Nûçeyên Iraqê
Penaber

Şer wan ji kokê ve rakir, Sûrî li nava kavilên perestgehên Romanî bi cih dibin

AFP

Kûçikek li nêzî kavilên perestgeheke Romanî li kampeke demkî ya Sûrîyên ku ji ber şer koç bûne li devera Baqirha ya di lîsteya UNESCO de li herêmeke bakur-rojavayê Sûrîyayê ku tije wargehên Romanî û Bîzanetî yên wêrankirî ye, rûdine. Derdora milyon kesên Sûrî Zivistana par ji malên xwe revîyan ji ber êrîşekê bi piştevanîya Rûsya li ser Idlibê û bi dehan ji wan li devera ku di lîsteya UNESCO de ye bi cih bûn. [Ebdul Ezîz Ketaz/AFP]

Kûçikek li nêzî kavilên perestgeheke Romanî li kampeke demkî ya Sûrîyên ku ji ber şer koç bûne li devera Baqirha ya di lîsteya UNESCO de li herêmeke bakur-rojavayê Sûrîyayê ku tije wargehên Romanî û Bîzanetî yên wêrankirî ye, rûdine. Derdora milyon kesên Sûrî Zivistana par ji malên xwe revîyan ji ber êrîşekê bi piştevanîya Rûsya li ser Idlibê û bi dehan ji wan li devera ku di lîsteya UNESCO de ye bi cih bûn. [Ebdul Ezîz Ketaz/AFP]

Ebdul Ezîz Hesen nexwest li kampeke tije bijî piştî ji ber şerê li bakur-rojavayê Sûrîyayê revîya, îcar malbata wî konê xwe di nava kavilên perestgeheke Romanî de vegirt.

Ew û hevjîn û sê zarokên xwe di nava nêzî milyonek Sûrî de ne ku ji malên xwe Zivistana borî revîyane di heyama êrîşekê bi piştevanîya Rûsyayê li ser asêgeha opozîsyonê ya Idlibê de.

Li devera Baqirha ya di lîsteya UNESCO de, ya li nêzî sînorê Turkîyayê, ew niha di nava bi dehan Sûrîyên ku şer wan ji koka wan ve rakiriye de ne û di nava kevneşopên Romanî û Bîzantî ku temenê wan vedigerin gelek sedsalan de dijîn.

Hesen û malbata xwe konek bi teşeyê tunêlê di navbera sê dîwaran de ava kiriye dîwarên ku ji perestgeha Xwedawendê Yûnanî Zeus mayî yê sedsala duyemîn, li deverekê ku amûdên şikestî û binik lê belavbûyî ne.

Li piştî konê wan, cil li ser têla cilan di navbera dîwarên kevin de daleqandî bûn. Panelên rojê li ser kevirên ku hezarsalî ne hatine bicihkirin, ku tîrêjên rojê lê dixin li nêzî beroşeke reş ku li ser tifkê danînî bû.

Hesen dibêje ev dever ji jîyana di kampên koçberîyê de yên pir û nefermî ku li dirêjahîya sînor hatine çêkirin bi xêrtir e, taybet di vê nexweşîya koronayê de.

Zilamê nîvsere yê xwedî rîya nîv boz got ku "min ev der bijart bo serê min rehet be, dûrî cihên qelebalex û tije nexweşî".

Mar û dûvpişk

Sûrîya tije deverên kevneşop e, ji perestgehên Romanî û kelehên Xaçperestan bigire heta bi serayên Osmanîyan.

Gelek ji wan ziyanî dît, rastî bomebaranê yan jî dîzîyê hatin li dirêjahîya neh salên şer ku dawî li jîyana zêdeyî 380,000 anîye û bi milyonan kes koç û penaber kirine.

Bakur-rojavayê Sûrîyayê cih û warê 40 gundên ku di lîsteya UNESCO de ye ji sedsala yekem heta ya heftem, desteya çandî ya NY dibêje û nêrîneke xurt bo jîyanê dide "jîyana gundîtîyê di dawîya serdemên kevin û heyama serdema Bîzentî de".

Wê got, deverên ku paşmahîyên perestgeh û dêran lê mane "veguhestina ji serdema pirxweda ya kevar a Emperatorîya Romayê bo Xiristîyanîya Bîzantî" dîyar dikin.

Dîroknas dibêjin ku Zeus Bomos li Baqirha hema berî du hezar sal hatibû avakirin, li devereke berfirehtir ku paşê ji ber zeyta zeytûnan geş bû.

Serokê desteya kevneşopan a Sûrî Meimûn Ebdul Kerîm anî ziman ku Baqirha bêhempa bû ji ber avahîyên xwe yên baş parastî, di nav de jî du dêrên ji sedsala şeşan.

Tevî hemî endezyarîya avahîsaz a mezin jî, Hesen mukur hat ku hinek acizî ji cihê ku lê dijî dikir, di nav de meşa dirêj bo zarokên xwe bigihîne dibistana gund.

Wî herwiha anî ziman ku dever tije mar û kêzikên nebaş in.

Wî dîyar kir ku "berî du rojan, li nêzî konekî vekirî, min marek kuşt. Û "her roj divê em dûvpişkekê bikujin".

"Lê me hîna cihekî ji vî çêtir nedîtîye".

"Em dikarin herin ku derê jî?

Selih Ceûr ku bûrayê Hesen e û bi dehan zarokên xwe kavilên Beqîra ya kevnar veguherand mala xwe ya nû, piştî ji ber bomebarana Zivistana par revîyan ku hevjîn û kurê wî kuştin.

Wî got, "ev dever dûrî qelebalex û deng e," da zanîn ku ew jî mat ma gava gelek kes ku li nêzî kampê dijîn dîtin.

Malbatên Hesen û Ceûr ji malên xwe ber bi başûr ve revîyan di heyama êrîşeke rejîmê ya navbera Kanûna Yekem a par û Adarê de li parêzgeha Idlibê, ya ji alîyê hevbendîya tundrew Tehrîr el-Şam ve tê birêvebirin.

Tevî agirbesta di navbera Turkîya û alîgira rejîma Sûrî Rûsyayê ya Adarê de jî, kêmî ribekî vegerîya û hîna bomebaran li ser bajarê Idlib û bajarokên derdora wê berdewam e.

Çar zarok di nava heft sivîlên ku 4ê Mijdarê bi bomebarana rejîma Sûrî ya li ser Idlibê hatibûn kuştin de hebûn.

Berpirsine xwecihî ji malbatên ku li devera Baqirha dijîn xwest ku jê derkevin, lê wan ev yek red kir heta cihekî din ji wan re peyda bikin.

Ceûr ê nikare careke din bi destpêka mûsimê baranê re dev ji malbatê berde anî ziman ku "em ferî vî cihî bûne".

"Em dikarin herin ku derê jî?

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500