Mafên Mirov

Çalakger hişyarîyê ji felaketeke tenduristî i Idlibê didin hevdem ligel berdewambûna êrîşên asmanî yên rejîm û Rûsyayê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

image

Kampên koçberîyê yên li parêzgeha Idliba Sûrîyayê bin av bûne ku Idlib keleha herî dawî ya di destê hêzên opozîsyonê de ye li bakûrê rojavayê Sûrîyayê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Çalakger û xebatkarên hawarçûnê yên li herêma Idlib hişyarî ji karesateke tenduristî ya nêzîk ji ber êrîşên berdewam ên hêzên Sûrî û Rûsî li ser navçeyê didin.

Enfeksîyonên nû yên vayrûsa koronayê (COVID-19) yên li herêma dawî ya di bin kontrola opozîsyonê de bilez zêde dibin.

Li herêmê nêzî 4 mîlyon kes dimînin, piranîya wan koçber in û li kamp an jî li avahîyên neqedîyayî dimînin.

Xalid Xetib, endamê Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî), ji Diyaruna re got ku êrîşên asmanî yên Rûsî ji yek alî ve û topbaranên rejîma Sûrî ji alîyeke din ve, malbatên koçberên ku vê dawîyê vegerîyabûn malên xwe neçar kirine ku careke din vegerin kampên koçberîyê.

image

Endamên Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî) alîkarîya malbatekê dikin ku ji bajarê xwe biçin, daku ji bombebaranên nû yên hêzên rejîma Sûrî û hevpeymanên wan birevin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Tevî agirbesta Idlibê ku di meha Adarê de ji hêla Rûsyayê ve hatibû ragihandin, balafirên şer ên Rûsî heşt êrîşên asmanî yên li pey hev li ser bajarokê Hemama li nêzîkî Cisr Şuxûr li gundewarê rojavayî yê Idlibê di 15ê Cotmehê de pêk anîn, û di encamê de du sivîl hatin kuştin û bêhtir ji 10 kesên din birîndar bûn.

Û di 4ê Mijdarê de, çar ji heft kesên ku hatin kuştin di topbaranên rejîma Sûrî de li parêzgehê zarok bûn.

"Koçberî û qerebalixa li kampên xwe ku ji xwe qerebalix in bûne sedema zêdebûna hejmara enfeksîyonên COVID-19 di çend heftîyên dawî de," Xetîb got.

Wî got ku herçiqas estem e ku hejmara rasteqîn a enfeksîyonan û mirinan were naskirin, tê payîn ku 10,000 kes bi vayrûsê hatine teşxîs kirin, ku ji wan 100 kes mirine.

Wî herwiha da zanîn ku herêm kêmasîyeke giran a kîtên testê yên COVID-19 dibîne. Di vê navberê de, gelek kesên ku nîşanên vayrûsa koronayê derbas dikin, naçin tu navendeke bijîşkî ku werin testkirin.

"Li bakûr û rojava [yê Sûrîyayê], haletên teqezkirî şeş caran li meha borî zêde bûn, herwiha zêdebûna haletan li kampên bêwarîyê heye," Sekreterê giştî yê NY bo karûbarên mirovî Mark Lowcock di dawîya Cotmehê de ragihand.

''Mesafeya civakî ne pêkan e''

Xetîb got ku Xûzeyên Sipî, bi hevkarîya ligel rêxistinên alîkar û sazîyên din ên hikûmetê, gelek navendên bijîşkî saz kirine ji bo karantînkirin û dermankirina kesên bi vayrûsê ketine.

Lêbelê hîn jî metirsîya qewimîna karesateke tenduristî li herêma Idlibê di demsala zivistanê de heye, wî got.

"Rêxistinên bijîşkî û yên alîkarîyê her tiştî dikin daku pratîkên mesafeya civakî bidin pêş, lê kampên qerebalix vê yekê pir dijwar dikin, bi taybetî di zivistanê de," çalakgerê sivîl ê ji Idlibê Museb Esaf ji Diyaruna re got.

Wî da zanîn ku piranîya rêyên ku diçin kampên penaberan, û herwiha kamp bi xwe jî, di bin avê de ne, û ev yek gihandina alîkarîyê asteng dike û dereng dixe û anî ziman jî ku kêmbûna pereyên ji bo karûbarên bijîşkî kêşe mezintir kirine.

Herwiha hejmara mirovên kuştî û birîndar di topbarana rêjîma Sûrî de li bajarê Idlibê, û bajarokên Erîha, Şenan, Ihsim, Serca, Kensefre, Merayan, Belyûn û Barê li başûrê gundewarê Idlib, û gelek deverên li bakûrê Idlibê, mînabajarokê Kefrîya zêde dibe .

Esaf got ku niştecihên van bajarokan neçar dimînin ku ji wan deran derkevin û rêxistinên alîkarîyê alîkarîyê di veguhastina wan de bo deverên ewlehtir li gund û kampên li nêzîkî sînorê biTurkîyayê re dikin.

Hanî Numan niştecihê berê yê Maeret Numan, ku vê dawîyê malbata xwe li bajarokekî li nêzî sînorê Turkîyayê bi cih kir, got ku bi sedan malbat malên xwe ligel hev par ve dikin ji ber ku xanî tune ne ku koçber tê de werin bicihkirin û kamp jî tije ne.

"Rewş bêhtir xerab dibe ji ber êrîşên asmanî yên ku çend bajarokên niştecihkirî dikin armanc, û ev yek mercên jîyanê ji piranîya niştecihên herêma Idlibê re xerabtir dike," wî ji Diyaruna re got.

Ji ber buhayên zêde yên sotemenîyê û êzingan, piranîya malbatan nikarin di sermayê de xanîyên xwe germ bikin, "ji ber vê yekê fikara bingehîn a piranîya malbatan ew e peydakirina her corên materyalên ku dikarin bişewitin, daku ew xanîyên xwe pê germ bikin", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500