Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Rejîma Sûrî û milîs bacan ji niştecihên Dêra Zorê distînin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamine milîsên bi ser Pasdaran ve li taxeke sereke ya bajarokê Elbu Kemalê li Dêra Zorê tên dîtin. [Wêne ji Eye of the Euphrates hatiye wergirtin]

Endamine milîsên bi ser Pasdaran ve li taxeke sereke ya bajarokê Elbu Kemalê li Dêra Zorê tên dîtin. [Wêne ji Eye of the Euphrates hatiye wergirtin]

Çalakgerine herêmî ragihandin ku kampanyeke bacwergirtinê ya pergalkirî li deverên rejîmê yên li parêzgeha Dêra Zorê tê meşandin ku hêzên Sûrî û milîsên bi ser wê ve niştecihin girtibûn û ew bernedan heta wan bac nedan.

Kampanya bi taybet sivîlên vê dawîyê vegerîyan bakur-rojhilatê Sûrîyayê armanc dike, nemaze bo bajarokê Elbu Kemalê yê li ser sînorê bi Îraqê re.

Çalakgerê ji Dêra Zorê Cemîl Ebid ji Diyaruna re ragihand ku vê yekê hişt jîyan li deverê hema ne gengaz be.

Wî dîyar kir ku "niştecihên vê dawîyê vegerîyan Elbu Kemalê û piştî soz wergirtin ku ew dê rastî tu acizîyan ji alîyê hêzên ewlekarî yên rejîmê ve neyên, aniha êdî bi girtin, bacwergirtin û gefan re rû bi rû dibin".

Ebid got ku ev binpêkirin bi vegera wan re dest pê dikin, da zanîn jî ku gelek zilamên bi malbatên xwe re vegerayî ji alîyê ewlekarîya serbazî hatine girtin, ku ew dezgeheke rejîmê ye lê li gorî fermanên hêzên Rûsî tev digere.

Ebid daxuyand ku ew girtî hatin agahdarkirin ku divê 500,000 lîreyên Sûrî (1,000 dolar) bidin heta werin serbestberdan. Gelek ji wan ji ber ev qas pere ji wan nehat, neçar man deyn bikin an pezên xwe bifiroşin.

Wî eşkere kir ku bo van kesên nikarin pereyan bidin jî, dibe ku heta demeke dirêj girtî bimînin, an jî dibe bi tawanên sexte bo girtîgehên rejîmê yên li Şamê werin veguhestin.

Piranîya caran tawanên weke karkirina bi hevpeymanîya navdewletî re yan ew endamên komên terorîst in tên pêşxistin, wî got.

Ebid anî ziman ku Firqeya 4an a rejîmê jî "bacine giran" li ser kelûpelên navmal ên malbatên vegerayî bi xwe re tînin disepîne, ku piranîya caran ew buhayê kelûpelan derbas dikin.

Şarezayê karûbarên Îranî Şîyar Turko ji Diyaruna re got ku çalakger û sivîlên li bajarokê Elbu Kemalê endamên Lîwaya 47an a girêdayî Pasdaran tawanbar dikin ku ew tawanbarên sereke yên bacwergirtinê ne.

Wî ragihand ku raportine vê dawîyê dibêjin ku mûçeyên endamên lîwayê heta 50% an bêhtir jî kêm bûne ji ber rewşa aborî ya zehmet a rastî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) tê û ew êdî nema dikare pereyên çekdarên xwe mîna berê bide.

Desteserkirina xanîyên sivîlan

Çalakgerê medyayî yê ji Elbu Kemalê Eyhem Elî ji Diyaruna re got ku hinek malbat ji tirsa ku hêzên rejîmê û milîsên bi ser Pasdaran ve dest deyînin ser erdên wan vegerîyan bajêr.

Wî dîyar kir ku di mehên dawî de, van hêzan hewl da malên vala û samanên taybet ên li navçeyên li jêr destê xwe bişêlînin.

Elî da zanîn ku bo ev pêk were jî, ew destkarîya belgenamyên xwedantîyê dikin û yên nû bo firotinê saz dikin. Dawîya van erdan jî li cem efserên Pasdaran e ku wan vediguherînin mal bo endamên xwe û malbatên wan an jî wan dikin navendên serbazî.

Wî daxuyand ku çekdarên bi ser Pasdaran ve herwiha bela xwe di niştecihên vegerayî de didin, ku gefa girtinê li wan dixwin eger zarokên xwe neşînin kampên olî û yên pêşengîyê yên li herêmê vekirine.

Wî got ku ev kamp ji alîyê efserên Pasdaran ve tên birêvebirin û bi armanca perwerdekirina nifşê bê li ser dilsozîya ji rejîma Îranê re.

Elî anî ziman ku "gelekan tevlîbûna di rêzên milîsan de tevî dana pereyan jî red kir, lewar jî li vir jî hewcedarî bi gef û darêzorê bû".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500