Nûçeyên Iraqê
Aborî

Hevpeymanî projeyên binesazîyê li bakur-rojhilatê Sûrîyayê xurt dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Şandeyek ji nûnerên hevpeymanîya navdewletî û QSD bi bazirganinan re li navçeya Şedadê ya Hesekê di Cotmehê de rûdinin. [Wêne ji Eye on al-Hasakeh hatiye wergirtin]

Şandeyek ji nûnerên hevpeymanîya navdewletî û QSD bi bazirganinan re li navçeya Şedadê ya Hesekê di Cotmehê de rûdinin. [Wêne ji Eye on al-Hasakeh hatiye wergirtin]

Hevpyemanîya navdewletî ya şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dike xebatên geşkirina aborîya xwecihî ya bakur-rojhilatê Sûrîyayê bi rêya piştevanîya projeyên binesazîyê bi pêş dixe.

Kompanî û bazirganên Sûrî yên herêmî li parêzgeha Hesekê bexşan bo pêkanîna projeyên ku hevpeymanî piştevanîya wan dike didin, da aborîya herêmê bi giştî geş bibe, çalakgeran ji Diyaruna re ragihand.

Ev jî dê li pêşîya komên terorîst bibe asteng, nemaze DAIŞ, ku rewşên aborî yên dijwar ên rastî welatîyên Sûrî tê keysbaz nekin.

Şandeyeke şêwirmendan ji Hêza Raspartî ya Hevbeş û Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) serdana navçeya Şedadê ya li başûrê Hesekê di dawîya Cotmehê de kir da rêkarên tomarkirinê yên munaqeseyan bi dawî bikin ên projeyên ku hevpeymanî piştevanîya wan dike.

Çalakger Emar Salih ji Diyaruna re ragihand ku munaqese girêdayî karê binesazîyê ne li baregehên hevpeymanîyê li bajarok û gundên bakur-rojhilatê Sûrîyayê.

Wî anî ziman jî ku prosesa bijartina kompanî û kesayetên bo munaqeseyan hatine di pîvanine zehmet re derbas dibe ku têkilîya wan bi DAIŞê re nîne yan van pereyên werbigirin dê bo piştevanîya rêxistinê neşînin.

Salih dîyar kir ku hejmara kompanîyên li civîna Cotmehê amade bûbûn ji ya berî wê bi çend mehan bêhtir bû.

Wî got, ev yek tê wateya ku bazirganên li herêmê amade ne bi hevpeymanî û QSD re kar bikin, da zanîn jî ku dibe ev yek bibe kakilek ji civakeke kar re ku rêzê ji yasayê re bigire û piştevanîya gendelî û terorîzmê neke.

Wî got, hevpeymanî herwiha piştevanîya gelek projeyên geşedanî yên kompanîyên herêmî li Dêra Zorê bi rê ve dibin jî dike, di nav de tendurisît,kehrebe, av û sektorên veguhestinê.

Geşkirina aborîya herêmî

Rêxistinên alîkarîyê û berpirsên ewlehîyê balê dikişînin ser başkirina rewşa jîyanî li Hesekê û Dêra Zorê bo DAIŞ hejarîyê keysbaz neke ku sivîlan bi rêya pereyan tecnîd bike, Sumeya Îsa xwebexşeke komeleyeke xêrxwaz li Hesekê got.

Wê ji Diyaruna re got ku ev gava hevpeymanî û QSD ku girêbestan di rêya munaqeseyan re bidin dê "bêkarîyê di nava ciwanan de kêm bikin û wan dûrî terorîzmê bixin".

Sumeya anî ziman ku di heman demê de, sûdê dide kompanîyên biçûk û navîn û dê aborîyê geş bike bi rêya xwesteka zêde ya li ser meteryalên xam. Ev yek dê karan bo bazirganên herêmê xurt bike yên di kesada aborî de fetisîbûn.

Şerîf Mihemed niştecihekî gundewarê Hesekê ji Diyaruna re got ku hêzên hevpeymanîyê piştevanîya hejmareke mezin a projeyan dikin ku kompanîyên Sûrî yên xwecihî bi rê ve dibin.

Wî da zanîn ku projeyên çaksazkirina kehrebe û xizmetên avê û danîna pumpeyên nû jî di nav de hene, ku hinek ji wan bo ava vexwarinê û yên din bo avdanê ne.

Mihemed daxuyand ku dewamkirina kar li kanalên avdanê bi awayekî mezin alîkarîya cotkaran kir ku bi hejmarine mezin vegerîn kar.

Wî anî ziman ku vê yekê aborî geş kir, ku karkerên rojane, ajokerên terektoran û alavên veguhestina semad û zadan dixwaze.

Mihemed got, vê yekê herwiha bazar jî çalak kir û hişt buhayên hinek zadên ku niha pir peyda ne kêm bibin, da zanîn jî ku ev dê rehetîyê bide niştecihan û zextên darayî yên li ser wan sivik bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500