Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Kuştina berpirsekî bilind ê Qaîdayê li Tehranê pirsên nerehet li dijî Îranê didêre

Pakistan Forward

Sivîl û xebatkarên agirvemirandinê hewl didin ku terman hilînin piştî teqîna bombekê li nêzî balyozxaneya Amerîkayê li Nayrobî, li Kînyayê,di sala 1998an de, ku herî kêm 60 kes di nav de heşt Amerîkî hatin kuştin û bêhtir ji 1,000 kesî birîndar bûn. [AFP]

Sivîl û xebatkarên agirvemirandinê hewl didin ku terman hilînin piştî teqîna bombekê li nêzî balyozxaneya Amerîkayê li Nayrobî, li Kînyayê,di sala 1998an de, ku herî kêm 60 kes di nav de heşt Amerîkî hatin kuştin û bêhtir ji 1,000 kesî birîndar bûn. [AFP]

Ne cihê matmayîyê ye ku rejîma Îranê raporta ku qala kuştina serkirdeyê duyem di rêxistina Qaîdayê de Ebulah Ehmed Ebdulah -- Ebû Muhemed Mesrî -- ji hêla sîxurên Îsraîlî ve li Tehranê dike red bike.

Tiştê ne zelal ew e çima berpirsên Îranî Mesrî li navçeyeke pêşketî ya Tehranê bi salan diparêzin.

Mesrî, ku li Amerîkayê bi têkildarîya wî bi encamdana teqînan sala1998 li balyozxaneyên wî welatî li Tanzanya û Kînya tê tawanbarkirin, li Tehranê bi guleyan vê havînê hat kuştin li ser destê sîxurên Îsraîlî bi fermanên Waşintonê, rojnameya New York Times Înê (13ê Mijdarê) ragihand.

Serkirdeyê bilind ê Qaîdayê ligel keça xwe, Miryam, jinbîyaHemza kurê Osama bin Ladin hat kuştin,rojnameyê got, û xwe spart çend jêderên hewalgirî.

Serkirdeyê mezin ê Qaîdayê Ebdulah Ehmed Ebdulah, Ebû Muhemed Mesrî bi lîstek ji sûcan tê tawanbarkirin ji ber cihgirtina wî di teqandina balyozxaneyên Amerîkayê li Tanzanya û Kînyayê di 7ê Tebaxa 1998an de. Ew li Îranê hatiye kuştin, li gorî jêderên hewalgirî. [Bîroya Federal a Lêpirsînan a Amerîkayê]

Serkirdeyê mezin ê Qaîdayê Ebdulah Ehmed Ebdulah, Ebû Muhemed Mesrî bi lîstek ji sûcan tê tawanbarkirin ji ber cihgirtina wî di teqandina balyozxaneyên Amerîkayê li Tanzanya û Kînyayê di 7ê Tebaxa 1998an de. Ew li Îranê hatiye kuştin, li gorî jêderên hewalgirî. [Bîroya Federal a Lêpirsînan a Amerîkayê]

Hemza bin Ladin (çep), kurê serokê berê yê Qaîdayê Osama bin Ladin, şahîya zemawenda xwe li Îranê pîroz dike, ev wêne ji dîmeneke vîdyo ya Ajansa Hewalgirî ya Navendî ya Amerîkî ku di 1ê Mijdara 2017an de hatiye belavkirin hatiye wergirtin. Tê payîn ku Hemza li jêr parastina rejîma Îranê bû, û serokê berê yê Qaîdayê nameyek bo Rêberê Mezin ê Îranê Elî Xameneî şandibû. Hêzên Amerîkî Hemza bin Ladin li navçeyeke sînorî ya Afxanî-Pakistanî di sala 2019an de kuşt. [Arşîv]

Hemza bin Ladin (çep), kurê serokê berê yê Qaîdayê Osama bin Ladin, şahîya zemawenda xwe li Îranê pîroz dike, ev wêne ji dîmeneke vîdyo ya Ajansa Hewalgirî ya Navendî ya Amerîkî ku di 1ê Mijdara 2017an de hatiye belavkirin hatiye wergirtin. Tê payîn ku Hemza li jêr parastina rejîma Îranê bû, û serokê berê yê Qaîdayê nameyek bo Rêberê Mezin ê Îranê Elî Xameneî şandibû. Hêzên Amerîkî Hemza bin Ladin li navçeyeke sînorî ya Afxanî-Pakistanî di sala 2019an de kuşt. [Arşîv]

Êrîşa roja 7ê Tebaxê di salvegera teqînên Afrîqayê de, yên ku 224 kes di wan de hatin kuştin û bi sedan birîndar bûn, pêk hat.

Berpirsine hewalgirî yên Amerîkî ji Times re ragihandin ku Mesrî di "surgunê" de bû li Îranê ji sala 2003yan ve lê ew bi serbestî li Pasdaranê, li Tehranê dijîn, herî kêm ji sala 2015an ve.

Çîrokeke baş e , lê ne rast e

Sibeha roja 7ê Tebaxê, Mesrî bi keça xwe re li nêzî mala xwe diajot dema ku du çekdarên li ser motorekî pênc fîşek berdan wan, rojnameya Times ragihand.

