Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî ewlehîyê li nêzî sînorên Sûrî û Urdunî piştî êrîşên DAIŞê xurt dikin

Xalid Taî

Hêzeke polîsê Enbarê rêya ber bi Urdun û Sûrîyayê ve diparêze di meha Gulanê de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Hêzeke polîsê Enbarê rêya ber bi Urdun û Sûrîyayê ve diparêze di meha Gulanê de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Desthilatên ewlekarî yên Îraqî 24ê Mijdarê rêkarin parêzî bo parastina bazirganîya navdewletî û rêya seferê ya diçe sînorên Urdun û Sûrîyayê dest pê kirin.

Qayîmmeqamê Rutbayê Îmad Dulêmî ji Diyaruna re ragihand ku rêkar ji ber zêdebûna operasyonên terorî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine girtin, êrîşa herî dawî jî berî rojekê li navçeya Rutbayê li rojavayê parêzgeha Enbarê pêk hat.

Wî anî ziman ku êrîşa Duşemê li nêzî devera Sekar pêk hat û herî kêm efserekî ewlekarî yê hêzên Îraqî hat kuştin, ku otombêla wî hat rawestandin û şewitandin.

Wî dîyar kir ku hewldaneke terorî ya din piştî bûyerê ne bi demeke dirêj hat têkbirin.

Artêşa Îraqî operasyonên lêgerînê li deverine biyabanî yên nêzî rêya navdewletî li rojavayê Enbarê di Tebaxê de pêk tîne. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Artêşa Îraqî operasyonên lêgerînê li deverine biyabanî yên nêzî rêya navdewletî li rojavayê Enbarê di Tebaxê de pêk tîne. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Endamên DAIŞê vê dawîyê hebûna xwe li ser rêya navdewletî û bajarok û gundên biyabanî yên li derdorê zêde kiriye. Weke rêkareke ewlehî, ji 24ê mehê ve rêya navdewletî li pêşîya tevgera rêwîyan rojane ji saet 4ê êvarî heta 6ê sibehê were girtin.

Li gorî qayîmmeqam, bo xurtkirina ewlehîyê li ser rêya bilez, parêzgarê Enbarê Elî Ferhan lihevkirinek bi Fermandarîya Operasyonên Hevbeş re girêda daku yekîneyên artêşê ji bajarê Remadî ber bi Rutbayê ve werin veguhestin.

Dulêmî ji Diyaruna re ragihand ku hejmarek ji rêbendan li ser rêya bilez ku dirêjahîya wê 500 kîlometr e hatiye bicihkirin, ku ew herwiha weke rêyeke bazirganî ya pir girîng tê dîtin.

Rêya navdewletî ku derdora wê biyaban e ji rojava dest pê dike, li ba dergehê Trebîl ê sînorî yê bi Urdunê re û dergehê Welîd ê bi Sûrîyayê re. Ew di Remadî re li navenda parêzgeha Enbarê derbas dibe û li Bexdayê bi dawî dibe.

Dulêmî daxuyand ku dirêjbûna rêyê û nêzîbûna wê ji biyabanê dihêlin terorîst bilez tev bigerin, da ji dilsozên xwe re nîşan bidin ku ew xurttir bûne.

Qayîmmeqamê Rutbayê banga zêdekirina kamîra û teknolojyaya çavdêrîkirinê kir bo parastina rêya navdewletî ji êrîşên DAIŞê yên gengaz.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500