Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Belcîka du ciwanan ji ber bicihanîna plangêrîyeke DAIŞê digire

AFP

Serokwezîrê Belcîkî Charles Michel qeftek gul dideyne bo bibîranîna salvegera duyem a êrîşên terorî li Brûsilê yên di sala 2016an de qewimîn, li monumênta bîranînan li bajar di 22yê Adara 2018an de. Berî wê bi du salan, 32 kes hatibûn kuştin û 324 kes birîndar bûbûn piştî sê êrîşên xwekujî ku DAIŞê ew li xwe girtin. [Nicolas Maeterlinck/AFP]

Du kesên sîpek, temen 16 û 17, li Belcîkayê hatine girtin û bi dilsozîya ji rêxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re û bi bicihanîna plangêrîya pêkanîna êrîşeke bi kêran li ser efserên polîs tên tawanbarkirin, dozgeran Pêncşemê (5ê Mijdarê) ragihand.

Her du derengîya Şemîyê li bajarokên Eupen li rojhilatê welat, li nêzî sînorê bi Almanyayê re, hatin girtin û li navendeke girtinê ya taybet bi sîpekan in.

Nûçegehanên ragihandina dewleta Belcîkî RTBF gotin ku wan kesan vîdyo kişandine ku di wan de ew sûnd dixwin ku ew alîgirê DAIŞê ne.

DAIŞê berpirsyarîya xwe ji êrîşa bi guleyan ya ji hêla kesekî xwedan nasnameyên Nemsayî -Mesedonî ve Duşemê li Viyênayê pêk hat, ku çar kes tê de hatine kuştin, ragihand.

Berî aniha Belcîka bûbû armanca êrîşên DAIŞê, di nav de êrîşa ku di Adara 2016an de pêk hat çaxê ku erîşkarine xwekujî 32 kes kuştin û 340 kesên din birîndar kirin di çend teqînan de ku balefirgeha Brûsilê û rawestgeheke metro li paytextê armanc kirin.

Di Gulana 2018an de, kesekî radîkal du efserên polîs û xwendekarek di êrîşekê de kuştin ku DAIŞê berpirsyarîya xwe jê ragihandibû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500