Du ajansên nûçeyan ên Îranî -- IRNA û Mehr -- di heman demê qala bûyereke hevşêwe kirin û qurbanî weke Hebîb Dawûd, mamosteyekî dîrokê yê Lubnanî yê 58-salî, û keça wî Miryam, 27-salî dan nasandin, bêyî parvekirina agahîyên bêhtir.

Kenala MTV a Lubnanî û hesabên mîdyaya civakî yên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) ragihand ku Dawûd endamekî Hizbulah bû, milîsa girêdayî Îranê li Lubnanê.

Çîrokên hatine rîstin baş in, lê rastî ew e ku yu Hebîb Dawûd tune ye, rojnameya New York Times got.

Lê gelek Lubnanîyên nêzî Îranê got ku ew Dawûd nas nakin, rojnameyê got. Tu nûçe jî têkildarî kuştina mamosteyekî dîrokê yê Lubnanî li Îranê vê havînê nebûn, û lêkolînerekî di warê perwerdahîyê de ku dikare lîstên navên hemû profîsorên dîrokê li Îranê bibîne got ku tu kes bi navê hebîb Dawûd tune ye.

Di rastî de, "Hebîb Dawûd" navekî kod e ku berpirsên Îranî li Mesrî kiribûn, berpirsekî hewalgirîyê eşkere kir.

Nebîl Neîm, serkirdeyê berê yê Cîhada Îslamî ya Mesrî, ku ser bi Qaîdayê ve ye, û hevalê nêzîk ê Mesrî, ji kenala Al-Arabiya ya Siûdî re di Cotmehê de heman tişt teqez kiribû.

Wezareta Derve ya Îranê raport red kirin û got ku "agahî ne rast in".

Girêdanên bi rejîma Îranê re

Mesrî yek ji serkirdeyên damezrêner ên Qaîdayê bû û tê payîn ku ew yekem kes bû ku rêbertîya rêxistinê kir piştî serokê wê, Eymen Zewahrî.

Piştî êrîşên 9/11 li Amerîkayê di sala 2001an de, Mesrî, Seyf Adil û Hemza bin Ladin beşek bûn ji koma serkirdatîya bilind a Qaîdayê ku ji Afxanistanê revîya bûn û berê xwe dabûn Îranê.

Li Îranê, Mesrî Hemza bin Ladin araste dikir, ê ku bo serokatîya rêxistinê dihat amadekirin, li gorî pisporine di warê terorîzmê de. Hemza bin Ladin sala par di operasyonekê de li herêmeke di navbera Afxanistan û Pakistanê de hat kuştin.

Lê hîn Adil serkirde ye û serbest e.

Di sala 2017an de, hikûmeta Amerîkayê komek ji belgehan ku ji baregeha Osama bin Lasin li Abotabadê, li Pakistanê, hatibû derxistin eşkere kir, baregeha ku ew lê ji hêla hêza deryayî ya Amerîkî ve di sala 2011an de hat kuştin.

Belgeh ronîyeke nû diavêjin ser têkilîya Qaîdayê ya ne zelal bi Tehranê re, di nav de dîmenin ji şahîya zemawenda Hemza li Îranê.

Ev belgeh, ligel kuştina Mesrî û belgehên din ên di van salan de eşkere bûn, nîşan didin ku rejîma Îranî, bi taybet Pasdaran, xwedan têkilîyên bi hêz e bi Qaîdayê re.

Pasdaran tê tawanbarkirin ku mêvandarîya hejmarek mezin ji endamên Qaîdayê yên ji hêzên navdewletî direvin dike.

Lîwa Qasim Sulêmanî, serokê Feyleqê Qudis yê ku di meha Kanûna Duyem de li Bexdayê hat kuştin "endazyarê têkilîyên Pasdaran û Qaîdayê bû", li gorî Neîm, serkirdeyê berê yê Cîhada Îslamî bû, yê ku tundrewî red kir.

Wî teqez kir ku berî ew li Sûrîyayê di sala 2008an de were kuştin, fermandarê serbazî yê Hizbulahê Îmad Muxniya jî "roleke girîng di rahînankirina endamên Qaîdayê de, bi taybetî li ser metodên çandina mînan û bombeyan, gerand".

Wî teqez kir ku têkilîyên Qaîdayê bi Pasdaran û hewlagirîya Îranî re bi hêz in, û da zanîn ku "sîmbolîya vê yekê jî dîyar bû dema ku Îranê mêvandarîya malbata serkirdeyê Qaîdayê Osama bin Ladin kir".

Neîm daxuyand ku tevî herdu alî nakokîyên tayifgerî bi salan gur dikin, "Pasdaran nîşan dide ku ew mafên Şîeyan diparêze û berevanîyê li wan dike, û Qaîda heman taktîkê bi komelgeha Sûnî re bi kar tîne".

Îranê bi berdewamî red dikir ku ew mêvandarîya berpirsên Qaîdayê dike, lê piştî eşkerebûnên vê dawîyê, êdî ev angaşt nema tê bawerkirin.

"Îran tayifgerî û mezehebgerî dide pêş dema ku ev yek ji rejîmê re bi sûd be, lê herwiha ew çavê xwe ji nakokîyên Sunî Şî'î digire dema ku li gorî berjewendîyê Îranî be," Colin P. Clarke, şirovekarê di warê rûbirûbûna terorîzmê de li Navenda Soufan ji rojnameya New York Times re ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500