Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Çalakgerên Dêra Zorê rejîma Sûrî û Pasdaran berpirsyarên rewşa tendirsutî ya kambax dibînin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Nexweşxaneya el-Hena li Elbû Kemal ji alîyê Pasdaran ve hate desteserkirin û navê wê kirine Nexweşxaneya el-Şîfa. [Wêne ji Eye of the Euphrates hatiye wergirtin]

Nexweşxaneya el-Hena li Elbû Kemal ji alîyê Pasdaran ve hate desteserkirin û navê wê kirine Nexweşxaneya el-Şîfa. [Wêne ji Eye of the Euphrates hatiye wergirtin]

Dema ku niştecihên Dêra Zorê li deverên li jêr kontrola rejîmê rastî kêmbûneke dijwar di sazîyên bijîşkî de tên, milîsên alîgirê Îranê hejmarek ji nexweşxane û navendên bijîşkî kirin xizmeta xwe ya taybet de, çalakgeran ji Diyaruna re ragihand.

Sazîyên rejîma Sûrî pêdivîyên bijîşkî û tendirustî yên niştecihan paşguh dikin li deverine destnîşankirî ji Dêra Zorê, bi taybet bajarokê Elbû Kemal ê sînorî, çalakgerê ji Elbû Kemal Eyhem Elî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ev tişt dibe tevî sozên rejîma Serokê Sûrî Beşar Esed ji sivîlan re dema hêzên wî kontrola deverê kirin.

Wî got ku herwiha rejîmê nikarîbû nexweşxaneyên ziyandar an yên wêranbûyî di şerên derkirina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de nû bike.

Nexweşxaneya Furat ya meydanî li Dêra Zorê di vê wêneya bê dîrok de tê dîtin. [Wêne ji Eye of the Euphrates hatiye wergirtin]

Nexweşxaneya Furat ya meydanî li Dêra Zorê di vê wêneya bê dîrok de tê dîtin. [Wêne ji Eye of the Euphrates hatiye wergirtin]

Kêmbûna karmend û pêdivîyan

Elî got ku tenê nexweşxaneyeke hikûmî li bajarê Dêra Zorê aniha kar dike, ligel hejmareke biçûk a nexweşxaneyan li Meyadîn û Elbû Kemalê, lê ev sazî bê pêdivî û alavên bijîşkî ne.

Wî got ku karmend li nexweşxaneya el-Esed li bajarê Dêra Zorê kêm in û daxuyand ku nexweş, di nav wan de nexweşên li beşê jidayikbûnê, bi saetan û hin caran bi rojan bendewarîyê dikin heta bijîşkek wan pişkinîn bike.

Wî got ku zêdeyî vê yekê, hêzên rejîmê û çekdarên hevalbend "destwerdanê di karê karmendên nexweşxaneyê de dikin û hin caran ew nahêlin ku nexweşine destnîşankirî dermankirinê wergirin".

Wî got ku di hin haletan de karmendên sivîl, di nav wan bijîşk û perestar rastî "lêdanê, êrîşkirin û gefa girtin hatine" eger ew fermanên dermankirinê yên li ser wan hatine sepandin bi cih neyînin.

Navenda bijîşkî ya tenê ya ku xizmeta bajarê Elbû Kemalê û deverên li derdora wê dike tenê di dema saetên kar de ji 8ê sibehê heta 4ê êvarî kar dike û karmendên bijîşkî û pêdivî û dermanên sereke lê kêm in, Elî ji Diyaruna re got.

Wî got ku kêmbûna karmend, sazî û pêdivîyên bijîşkî di nav petaya vayrûsa koronayê ya nû (COVID-19) xambax bû û daxuyand ku kêmbûneke dijwar di ventîlatoran û alavên henasedanê de heye.

Di heman demê de, li beşine parêzgehê yên li jêr kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk yê bi pêşengîya Amerîkayê, hevpeymanîya navdewletî piştgirîyeke jîndar ji sektorê xizmetguzarîyan re dabîn dike, di nav de destpêkirina xebatên şiyankirina Nexweşxaneya Hejînê di nîvê Cotmehê de.

"Rejîm û milîs berpirsyar in"

Çalakgerê Dêra Zorê Emar Salih ji Diyaruna re got ku rejîm û milîsên girêdayî Pasdaraên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) heta asteke mezin berpirsyar in ji rewşa tendirustî ya xerab li parêzgeha li rojhilatê Sûrîyayê.

Wî got ku wan dest danî ser nexweşxaneya Furat ya meydanî li bajarê Dêra Zorê herwiha nexweşxaneyên el-Qudis û el-Hena li Elbû Kemalê.

Nexweşxaneya el-Hena navê wê kirin el-Şîfa. Nexweşxaneya Ayşa, aniha weke Nexweşxaneya Îmam el-Baqir tê naskirin, ku ji alîyê Hizbulaha Lubnanî tê kontrolkirin û ew gelekî tê parastin.

Salih got ku nexweşxaneyên meydanî yên nû ji alîyê milîsên girêdayî Rûsyayê hatine çêkirin.

Wî got ku yek ji wan ji du malên li bajarokê Medenê hatiye çêkirin, li qeraxa parêzgeha Reqayê ya hevtixûb, lê ya din li navçeya Fîlan ya bajarê Dêra Zorê ye.

Niştecihê Elbû Kemal Luey Sofî yê ku di sektorê xwarinê de kar dike, ji Diyaruna re got ku niştecihên bajarê wî û gundewarên derdorê gelekî derdê kêmbûna xizmetguzarîyên tendirustî dikişînin.

Wî got ku kêm in naxweşxane rewşên lezgîn derman dikin û ev yek sivîlan neçar dike ku biçin Dêra Zorê yan Şamê bo dermankirinê, ku ev rerwş barekî darayî yê zêde yên ew nikarin hilgirin diavêje ser milên wan.

Sofî got ku zêdeyî vê yekê rêwîtî ne tenê rewşa yê nexweşan xerab dike, herwiha dihêle ew rastî xeterîyên din werin, mîna dana bertîlan ji endamên milîsan re yan heta bi dizîya eşkere.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500