Nûçeyên Iraqê
Enerjî

Hêzên ewlekarî yên bêhtir bo parzûngeha Siniyayê li Selahedînê tên şandin

Xalid Ta'î

Tîmên vemirandina agir hewl didin agirekî ku girtiye parzûngeha neftê ya Sînîyayê vemirînin piştî ew parzûngeh rastî êrîşeke bi topên hawen hat roja 29ê Mijdarê. [Wêne ji Kompanîya Nefta Bakur hatiye wergirtin]

Tîmên vemirandina agir hewl didin agirekî ku girtiye parzûngeha neftê ya Sînîyayê vemirînin piştî ew parzûngeh rastî êrîşeke bi topên hawen hat roja 29ê Mijdarê. [Wêne ji Kompanîya Nefta Bakur hatiye wergirtin]

Berpirsekî ewlekarî ragihand hêzên ewlekarî yên bêhtir li deverê hatine bicihkirin bo parastina parzûngeha neftê ya Sînîyayê li bakurê parêzgeha Selahedînê piştî ew rastî topên hawen hatin roja Yekşemê (29ê Mijdarê) ku agirek di encamê de pê ket.

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ragihand ku wê êrîş pêk anîye.

"Kargeha parzûnkirina nefta xav li Sînîyayê li navçeya Bêcîyê şeva Yekşemê rastî êrîşeke bi topên hawen ên ji cihekî nedîyar hatibûn berdan hat," berpirsê ragihandina Birêveberîya Polîsê Neftê neqîb Elî Malikî ji Diyaruna re ragihand.

"Yek ji topan nehat teqandin, lê ya din li nav toreke borîyên neftê ket, û hişt agir bi wan bikeve," wî got.

Serokê Polîsê Enerjîyê lîwa Xanim Huseynî xebatên çavdêrîkirin û ewlehkirina deverên li derdora parzûngehên neftê li navçeya Bêcî li Selahedînê dişopîne, di vê wêneya ku vedigere 13ê Nîsanê. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enerjîyê hatiye wergirtin]

Serokê Polîsê Enerjîyê lîwa Xanim Huseynî xebatên çavdêrîkirin û ewlehkirina deverên li derdora parzûngehên neftê li navçeya Bêcî li Selahedînê dişopîne, di vê wêneya ku vedigere 13ê Nîsanê. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enerjîyê hatiye wergirtin]

"Tîmên vemirandina agir ên parzûngehê û tîmên berevanîya sivîl a Bêcî bi lez hatin cihê bûyerê, û di nava çend demjimêran de, piştî ragirtina herikîna sûtemenîyê, wan karî ku agir kontrol bikin," wî got.

Wî dîyar kir ku van xebatan nehişt ku agir bigihêje tankên neftê, "lewra jî tu ziyanên mezin çênebûn".

"Karê parzûngeh bi tenê bo demeke kurt piştî êrîşê rawestîya, û em bi teknîkkarên li wir re di pêwendîyê de bûn, wan teqez kir ku wan xebatên çakkirinê qedandine," Malikî Sêşemê ragihand.

"Şerkirina li hember paşmahîyên DAIŞê"

Hêzek ji Birêveberîya Polîsê Enerjîyê ya Nefta Bakur hat şandin bo qayimkirina ewlehîyê li parzûngehê bi fermana serokê Polîsê Neftê lîwa Xanim Huseynî.

Malikî teqez kir ku rewşa ewlehî liparzûngeha Bêcî baş bûye, ku nêz e ji parzûngeha ku rastî êrîşê hatiye.

Wî got ku hevkarî di navbera Polîsê Enerjîyê, hêza berpirsyar ji parastina damezraweyên neftê, û artêşa Îraqî û Heşda Şaebî, yên erkdar bi parastina deverên li hawîrdorê, zêde bûye.

Malikî got ku piranîya şênîyên ji van deveran koçber bûn di serdema DAIŞê de hîn venrgeryane warên xwe ji ber gefên heyî.

Wî da zanîn ku êrîşên ku samanên niştîmanî armanc dikin di çend mehên dawî de zêde bûne, ji ber ku DAIŞ nikare li hember hêzên Îraqî xwe bigire û bi awayekî rasterast şerê wan bike, di vê rewşa xwe ya lawaz ya aniha de.

Wî got ku hêzên Îraqî hevdemrû bi rûyî paşmahîyên DAIŞê bi hêzê li Selahedînêû parêzgehên din dibin, "û karîn ku derbeyeke mezin bigihînin DAIŞê".

Hikûmeta Îraqî berî sê salan parzûngeha Sînîyayê xist kar de piştî hilandina ziyana ku DAIŞê pêk anî, dema ku wê sala 2014an dest danî ser deverê.

Parzûngeh, ku bi karîna 20,000 bermîlan di rojê de kar dike, pêdivîyên bazara lokal ên berhemên neftê dabîn dike, ligel dabînkirina sûtemenîyê ji navendên kehrebeyê re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500