Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Selahedînê banga piştgirîya ewlehî dike piştî êrîşên DAIŞê

Xalid Taî

Polîsê Îraqî di 8ê Mijdarê de beşdarî operasyoneke ewlehî ya berfireh dibe ji bo lêgerîna li bermahîyên DAIŞê li çiyayên Mekhûl li Selahedînê. [Wêne ji Polîsê Federal ê Îraqê hatiye wergirtin]

Polîsê Îraqî di 8ê Mijdarê de beşdarî operasyoneke ewlehî ya berfireh dibe ji bo lêgerîna li bermahîyên DAIŞê li çiyayên Mekhûl li Selahedînê. [Wêne ji Polîsê Federal ê Îraqê hatiye wergirtin]

Hikûmeta xwecihî ya Selahedînê ji hikûmeta federal xwestîye ku ewlehîyê li parêzgehê xurt bike piştî êrîşa roja Şemîyê (21ê Mijdarê) ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ku 10 kes kuştin.

Endamên DAIŞê bi şevê bombeyeke bidestçêkirî teqandin ku otombîleke sivîl ku di navbera gundên Meşek û Zawîyayê li devera Bêcîyê rêwîtî dikir kir armanc, şaredarê navçeya Bêcîyê Saed Xezal Duşemê ji Diyaruna re ragihand.

Xezal dîyar kir ku polîs, leşker û endamên heşda êlan bilez çûn cihê bûyerê, lê dema giheştin wê derê ketin kemîna DAIŞê.

Wî da zanîn ku ew rastî gulebaranê hatin ku neh kes tê de hatin kuştin; di nav wan de efserekî polîs, bi navê eqîd Brahîm Mucil Brahîm, û kesekî sivîl.

Fermandarên polîs û arteşa Îraqî di 10ê Mijdarê de dicivin daku pêşveçûna operasyona paqijkirina çiyayên Mekhûl ji bermahîyên DAIŞê gotûbêj bikin. [Wêne ji polîsê parêzgeha Selahedînê hatiye wergirtin]

Fermandarên polîs û arteşa Îraqî di 10ê Mijdarê de dicivin daku pêşveçûna operasyona paqijkirina çiyayên Mekhûl ji bermahîyên DAIŞê gotûbêj bikin. [Wêne ji polîsê parêzgeha Selahedînê hatiye wergirtin]

Di êrîşê de pênc kesên din birîndar bûn.

Piştî ku yek ji birîndaran li nexweşxaneyê mir, roja Yekşemê hejmara mirîyan giheşt 10 kesan.

Êrîş li nêzîkê çiyayê Mekhûl qewimî, ku berî du heftîyan operasyoneke leşkerî ya berfirehbo paqijkirina herêmê ji molgehên DAIŞê lê hat pêkanîn.

Xezal da zanîn ku hêzên Îraqî karîn di vê operasyonê de li gelek deverên kendûkozên wan çiyayî bi hin serkeftinan lêgerînan pêk bînin û hejmarekê ji bermahîyên DAIŞê bikûjin an bigirin.

Wî got ku berîya wê yekê, wan operasyonên din ên serkeftî pêk anîn û dîyar kir ku li gorî çavkanîyên hewalgirî, tenê hejmareke biçûk ji endamên DAIŞê mane.

Lê ji ber zevîyê çal û xwar, bermahîyên DAIŞê hîn jî dikarin xwe veşêrin, piranîya caran li bendê dimînin ku fişara ewlehî kêm bibe berîya ku derkevin êrîşên xwe yên nişkaveyî li dijî hêzên ewlekarîyê û sivîlan pêk bînin, wî got.

Banga bo alîkarîya hikûmeta federal

Xezal got ku piştî êrîşa dawî, hikûmeta xwecihî ya Selahedînê ji hikûmeta federal xwest ku hêzên ewlekarî yên zêde dabîn bike daku li çiyayên Mekhûl li xalên çavdêrîyê werin bicihkirin.

Herwiha hikûmeta xwecihî daxwaza kamîrayên dîtina bi şevê û alavên destnîşankirina tevgerê kiriye bo alîkarîkirin di destnîşankirina tevgerên milîtanan, û daxwaza zêdekirina çavdêrîya hewayî li deverên çiyayî yên parêzgehê kir.

Selahedînê sê roj şîn ji bo qurbanîyên êrîşê ragihandin, di dema ku bi sedhezaran malbat roja Yekşemê mirîyên xwe di nav barîna xem û hêrsê de li parêzgehê defin kirin.

Êrîşa Şemîyê duyemîn êrîşa vê mehê bû, piştî bûyera 8ê Mijdarê ku tê de 11 endamên hêzên ewlekarî û şervanên êlan li nêzîkî Redwanîyê, li başûrê rojavayê Bexdayê hatin kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500