Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraqê 2 keçên Êzîdî ji kampeke Sûrîyayê vegerandin

Xalid Taî

Zarokeke Êzîdî ku ji hêla DAIŞê ve hatibû revandin di 27ê Tebaxa 2019an de vedigere cem malbata xwe. [Wêne ji Husên Qaidî birêveberê Ofîsa Karûbarên Êzîdîyên Revandî hatiye wergirtin]

Zarokeke Êzîdî ku ji hêla DAIŞê ve hatibû revandin di 27ê Tebaxa 2019an de vedigere cem malbata xwe. [Wêne ji Husên Qaidî birêveberê Ofîsa Karûbarên Êzîdîyên Revandî hatiye wergirtin]

Du keçên Êzîdî yên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di sala 2014an de ew revandibûn ji kampeke li Sûrîyayê hatin derxistin û bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin, berpirsekî Duşemê (2yê Mijdarê) eşkere kir.

Xeyrî Bozanî, birêvebirê giştî yê karûbarên Êzîdî li Wezareta Weqf û Karûbarên Olî, ji Diyaruna re got ku Ofîsa Karûbarên Êzîdîyên Revandî cihê keçên - 15 û 19 salî - ku li kampa Holê li Sûrîyayê bûn destnîşan kir.

Wî got ku ew piştî "mîsyoneke veşartî û xeternak" hatin derxistin û vegerandin bo Îraqê.

"Kamp jinên tundrew ên DAIŞê dihundirîne, û derbaskirina sînor, ketina nav kampê û azadkirina her du keçan ji destên wan jinên tundrew karekî ne hêsan bû," wî teqez kir.

Keç ji gundên Koço û Tel Qesabê yên li başûrê Şengalê ne. Dema ku DAIŞê di Tebaxa 2014an de Şengal dagir kir ew ji aliyê wan ve hatibûn revandin.

Bozanî got ku ew paşê di çarçoveya kampanyaya rêxistinê ya bazirganîya bi jinên Êzîdî de bo Sûrîyayê hatin birin.

Wî got ku "mîna jin û mêrên din ên Êzîdî yên ku ji hêla DAIŞê ve hatibûn revandin, di wan salên ku ew dîl hatibûn girtin de ew rastî reftarên xerab û çewisandinê hatibûn," û anî ziman ku hewlên ji bo "azadkirina hemû kesên revandî û vegerandina wan a bi awayekî ewleh bo Îraqê" berdewam in.

Keçên Êzîdî di destê jinên DAIŞî de ne

Bozanî dîyar kir ku piranîya 1,302 jinên Êzîdî yên revandî ku nehatine hesabkirin dibe ku ji hêla jinên DAIŞî ve li Holê girtî bin, yên din jî li deverên din ên Sûrîyayê ne.

Li gorî amarên herî dawî, ji 6,417 Êzîdîyên ku ji hêla DAIŞê ve hatin dîl girtin, heya niha bi giştî 3,542 kes hatine rizgarkirin.

Bozanî da zanîn ku ji kesên sax mane 1,203 jin û 339 mêr in, yên din jî zarok in: 1,045 keç û 955 kur.

Bozanî ji hikûmeta Îraqê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) li Sûrîyayê xwest ku ew alîkarîya ofîsa wî bikin bo dîyarkirina çarenivîsa Êzîdîyên nebedîkirî.

Wî got ku "ke gelek caran bang kir, û em îroj banga xwe nû dikin, ji bo gav werin avêtin û ji bo hevkarîyeke berfireh hebe bo lêgerîna li mêr û jinên ku hatine revandin, rizgarkirina wan û bidawîkirina êşên wan ên bi salan."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500