Nûçeyên Iraqê
Medya

Îran artêşa elektronî bi kar tîne da ku tevlihevîyê li Îraqê gur bike

Faris Omran

Wêneyekî ji înternetê xwenîşanderên Îraqî dîyar dike ku radihêjin wêneyekî pisporê ewlekarî Hîşam Haşîmî, yê ku di 6ê Tîrmehê de ji alîyê çekdarekî tê pêşbînkirin ku endamekî milîsên Îran piştgirîya wan dike hat kuştin. Haşimî rexnekirina xwe ya wêrek ji rola komên Îranî li Îraqê di rêya hevpeyvnên xwe yên mîdyayê re dihat naskirin.

Wêneyekî ji înternetê xwenîşanderên Îraqî dîyar dike ku radihêjin wêneyekî pisporê ewlekarî Hîşam Haşîmî, yê ku di 6ê Tîrmehê de ji alîyê çekdarekî tê pêşbînkirin ku endamekî milîsên Îran piştgirîya wan dike hat kuştin. Haşimî rexnekirina xwe ya wêrek ji rola komên Îranî li Îraqê di rêya hevpeyvnên xwe yên mîdyayê re dihat naskirin.

Tehran "artêşeke elektonî" li Îraqê belav kiriye weke hewldanekê da ku tevlihevîyê gur bike û bandorê li gelê Îraqî bike da piştgirîya siyasetên Îranê li herêmê bike, rojnamevan û çalakgerê Îraqî dibêje.

Ji 2007an ve, ya jê re tê gotin "Yekîtîya Televîzyon û Radyoya Îraqî", ya ku li jêr kontrola Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) e, makîneya xwe ya propegandayê ava dik, aniha bi 40 kenalên televîzyonê li Îraqê kar dike.

Di rêya vê stratejîyê re, rejîma Îranî û wekîlên wê reşkirinê belav dikin armanca wan jê tarîkirina rastîyan û rûbirûkirina dijberên ecindeyên Îranî di rêya xirabkirina navûdengê wan, gazinkirin û navtidan ku tundîyê li dijî wan bikin.

Weke mînak, "artêşa elektronî" ya Îranê êrîşa xwe li dijî tevgera xwenîşandanên Îraqî berdewam kir ji çaxa destpêkirina wan dawîya sala par weke hewldanekê ku tevgera cemawerî ya hejmûna Îranê û hemû dezgehên biyanî li Îraqê red dike.

Di 6ê Mijdara 2019an de, Îranê kampanyayeke mîdyayê ya berfireh bi rê ve bir da piştgirîya ya jê re dibêje "hevalbendîya bi Îraqê re" weke bersiv ji hêrsa di xwenîşandanên Îraqî yên li dijî destwerdana Îranî. [Wêne li ser înternetê hatiye belavkirin]

Di 6ê Mijdara 2019an de, Îranê kampanyayeke mîdyayê ya berfireh bi rê ve bir da piştgirîya ya jê re dibêje "hevalbendîya bi Îraqê re" weke bersiv ji hêrsa di xwenîşandanên Îraqî yên li dijî destwerdana Îranî. [Wêne li ser înternetê hatiye belavkirin]

"Yekîtî" ku Pasdaran piştgirîya wê dike paralel li gel Sendîka Rojnamevanên Îraqî ya Fermî kar dike û kampanyayên navtêdan û xirabkirina navûdeng li dijî serkirdeyên xwenîşandanan û mîdyaya serbixwe bi rê ve dibe di rêya alîkarîkirinê di terorkirina wan de yan jî gelekan neçar bikin ku birevine herêma Kurdistanê yan dervey welat ji ber tirsa ew ew werin armanckirin.

Bi dehan çalakger li Îraqê hatin kuştin ji çaxa destpêkirina tevgera xwenîşandana Cotmeha par, ku gelek ji wan li ser destên çekdaran hatin terorkirin di rêya bikaranîna çekên bêdengker.

Terorkirina Hîşam Haşimî ya 6ê Tîrmehê, şêwirmendekî hikûmeta Îraqî û şarezayekî gelekî rêzdar derbarê tundîyê, mînakeke herî balkêş e derbarê hewldana Tehranê ku dengên Îraqî bêdeng bike.

Haşimî gefên mirinê ji milîsên Îraqî yên Îran piştgirîya wan dike wergirtin berî ew were terorkirin. Ew rexnegirekî rastgo bû ji hejmûna van koman li Îraqê.

