Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

hikûmeta Îraqê alavên nû dide polîsê Nînewayê

Xalid Taî

Hêzên polîsê Nînewayê yên bijarte li paşmahîyên DAIŞê li başûrê bajarê Mûsilê di 16ê Nîsanê de digerin. [Wêne ji Polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]

Hêzên polîsê Nînewayê yên bijarte li paşmahîyên DAIŞê li başûrê bajarê Mûsilê di 16ê Nîsanê de digerin. [Wêne ji Polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]

Berpirsekî ji Diyaruna re got ku Wezareta Hundir a Îraqî bi niyaz e polîsê Nînewayê bi otombîl û alavên dîtina teqemenîyan bike bo xurtkirina ewlehîya parêzgehê li dijî gefên paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Parlemanterê Îraqî yê Nînewayê Ehmed Ebdulah Cibûrî Sêşemê (24ê Mijdarê) bi Wezîrê Hundir Osman Xanimî re civiya bo ew rewşa ewlehî li parêzgehê nîqaş bikin.

Cibûrî ji Diyaruna re ragihand ku di hevdîtinê de, Xanimî teqezî li ser girîngîya piştgirîya hêzên polîsê bi peydakirina alavan ji wan re kir bo ew karibin erkên xwe baştir bi cih bînin û sivîlan ji gefên terorî biparêzin.

Wî daxuyand ku "Xanimî fermana peydakirina 100 otombîlan [bo polîsê Nînewayê] û du alavên dîtina teqemenîyan bo ew li rêbendên sereke yên bajarê Mûsliê bên danîn da".

Hêzên polîsê Nînewayê sê endamên DAIŞê di 22yê Mijdarê de girtin, yek ji wan di vê wêneyê de dîyar dibe. [Wêne ji Polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]

Hêzên polîsê Nînewayê sê endamên DAIŞê di 22yê Mijdarê de girtin, yek ji wan di vê wêneyê de dîyar dibe. [Wêne ji Polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]

Wezîr ji Cibûrî re got ku ew plan dike di demeke nêz de serdana Mûsilê bike da rewşa ewlehî li wir bişopîne.

Cibûrî da zanîn ku rewşa ewlehî li parêzgehê ji çaxê DAIŞ di 2017an de jê hatiye qewitandin aram bûye.

Wî anî ziman ku di demekê de ku parêzgehên Selahedîn, Enbar û Kerkûkê pêleke bilind a êrîşên terorî dît, li Nînewayê kêm bûyerên ewlehî pêk hatine.

Wî dîyar kir ku em dikarin vê yekê vegerînin "karê baş" yê hêzên ewlekarîyê gava li pey paşmahîyên DAIŞê ketin, veşartgehên wan wêran kirin û kontrola xwe li ser parêzgehê xurt kirin.

Polîsê Nînewayê 20 endamên DAIŞê ji destpêka Mijdarê de girtine, piranîya wan endamên berê yên rêxistina bi navê "Dîwan el-Cund" û "kampên giştî" ne.

Di nav van kesan de herwiha çekdarên berê yên "Firqeya Furqan" ya DAIŞê jî hene, ku ew bi erkê parastina rojavayê Nînewayê radibûn, li gorî Fermandarîya Polîsê Nînewayê.

Di nav wan de Ebû Tebaruk, çekdarekî kampên DAIŞê yên taybet û çekdarekî din yê girêdayî lîwayê Ebû Museb Zerqawî û herwiha hineke din ku di hesba (polîsê şerîyetê) ya rêxistinê de kar dikirin hene.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500