Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî Duşemê (23yê Mijdarê) ragihand ku wê kesek bi postê kordînatorê giştî yê kargêrî yê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) girt piştî giheştina wî bo balefirgeha Bexdayê.
Zimalê bi navê "Ebû Neba" tên naskirin, di meha Cotmehê de hat girtin dema ku "ew siwarî taksîyekê dibû, piştî daketina wî li balefirgeha Bexdayê", peyvdarê Ajansê Sebah Numan ragihand.
Ew weke "hedefeke girîng" bi nav kir, Numan got ku Ebû Neba alîkarîya aborî ji DAIŞê re dabîn dikir, civîn girê didan û name di navbera endamên DAIŞê de vediguhestin.
Ebû Neba rêwîtîya xwe ya tundrewîyê di sala 2003an de dest pê kir "yekem car bi rêxistina Qaîdayê re, berî ku ew tevlî gelek kom û rêxistinan bibe û di dawî tevlî DAIŞê bibe", peyvdar da zanîn.
Lê Numan qebûl nekir navê rastî yê Ebû Neba, ew ji kîjan welatî dihat û çawa wî pişkinîna ewlekarîya balefirgehê şikand berî ew were girtin eşkere bike,
Di postekî mîdyaya civakî de bo ragihandina girtinê, peyvdarê artêşa Îraqî Yehya Resûl serkeftina operasyona Ajansê bo "şopandina bi berdewamî û karê meydanî" vegerand.
Wî got ku ev yekem operasyona bi vî corî ye li Balefirgeha Navdewletî ya Bexdayê, ku ew bi "nehênîyeke tam û serkeftineke mezin hat pêkanîn".
Resûl dîyar kir ku hewalgirîya Ajansê "bi baldarî" Ebû Neba dişopand dema ew ji welatekî biyanî kete tevgerê de heta ku ew giheşt Îraqê.
Wî got ku Ebû Neba bi avakirina şanên DAIŞê yên ku çend wezîfeyan li parêzgeha Bexdayê pêk bînin hatibû erkdarkirin, û wî dixwest ku civînekê bi serkirdeyên DAIŞê li nêzî Bexdayê pêk bîne piştî giheştina wî.
Li jêr çavdêrîya Îraqî
Di sala 2014an de, DAIŞê dest danî ser sêyeka xaka Îraqê, ku hêzên Îraqî bi piştevanîya Hevpeymanîya Navdewletî di dawîya sala 2017an de ew navçe dîsan kontrol kirin. Di sala 2019an de, DAIŞê asêgeha xwe ya dawî li Sûrîyayê ji dest da.
Şanên razayî yên DAIŞê êrîşên nişkaveyî berdewam dikin, di nav de êrîşek li bakurê Bexdayê roja Şemîya borî ku şeş endamên hêzên ewlekarî û çar sivîl tê de hatin kuştin.
Wan herwiha veguhestina pere û kesan di xaka Îraqê re dewam dikir, li gorî berpirsên Îraqî û Rojavayî.
"Ebû Neba bi endamên mayî yên DAIŞê li Îraqê re têkildar bû, ew demeke dirêj bû ku me çavdêrîya gotin û têkilîyên wan dikir," Numan eşkere kir.
Ji dema girtina wî de, Ebû Neba li girtîgehên Îraqî ye û lêpirsîn pê re tên kirin.
Numan dîyar kir ku ew dê li gorî yasaya dijî-terorê ya Îraqî were dadgehkirin, ku ew cezaya mirinê "li endamên rêxistinên terorîst dibire".
Belê, Ewlehî ji berê bêhtir heye. Înşalah, pêşeroj dê baştir be. Terorîst ji bakurê Îraqê derbas dibin ji ber artêşa Îraqî parêzgehên bakurî kontrol nake. Ev yek jî ji ber hewla ya jê re tê gotin hikûmeta Herêmê ku Îraqê lawaz bike û tiştê ku ew bixwaze talan bike.
BERSIV BIDE1 KOMÊNT