Sûdgirtina Îranê ji mîdyayê re

Terorkirin û windakirinên berî û piştî kuştina Haşimî digihine rêjeya "îlankirina şer" bi birêveberîya Îranê li dijî dijberên wê yên hejmûna Îranî red dikin, rojnamevan û çalakegrê mafnasî Ehmed Hemdanî got.

"Sûdgirtina Îranê ji mîdyayê re ne tiştekî nû ye," wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got, "Yekîtîya Radyo û Televîzyona Îraqî berî çend salan li jêr serperiştîya kesayetên nîzîkî rejîma Îranî ve hat damezrandin". "Ev sazî berpirs e derbarê birêvebirin û temwîlkirina stasyonên radyo û kenalên televîzyonê yên wekîlên Îranê li Îraqê."

"Yekîtî ne tişteke ji bilî ku ew dirêjkêşaneke ji Yekîtîya Radyo û Televîzyona Îslamî ya Îranê re, ya ji alîyê Pasdaran ve tê piştgirîkirin, ya ku herwiha kenelên ragihandinê yên Libnanî û Sûrî jî bi rê ve dibe," Hemdanî got.

Wî got ku Tehran baş rola ragihandinê di çêkirina raya giştî û bandorkirina wê li siyasetê dizane û rejîma ranî van platformên mîdyayê bi kar tîne da ku ecindeyên bo belavkirina tevlihevîyê û çêkirina arêşeyan li Îraq û deverê han bide.

Wî got, "platformên mîdyayê yên Îranê zêdeyî vê yekê çûne û aniha ew eşkere [tundîyê] han didin, rastîyan reş dikin, û tuhmeyan li dijî çi dengê Îraqîyê dijber araste dikin û bi awayekî tund destwerdanê di serwerîya Îraqê de û proseya çêkirina biryarê de dikin".

"Artêşa elektornî" ya Îranê tekekesên ku bi hezaran hisabên sexte li ser tora civakî bi rêve dibin da ku propegandaya Îranî belav bikin dihundirîne herwiha da ku êrîşî çalakgerên Îraqî bikin û hisabên wan hak bikin, Hemdanî got..

"Herwiha ew wan bi awayekî sexte ji birêveberîyên van platforman re radigihînin da nehêlin ku ew postan belav bikin yan dijîtal çalak bin û ew heman rêbazê bi xwedîyên hesaban yên heta ku postên kesên din şirove dikin an rexnê li Îranê û wekîlên wê dikin re bi kar tînin," wî got.

Wî got ku herwiha ev artêş alîkarîyê dikin di belavkirina haştagên alîgirê Îranê da bihêlin ku ew gelekî li ser medyaya civakî belav bin". Di nav wan haştagan de "Îraqî hebûna biyanî li ser erdê xwe red dikin " an "Îraqî piştgirîya Îranê dikin di rûbirûkirina sizayan de".

Belavkirina îdîolojîya tundrew

Zêdeyî van "artêşên elektronî", Îran û pîlanbazên wê li Îraqê ji 40 heta 57 kenalên satelaytî bi rê ve dibe, herwiha hejmareke mezin ji stasyonên radyo û rojnameyan jî, ên bi awayekî yekser ji alîyê Pasdaran ve tên temwîlkirin, li gorî rojnamevan û şirovekarê siyasî yê Îraqî Zîyad Sincarî.

"Îran torên mîdya û yên nûçeyan, yên dîjîtal û ne dîjîtal, bi kar tîne da ku armancên xwe li Îraq û deverê bi cih bîne, armancên ku giranîyê didin belavkirina îdîolojîya tundrew û reşkirina rastîyan ji bikarênerên mîdyayê re," wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku belavkirina van "artêşên elektronîk" xizmetê dikin "da ku berjewendî û ecindeyên Îranî biparêzin dê rêya bêdengkirina çi dengên bi azadîyê ji hejmûna Îranê bang dikin û wekîlên wê rexne dikin".

"Îran gelekî xet derbas kiriye di rêya gurkirina tayifgerîyê, parçebûnên civakî û nefretê û ew vê yekê di rêya kişandina bala berên civakê di rêya kirêtkirina sembolên olî û neteweyî, bi taybet di rûdanên olî de," Sincarî got.

Wî got ku divê hikûmet li gotar û naveroka midyayê ya van kenalên Îranê vegere, weşana wan rawestîne û rewşenbîran han bide ku li dijî gotara jehrîn û şerê mezhebî yê ku ev kenal han didin derkevin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500