Nûçeyên Iraqê
Ol

Desthilatdarîya herî bilind a Şîyî li Îraqê piştgirîya serwerî û aramîyê dike

Faris Omeran

Di vê wêneyê de ku ji 31ê Kanûna Yekem a 2017an de hatiye kişandin, cîgirê Ayetulah Elî Sîstanî, Ebdul Mehdî Kerbelayî, di merasîmekê de ji bo rêzgirtina ji malbatên şervanên ji dibistana Necefê ku di şerê li dijî DAIŞê de hatibûn kuştin, tê dîtin. [Wêne ji malpera Fetwaya Parastina Pîroz hatiye wergirtin]

Di vê wêneyê de ku ji 31ê Kanûna Yekem a 2017an de hatiye kişandin, cîgirê Ayetulah Elî Sîstanî, Ebdul Mehdî Kerbelayî, di merasîmekê de ji bo rêzgirtina ji malbatên şervanên ji dibistana Necefê ku di şerê li dijî DAIŞê de hatibûn kuştin, tê dîtin. [Wêne ji malpera Fetwaya Parastina Pîroz hatiye wergirtin]

Gelek Îraqî Oldarê Şîyî yê payebilind Ayetulah Elî Sîstanî wekî stûneke aramîyê di dema tengasîyê de bi nav dikin, wî wekî "nûnerê ewlehîyê" dibînin ku dikare aramîyê vegerîne û desthilatdarîya dewletê xurt bike.

Li gorî pisporan, rênîşanderî û şîreta ku ew pêşkêşî hikûmetê û alîyên sîyasî dike piştgirîyê dide çaksazî û vegerandina hevsengî bo pêvajoya sîyasî.

Sîstanî "mirovekî awarte di serdemeke dijwar û awarte ya dîroka welat de ye", Îsam Feylî mamostayê zanyarîyên sîyasî li Zanîngeha Mustensirîye ji Diyaruna re got.

Hebûna Ayetulahê Mezin bawerîyan xurt dike ji ber ew nerm e û hemî Îraqîyan hembêz dike, bêyî li têkilîyên wan ên mezhebî û nijadî bipirse.

Wêneyekî Oldarê Şîyî yê payebilind Ayetulah Elî Sîstanî di 18ê Çileyê de li dikaneke bazara Bexdayê tê dîtin. [Sebah Erar/ AFP]

Wêneyekî Oldarê Şîyî yê payebilind Ayetulah Elî Sîstanî di 18ê Çileyê de li dikaneke bazara Bexdayê tê dîtin. [Sebah Erar/ AFP]

Feylî diyar kir ku wî israr kiriye ku "divê her kes li jêr yasa û pergalekê bijîn ku mafên welatîyan diparêze û dihêle mirov daxwazîyên xwe azad ji her cûdakarîyê bi cih bîne".

Helwestên Sîstanî li ser hesta erkê niştimanî ne û bi gelemperî hevseng in û ji hêla aqilmendî û hişmendî ve têne diyarkirin, Feylî got.

Weke mînak, wî piştgirî da xwepêşandanên gelêrî yên berî salekê li dar ketin û piştgirî da daxwazên çaksazîyê yên rewa, Feylî got.

Ew qet destwerdanên herêmî û biyanî li karûbarên Îraqê nepejirîne ji ber li gorî wî çi destwerdanek dê sîya tarî bavêje ser pêvajoya sîyasî û welat veguherîne qadeka nakokîyan.

Feylî da zanîn ku dîtina Sîstanî ji "girîngîya damezrandina Îraqeke serbixwe ku karûbarên xwe bi rê ve bibe û ne di bin fişar û rojevên ku pêşekîyên wê yên niştimanî têk didin de be", der tê.

Redkirina destwerdanên biyanî

Parlemantarê Îraqî Casim Bexatî diyar kir ku di gelek axaftin û daxuyanîyên Sîstanî de, wî redkirina destwerdana biyanî anîye ziman, û teqez kiriye ku Îraq "serwer û serbixwe ye û dikare çarenivîsa xwe diyar bike".

piştgirî daye daxwazên gel ên ji bo hilbijartinên pêşwext û dadperwer ku di avakirina demokrasî, aramî û çêkirina dewlemendî de girîng in, wî ji Diyaruna re got.

"Desthilatdarîya olî niha li gel hikûmetê ye ku hewl dide wê daxwaza gelêrî pêk bîne piştî derketina yasayekê nû ya [hilbijartinê] û damezirandina komîsyoneke nû ji bo rêxistina proseya hilbijartinê," wî got.

Ew herwiha piştgirîyê dide xebatên dewletê bo parastina yekîtîya Îraqê li dijî metirsîyên ku gefê li tevna wê ya civakî û ewlehîya welatîyên wê dixwe, Bexatî got.

Wî anî ziman ku ev yek çaxê Sîstanî fitweyek weşand û bang li gel kir ku bi dilxwazî şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bikin ku wê sê parên welat di 2014an de dagir kiribû, dîyar bû.

Wî teqezî li ser alîkarîya Sîstanî kir bo piştgirîya deverên ji DAIŞê rizgarkirî, malbatên koçber û qurbanên kirinên tundîyê, pêşkêşkirina alîkarîyan û misogerkirina dabînkirina van alîkariyê.

"Dilsozîya bi welat re"

Xazî Feysel Husên, şêwirmendê Navenda Îraqî bo Lêkolînên Stratîjk got ku fitweya Sîstanî bo şerê li dijî DAIŞê "nîşaneke niştimanî bo piştgirîya hêzên çekdar ên Îraqî di rûbirûbûna terorîzmê de bû",

Wî ji Diyaruna re dîyar kir ku ev bang ne bo damezirandina komên çekdar e yên derveyî yasayê kar dikin.

Çar kom weke bersiv ji vê fitweyê re ku girêdayî desthilatdarîya olî ya li Necefê bûn hatin avakirin: Lîwa Ensar Merceîye, Lîwa Elî Ekber, Desteya Şer a Ebas û Desteya Şer a Îmam Elî.

Di Adarê de, van koman biryar da ku beşdarî hêzên ewlehîya Îraqê bibin di gavekê de ku veqetandin û nakokîyên di navbera wan û komên Hêzên Heşda Şaebî yên dilsozê Îranê de nîşan dide, Husên got.

Wî daxuyand ku di ragihandina biryara xwe de, komên Merceîye (deshilata olî) bal kişandibûn ser serdestîya komên Îranî li ser Heşda Saebî.

Biryara wan a tevlîbûna bo refên hêzên Îraqî di bingeha xwe de bo xwe dûrî dilsozên ku eşkere dilsozîya xwe bi Îranê re ragihandin bixin, wî got.

Husên da zanîn ku berevajî milîsên dilsoz, helwesta Sîstanî "dilsozîya bi welat û parastina berjewendîyên wê" ye.

Heta oldarê Îraqî yê navdar Muqteda Sedr jî di mehên dawî de êrîş û kuştinên berdewam ên milîsên dilsoz şermezar kiriye, û banga piştgirîya aştîyane ji hikûmeta Îraqî re kiriye.

Di daxuyanîyeke 23ê Îlonê de Sedr ji Hêzên Heşda Şaebî xwest ku xebatên xwe giran bikin da kirinên "hin komên Heşdê" ku tenê zîyanê didin Îraqê, şermezar bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500