Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hikûmeta Îraqî hewl dide ku hejmûna Pasdaran lawaz bike

Faris Omeran

Komên girêdayî Îranê, mîna Hereket el-Nuceba, bi pêkanîna operasyonên revandinê û qaçaxîyê yên ku ziyanê li gelê Îraqê dikin tên tawanbarkirin. [Hesan Gelawî/Diyaruna]

Komên girêdayî Îranê, mîna Hereket el-Nuceba, bi pêkanîna operasyonên revandinê û qaçaxîyê yên ku ziyanê li gelê Îraqê dikin tên tawanbarkirin. [Hesan Gelawî/Diyaruna]

Hikûmeta Îraqî gavên çalak bo sînordarkirina hejmûna Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) didin, şirovekaran ji Diyaruna re ragihand.

Wan got ku ev yek bersiveke ji stratîjîya Pasdaran a li Îraqê re, ku li ser bingeha xebatên lawazkirina dewletê tê dariştin, ku bi rêya kirinênKetaib Hizbulah û milîsên din, di nav de Rêxistina Bedir û Esaib Ehl el-heq.

Wan got ku lawazkirina Îraqê dê misoger bike ku êdî ew nikare roleke seqamgîrsaz li Rojhilata Navîn bigerîne.

Rejîma Îranî siyaseta avakirina milîsan û piştgirîkirinawan bi pereyan û çekan bo parastina berjewendî û ajandayên xwe yên herêmî dide pêş, şirovekarê siyasî Ehmed Şewqî ji Diyaruna re ragihand.

Wî teqez kir ku ev yek ziyanê digihîne ewlehî û aborîya Îraqê.

Wekîlên Pasdaran aborîya Îraqê bi çalakîyên xwe yên ziyanbar kavil kirin, mîna parastina berpirsên gendel ji yasayêû cihgirtin di destbadana kesên gendel de, wî got.

Şewqî milîsên girêdayî Pasdaran tometbar kirin bibiqaçaxîanîna pêdivîyan, demanên hişber û çekan ji Îranê bo "parastina aborî û diravê Îranî ji rûxanê hevdem ligel zêdebûna sizayên Amerîkî yên li gorî pêngava fişarên herî zêde".

Bi rêya Ketaib Hizbulah, Pasdaran serwerîya Îraqê binpê kir û rewşa ewlehî li Îraqê lawaz kir bi pêkanîna êrîşan, di nav deêrîşên li ser Herêma Kesk a Bexdayê, wî got.

"Tiştê Îran naxwaze ew e ku Îraqeke xurt peyda nebe û nebe modêleke baş li herêmê," wî got. "Ev yek dê armanc û berjewendîyên Îranê ji nav bibe, ku ew armanc dike ku welatên cîran lawaz bike û herêmê têxe şer û alozîyan de bo ew dest deyne ser samanên wan û biryara wan kontrol bike"

Îraqê rola milîsan dizanin

Îraqî rola Ketaib Hizbulah û milîsên din ên girêdayî Pasdaran baş têdigihêjin, şirovekarê siyasî Adil Eşrem ji Diyaruna re ragihand.

Wî daxuyand ku ev yek di slogan û dirûşmên di xwenîşandanên cemawerî de hatin gotin bo nîşandana redkirina raya giştî ya Îraqî ji hejmûna Pasdaran re raber dibe.

Eşrem got ku rejîma Îranî gefeke li dijî Îraqê û herêmê bi giştî ji ber rola wê ya têkder û çalakîyên wê yên wêrankirin ên bi armanca pêkanîna meremên xwe yên berfirehxwazîyê.

Wî bang li desthilatdarên Îraqî kir ku destwerdana Îranê bi dawî bikin, û teqez ku Komara Îslamî "hewl dide ku alozîyan peyda bike bo parastina xwe û hejmûna xwe, û milîs vê armancê jê re pêk tînin".

Di mehên dawî de, hikûmeta Îraqî xwest ku çalakîyên milîsên ser bi Pasdaran ve sînordar bike bi rêya xebatên nehiştina gendelîyê, çavdêrîkirina xalên sînorî û hewla nehiştina hejmûna milîsan di sazîyên dewletê de.

"Desthilatên Îraqî xebatên hiştina çekan bi tenê di destê hêzên Îraqî de, nehiştina komên li derveyî vîna dewletê û pûçkirina hewlên wan ên çesipandina kaosê û parçebûnê didin pêş," xebîrê di warê serbazî de Celîl Xelef Şiweyil ji Diyaruna re got.

Wî teqez kir ku Îraqî bi hikûmetê re disekinin, û ew li dijî milîsan û operasyonên wan derketin, ji ber k ew têdigihêjin ku milîsê ziyanê dighînin aştîya civakî.

Wî got ku artêşa Îraqî hêza serekî ye li dijî "komên nefermî yên ku hewl didin xebatên çesipandina seqamgîrîyê û geşesendinê li Îraqê pûç bikin û vala der bixin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500