Nûçeyên Iraqê
Ciwan

Zarokên kampa Holê di xeterîyê de ne: "Ew bombeyên demjimêrkirî ne"

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Xebatkarên mirovî û civaknas ditirsin ku zarokê li kampa Holê ji alîyê jinên tundrew ve werin bikaranîn ji bo nifşekî nû ji endamên DAIŞê ava bikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Naher Media hatiye wergirtin]

Xebatkarên mirovî û civaknas ditirsin ku zarokê li kampa Holê ji alîyê jinên tundrew ve werin bikaranîn ji bo nifşekî nû ji endamên DAIŞê ava bikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Naher Media hatiye wergirtin]

Alîyên pêwendîdar hişyarîyê didin ku zarokên li kampa Holê li Sûrîyayê dimînin "bombeyeke demjimêrkirî ne" dibe ku ew rastî xeterîya radîkalîbûnê werin ji ber ew di mercên xerab de û li gorî ramanên tundrew tên xwedîkirin.

Gelek jin ku yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞê) ne li kampê dijîn û berdewam dikin îdîolojîya rêxistinê ya radîkal di serê zarokên xwe û zarokên din de diçînin, ew dibêjin.

"Dora 34,000 zarokan ên temenê wan kêmî 12 salan e li Holê hene -- bêtirî 120 ji wan ne bi malbatên xwe re ne yan ji wan veqetiyane û li navendeke guhdanê ya demikî li kampê dijîn," Stéphane Dujarric peyvdarê NY di kurtahîyekê de got di 16ê Cotmehê de.

Wî got ku şert û merc li Holê "ji hemû alîyan ve zehmet in" û anî ziman ku di van mehên dawî de,"xebatkarên di warê mirovî de kar dikin tirsa xwe derbarê rewşa ewlehî ya xerab li kampê derbirîn kir piştî zêdebûna bûyerên tundûtûjîyê".

Zarok li pêşîya konan dilîzin li kampa Holê li bakurê Sûrîyayê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Naher Media hatiye wergirtin]

Zarok li pêşîya konan dilîzin li kampa Holê li bakurê Sûrîyayê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Naher Media hatiye wergirtin]

Kêşeyên ku zarokên kampa Holê rastî tên kêşeyên herî xeternak in ên ku xebatkarên hewarçûn û civakî li kampê bi wan re didin û distînin, Nermîn Osnam, a ku di Dezgeha Hewarçûnê di Heyva Sor A Kurdî de li kampa Holê kar dike, got .

Zarok dikevine sê koman de: a pêşîn ji zarokên ku bi malbatên xwe re dijîn pêk tê û ew zarokên endamên DAIŞê ne, yên alîkarîyê bi rêxistinê re dikin yan malbatên wan di kampê de hatine dorpêçkirin.

Koma duyem ji zarokên bêbav ên çekdarên DAIŞê yên mirin an ên reviyan, ên ku bi dêyên xwe re li kampê dijîn pêk tê, lê koma sêyem ji sêwêyên ku li deverên ji kontrola DAIŞê hatin rizgarkirin hatin dîtin pêk tê.

Rêxistinên li kampê tiştê ji dest wan tê dikin daku jîngeheke guncan ji zarokan re peyda bikin, Osman ji Diyaruna re ragihand. "Lê kêmbûna hevkarîyê û samanên sînordar dikevine rêya ku xizmeteke guncan ji vê hejmara mezin a [zarokan] re peyda bikin," wî got.

Fêrgehên ku têra hemûyan bikin tune ne û ne rûbereke bes ku bihêle hemû zarok tevlî çalakîyên rojane yên ku li kampê tên lidarxistin bibin heye.

Hişên nazik ên ciwanan

Zarokên li kampa Holê "bombeyeke demjimêrkirî ne ji alîyê jinên DAIŞê yên li kampê hatine vehewandin" Besma Husnî , pisporeke civaknasî li Zanîngeha Qahîrayê, got.

"Zarok heta temenê 18-salî hewcedarîya wan bi fêrgeh û jîngeheke civakî ya normal heye, ya bê wê dê gelekî zehmet be ku wan vegerînin jîyana wan a normal dema ew bi emir mezintir dibin," wê ji Diyaruna re got.

Wê got ku divê ev doz guhdaneke navdewletî wergire ji ber ev zarok ji gelek welatên cuda ne, û tevlîkirina wan di nav civakê de "proseyeke zehmet e ku temwîleke mezin dixwaze".

"Ev tiştekî ku welatekî tenê yan birêveberîya kampa Holê ti carê nikare bi tena xwe bike," Husnî got.

Dora 40,000 zarok ji bêtirî 60 welatan li kampa Holê dijîn, li gorî UNISEF.

Husnî pêşniya kir ku hin zarokan vegerînin welatên wan daku hizirê radîkal ji serê wan were derxistin û careke din li jêr serperiştîya rêxistinên navdewletî werin perwerdekirin, ji ber girîng e ku zarokan ji jîngeha kampê ya dijwar derkevin.

"Mejîyên zarokan di qonaxên pêşîn ji jîyana wan ramanên ji wan re tê gotin digirin û bi vî awayî mana wan li jêr kontrola jinên tundrew, heta eger dêyên wan bin jî, dê bê guman wan ber bi tundîyê ve bibe û bihêle ku ew ramanên çewt bigirin," wê got.

Hêzên Kurdî yên kampê bi rê ve dibin gelek caran daxwaz kirin ku welatên resen çekdarên biyanî û malbatên wan vegerînin.

Lê gelek dewletan hêdî hêdî bi vê yekê pêbend bûn, ji xeynî ku zarokên sêwî vegerîne.

Roja Duşemê (26ê Cotmehê), çar zarokên Elbanî ji Holê hatin vegerandin li gorî daxwaza hikûmeta Elbanî.

Rojnamevan û çalakgerê civakî Emar Salih got ku bi saya karê wê li kampa Holê û xebata wî ligel rêxistinên navdewletî û civakî, wî yekser kirinên jinên DAIŞê li wir dîtin.

"Ew nahêlin zarokên wan û zarokên gelek jinên [din] tevlî çalakîyên şahîyê, yên civakî û perwerdeyî yên ku li kampê tên lidarxistin bibin daku ew zarokan li jêr kontrola xwe bihêlin," wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî dîyar kir ku li şûn wê ew ramanên DAIŞê yên tund di mejîyên zarokan de diçînin -- dema ku gelek jin hîn bawerîya wan bi van ramanan tê -- daku nifşekî radîkal ê nû ji ciwanên DAIŞê ava bikin.

Ev jin gelek caran jinên din ditirsînin ku ew dê tundîyê li dijî wan bi kar bînin ji bo kontrola zarokên wan bikin, Saleh got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500