbûna desthilata rêxistinê jî", Kana got.

Wî teqezî li ser girîngiya lihevhatina civakî û hewcehîya bi peydakirina jîngeheke aram ku mafê niştecihan tê de misoger be kir.

Wî teqez kir ku divê hikûmet hebûna dîrokî ya Xiristîyanan li Deşta Nînewayê biparêze û rê li ber hemû hewildanên ku amanc dikin guhertinên demografî li wê deverê pêk bînîn bigire.

''Divê xelk vegere warên xwe''

Xiristîyanên ji devera Qoş, Qereqoş, Başîqa, Behzanî, Bartela, Karmelus, Betnaya, Tel Suquf û Tel Keyf di van salên dawî de vegerîyan bajarên xwe, li gorî Kana.

Wî got ku lê hejmara kesên vegerîyayî sînordar û kêm e ji ber nebûna xizmetên giştî û kêmbûna derfetên kar û dîyar kir ku gelek ji wan xwe ligel jîyana li Bexda, Hewlêr û Duhokê, bajarên din ên ew li wan niştecih bûne guncandine.

Ji bo hêsankirina vegera wan, divê qerebûya darayî bo Xiristîyanên ku milkên xwe ji dest dane û debara jîyana wan ji ber DAIŞê zehmet bûye were dan.

Corc Şîmûn Kakû, serokê Komelaya Xêrxwazî ya Deşta Nînewayê li navçeya Bartela, got ku jîngeh ji bo vegera Xiristîyanan guncan e û ew han dan ku dawîyê li koçberîya xwe bînin.

Kakû, karsazeke ku komek ji kompanîyên pîşesazî li Nînewa bi rê ve dibe, ji Diyaruna re got ku ew ew yek ji kesên pêşîn bû ku vegerîya mala xwe li Deşta Nînewayê.

Wî da zanîn ku kompanîyên wî niha beşdarî nûavakirina xwecihî û şîyankirina sektorê xizmetguzarîyan dibin û got ku "ez dê nevegerabame û min ji nû ve dest bi kar nedikir eger şert û merc ne asayî û aram bana".

Wî got ku "DAIŞ bûye tişteke ji rabirdûyê û tirsa ewlehî êdî nemaye" û anî ziman ku pêwîst nake "mirov berî vegerê du caran bifikire".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500