Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq 2 endamên DAIŞê yên li pişt êrîşa li ser malbatekê li Dîyalayê digirin

Xalid Taî

DAIŞê berpirsîyarîya xwe ji êrîşa li ser gundê Xaylanîyayê li parêzgeha Dîyala di 27ê Cotmehê de ragihand. [Wêne di mîdyaya civakî de hatiye belavkirin]

DAIŞê berpirsîyarîya xwe ji êrîşa li ser gundê Xaylanîyayê li parêzgeha Dîyala di 27ê Cotmehê de ragihand. [Wêne di mîdyaya civakî de hatiye belavkirin]

Hêzên Îraqî du endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) girtin ku wan di êrîşekê ku tê de serkirdeyekî êlan ê navdar û çar endamên malbata wî li navçeya Muqdadîyayê ya ser bi parêzgeha Dîyalayê hatin kuştin cih girtibû.

Wezareta Hundir Duşemê (2yê Mijdarê) ragihand ku Ajansa Hewalgirî û Lêpirsînanê ya Federal a Îraqî operasyoneke 24-demjimêrî ya bilez pêk anî ku bû sedema girtina "du terorîstên ku di komkujîya Xeylanîyayê de cih girtibûn".

Di 27ê Cotmehê de, serokê êla Kaebî, Şêx Elî Fezalî Kaebî, ji alîyê endamên DAIŞê ve li gundê Xeylanîyayê ku piranîya wan Sunî ne hat kuştin.

Milîtanan laşê qurbanîyê bombrêj kir û çar endamên malbata Kaebî di teqînekê de hatin kuştin dema ku wan xwest kelaşî wî bibin.

Hêzên Îraqî di 1ê Mijdarê de li bermahîyên DAIŞê digerin li bax û gundên li navçeya Muqdadîyayê, li parêzgeha Diyala, piştî êrîşeke terorî heftîya borî serkirdeyekî êlan ê navdar û çar endamên malbata wî kuştin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî di 1ê Mijdarê de li bermahîyên DAIŞê digerin li bax û gundên li navçeya Muqdadîyayê, li parêzgeha Diyala, piştî êrîşeke terorî heftîya borî serkirdeyekî êlan ê navdar û çar endamên malbata wî kuştin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqê hatiye wergirtin]

DAIŞê berpirsyarîya ji êrişê ragihand, ev yek jî bi berfirehî ji hêla niştecihên xwecihî ve hat şermezarkirin.

Endamên DAIŞê yên hatine girtin ji ber tawanên têkildarî terorîzmê, ji ber têkilîya wan a bi DAIŞê re û çalakîyên wan ên li "mehwerên Kerkûkê û Dîyala li wîlayeta Îraqêya DAIŞê, tên xwestin", wezaretê eşkere kir.

"Tawanbar li tawanên xwe mukur hatin," wezaretê got û anî ziman ku ew dê bo dadgehê werin şandin daku cezayeke dadmend werbigirin.

Şaredarê navçeya Muqdadîyayê Hatim Tamîmî ragihand ku girtin di çarçoveya operasyoneke berfireh a hêzên hevbeş ên Ajansa Hewalgirî, polîs, Fermandarîya Operasyonên Dîyala û Ajansa Dijî Terorîzmê de, ya ku piştî êrîşa terorî ya li Xeylanîyayê dest pê kir, pêk hat.

"Di van çend rojên dawî de, hêzên ewlekarî dehl û gundên dûrdest ên ser bi Muqdadîyayê ramaliştin," wî ji Diyaruna re got.

Wî da zanîn ku wan heya niha çar gumanbar girtine ku li nêzîkî cihê êrîşê bûn, û dîyar kir ku ew niştecihên wê deverê ne.

Operasyon "hevdem ligel hebûna hevahengîyeke astbilind bi niştecih û êlên navçeyê re berdewam dikin", Temîmî got.

Gef ji hawîrdor tên

"Êrîşa terorî ya heftîya borî hişt ku hêzên ewlekarîyê hewldanên xwe zêde bikin û nexşeyên ewlehî ya li navçeya Muqdadîyyê, ku tê de gelek dever hene ku ewlehîya wan lawaz e, binirxînin," Temîmî got.

Wî got ku di nav van de deveran de jî navçeyên bakûrî yên li tenişt Çemê Dîyala û gundên Muxeysa, li navçeya Ebû Saidayê, Şêxî û Ebû Xenazîr.

Wî dîyar kir ku hêzên ewlekarîyê rêbend li gelek ji van deveran danîne, hejmara hêlên bergirîyê zêde kirine, û erkên xebatên piştevanî, çavdêrî û koleçanê bo lêgerîna li terorîstan û têkbirina êrişên wan zêde kirine.

Wî got ku rewşa ewlehî li navenda navçeyê seqamgîr e, "lê pirsgirêk li herêmên li derdora wê hene, ku gelek bax û deverên rûxandî hene ku ew xebatên çavdêrîkirin û lêgerîna li rêxistinên terorî asteng dikin".

Wî dîyar kir ku hinek ji van gundan vala ne ji ber ku niştecihên wan hîn koçber in û anî ziman ku ev yek ji berhengarîyên sereke ye, ji ber ku dibe li deverên ku niştecih li wan kêm bin binpêkirinên ewlehîyê bêhtir werin dîtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500