Nûçeyên Iraqê
Analîz

Şareza: Konferansa bi piştgirîya Rûsyayê ya vegera penaberên Sûrî pêkenok e

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Şarezayên Sûrî dibêjin ku konferansa bi piştgirîya Rûsyayê bo hêsankirina vegera penaberên Sûrî, ya ku rojên 11 û 12ê Mijdarê hat lidarxistin, dûrî rastgoyîyê bû. [Wêne ji ajansa nûçeyan a SANA hatiye wergirtin]

Şarezayên Sûrî dibêjin ku konferansa bi piştgirîya Rûsyayê bo hêsankirina vegera penaberên Sûrî, ya ku rojên 11 û 12ê Mijdarê hat lidarxistin, dûrî rastgoyîyê bû. [Wêne ji ajansa nûçeyan a SANA hatiye wergirtin]

Konferansa du-roj a bi piştgirîya Rûsyayê heftîya borî li Sûrîyayê hat lidarxistin bo hêsankirina vegera penaberan "bê nirx e" ji ber welatên serekî yên ku mêvandarîya penaberan dikin ew boykot kiribûn, şarezayên di karûbarên Sûrî de ji Diyaruna re ragihand.

Wan konferans weke şanoyeke ji dehînana Rûsya, Îran û Çînê bo bilezkirina nûavakirinê û dabeşkirina girêbestên wê, û bo hiştina rejîmê beyî hesabkirina wê wê li ser tawanên wê bi nav kir.

Rojnamegerê Sûrî Muhemed Ebdulah ji Diyaruna re ragihand ku konferansa bo vegera penaberên Sûrî ya ku rojên 11 û 12ê Mijdarê li li Şamê hatibû lidarxistin "bi yekcarî bêwate bû" hevdem ligel rewşên heyî, weke ku tiştek li Sûrîyayê nehatiye guhertin.

Wî teqez kir ku şert û mercên ku sivîl neçar kirin ji welat birevin û mafê penaberîyê li derve bixwazin hîn hene, bi taybetî girtinên bêserûber, zordarî, kuştin û talankirin, ku ev hemû bi piştgirîya tam a Rûsya û Îranê rû didin.

"Çawa ji koçber û penaberan tê xwestin ku vegerin warên xwe hevdem ku ewlehî li wan tune ye û girtin, bombebarankirin û êrîş hîn rojane hene?" wî pirs kir.

Wî got ku berî nîqaşkirina vegera penaberan, divê qeyrana koçberîyê li Sûrîyayê bi dawî bibe, bi taybetî li herêma Idlibê, ku bêhtir ji sê milyon Sûrî li wir penaber in.

Hîn Sûrya ne ewleh e

Ebdulah teqez kir ku hîn Sûrîya cihekî xeter e û Sûrî li seranserê welat ne ewleh in, bi taybetî li deverên li jêr kontrola rejîmê, ku girtinênbê serûber li wir hene û xelk û pêdivîyên wan bi temamî hatine paşguhkirin.

Wî got ku li gundewarê Şamê û parêzgeha Deraayê li başûrê Sûrîyayê,rewşa ewlehî her diçe kambax dibe tevî sozên rejîmê ji xelkê re, ku ev yek egera destpêkirina pêleke nû ya tundîyê zêde dike.

Lêkolînerê siyasî Ebdul Nebî Bekar daxuyand ku konferansa vegera penaberên Sûrî "gaveke Rûsya, Îran û Çînê bû".

Du armancên serekî yên konferans hebûn, wî ji Diyaruna re dîyar kir.

Wî da zanîn ku armanc ji konferansê rewakirina hebûna rejîma serokê Sûrî Beşar Esed bû, weke ku komkujîyên rejîmê yên di derheqê sivîlan de û koçberîya bi darêzorê nebin. Herwiha konferansê hewl da zemînekê bo dabeşkirina girêbestên nûavakirinê deyne.

Wî dîyar kir ku rêkeftinên seretayî yên jêrxaneyê di konferansê de hatin ragihandin, û da zanîn ku anîna pereyên nûavakirinê bo Sûrîyayê piştgirîyê dide hebûna rejîmê.

Rêxistinkeran got ku welatên cîran mêvandarîya pişka şêr ji penaberên Sûrî dikin, lê bi tenê Lubnan û Îraqê nûnerên xwe şandine konferansê.

Turkîya mêvandarîya hejmara herî mezin a penaberên Sûrî dike, piştî Lubnan û Urdun tên. Lê ya dawî li konferansê amade nebû û Turkîya, piştevana opozîsyonê, nehatibû vexwendin, AFP ragihand.

Dewletên Yekîtîya Ewropayê jî li konferansê amade nebûn, û da zanîn ku hîna rewşa Sûrîyayê bo vegera penaberan ne ewleh e.

Bekar got ku hevdem gelek welatên bo konferansê hatibûn vexwendin "bi yekcarî tiştekî di warê qeyrana penaberên Sûrî de nakin".

Ev yek jî gumanê li dor rewatîya konferansê zêde dike.

Ev welat jî ev in: Kûba, Cezair, Nîcîrya, Qîrxîzstan, Kolombya, Arjentîn, Sirî Lanka û Abxazya.

Bekar teqez kir ku bi vexwendina delegeyan ji van dewletan rêxistinkeran hewl da ku wan weke perdeyekê bo veşartina meremên xwe yên têkildarî rejîma Esed veşêrin.

Dem ne guncan e

Bekar got ku banga vegera bo welat berî ku şert û merc sergiheştî bibin "binpêkirineke bo yasaya navdewletî".

Wî got ku rêkeftinên navdewletî teqez dikin ku divê jîyaneke asayî ji sivîlan re were peydakirin, ku ev tê wateya bidawîkirina operasyonên serbazî, misogerkirina selametîya wan û piştrastkirin ew dê neyên girtin.

Wî got ku li gorî rêkeftinên navdewletî, divê jêrxane û xizmetguzarîyên serekî ji penaberên vegerin re berdest bin, ku ev yek li Sûrîyayê ne pêkan e ji ber asta wêranîya ji ber cenga li dar.

Parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re ragihand ku gotara Esed di destpêka konferansê de "cihê kenînê bû", bi taybetî dema ku wî berpirsyarîya bêwarîya Sûrîyan xist ser milên welatên ku konferans boykot kirine.

Besam got ku Esed bal kişand ser Amerîka û dewletên Ewropayî, tevî ku ev welat mafê penaberîyê didin bi sed hezarên Sûrîyan bo parastina wan ji kirinên rejîma Sûrîyayê.

Esed angaşt kir ku "bi milyonên Sûrî" yên li derve dijîn dixwazin vegerin welat, wî da zanîn -- ku ev yek jî ne rast e.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500