Nûçeyên Iraqê
Hilbijartin

Komên girêdayî Îranê gefê li hilbijartinên werin ên Îraqê dikin

Faris Omran

Îraqîyek di hilbijartinên parleman ên 12ê Gulana 2018an de dengê xwe dide. [Wêne ji hikumeta Îraqê hatiye wergirtin]

Îraqîyek di hilbijartinên parleman ên 12ê Gulana 2018an de dengê xwe dide. [Wêne ji hikumeta Îraqê hatiye wergirtin]

Îraqiyên ku bi Diyaruna re axivîn dîyar kirin ku ew bi hêvî ne ku hilbijartinên parlemanê yên pêşerojê dê nexşeya siyasî ya welatê wan biguherînin, bi nehiştina hejmûna alîyên girêdayî Îranê.

Wan teqez kir ku xwenîşandanên girseyî yên ku meha Cotmehê ya sala borî li dijî gendelîya hikûmetê û kiryarên milîsan dest pê kirin bûne sedema hêrseke cemawerî ku dibe bihêle hinek hêz rastî şikestinan werin di hilbijartinan de.

Di gotarekê de roja 24ê Cotmehê, serokwezîrê Îraqê Mustefa Kazimî ragihand ku hilbijartinên parlemanê dê di Hezîrana 2021an de werin pêkanîn, ku dema wan hinekî li ser daxwazên xwenîşanderan hatin pêşxistin, AFP ragihand.

Hevdem ku nîqaş li ser yasayeke nû ya hilbijartinê didome, parlemana Îraqê tije blokên alîgirê Îranê ye ku ew li hember çaksazîyên siyasî yên rasteqîn radiwestin.

Lêvegera olî ya bilind a Şîeyan Ayetulah Elî Sîstanî piştgirîya hilbijartinên pêşwext kir, ûÎraqî han dan ku bi awayekî berfireh beşdarîyê di wan de bikin.

Wî hişyarî da ku derengxistina hilbijartinan an lidarxistina wan bêyî dabînkirina mercên pêwîst ji bo misogerkirina serkeftina wan "dê kêşeyên welat kûrtir bike".

Berhengarî li hember desthilatdarîya dewletê

Xwenîşandanan dîyar kir ku partî û milîsên girêdayî Îranê "piştgirîya wan a cemawerî tune ye", Ebdul Rehman Meşhedanî, mamosteyê têkilîyên aborî li zanîngeha Îraqîyayê, teqez kir.

Hêrsa gel li hember binpêkirinên ku ji hêla van koman ve hatine kirin zêde dibe, wî ji Diyaruna re got, "û ev dikare bibe sedema kêmbûna şansê partiyên alîgirê Îranê di warê bidestxistina nûnertîyê di pêvajoya siyasî de".

Meşhedanî teqez kir ku di heman demê de guherînek di gorepana siyasî yê Îraqê de bend e bi dabînkirina "jîngehek ewleh ji bo proseya hilbijartinê ku dûr be ji bandora komên çekdar".

Wî got ku ev yek zehmetîyeke mezin tîne pêş hikûmetê, ji ber ku komên alîgirên Îranê ku çekên neqanûnî bikar tînin "dê şerm nekin ku her tiştî bikin ji bo parastina berjewendîyên xwe".

"Hêza pere û çekên siyasî a komên girêdayî Îranê gefek cedî ye," lêkolînerê di karûbarên siyasî de û pisporê serbazî Eyad Tofan ji Diyaruna re ragihand.

Wî dîyar kir, "ev kom dikarin bandora xwe bikar bînin daku bandorê li pêvajoya hilbijartinê bikin, wekî ku çawa wan di hilbijartinên 2018an de kir."

Bi rêya kiryarên xwe, wan berdewam xwest ku zagonê lawaz bikin, rola ajansên ewlekarîyê û sazîyên fermî kêm bikin û ziyanê bigihînin ewlehî û berjewendîyên Îraqiyan, wî got.

Wî da zanîn ku wan herwiha gef li aştîya navxweyî ya Îraqê kir, û bal kişand ser şewitandina baregeha Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê, piştî ku serkirdeyê partîyê Huşyar Zêbarî daxwaz kir ku milîs ji Navçeya Kesk werin derxistin.

Tofan dîyar kir milîs dê "bi hêsanî dest ji sîbera siyasî bernedin, a ku destûrê dide wan ku destêwerdanê di pêvajoya biryardayîna niştîmanî de bikin û bandora xwe ya ku armanca wê xizmetkirina projeya Îranî ye biparêzin."

Wî hişyarî da ku dibe ku ew hewil bidin ku rewşa ewlehî berî hilbijartinan têk bidin.

''Pêvajoyeke siyasî ya nû''

Komên dilsozê Îranê, di nav de Esaib Ehl el-Heq bi serokatîya Qeys Xezelî û Rêxistina Bedir, niha beşek in ji Hevpeymanîya Fatih, ku ew hevpeymanîyeke parlemanî.

Ev kom dê bandora xwe bikar bînin daku "misoger bikin ku dê hebûneke wan a bihêz di parlemana werê de hebe", pisporê ewlehîyê Macid Qeysî ji Diyaruna re got.

Wî da zanîn ku wan dest bi amadekarîyên bo hilbijartinan kirine "bi nîşandana serkirdeyên xwe yên serbazî mîna serkirdeyên siyasî", lê tevî vê yekê, dibe ku hejmara kursiyên parlemanê yên di destê milîsan de ji 47 kursîyan bo 10 an 12 kursîyan kêm bibin.

Wî daxuyand ku bo pêkanîna vê çendê divê ku dewlet tedbîran bigre ji bo sînordarkirina hilgirtina çekan,serdestkirina yasayeke hilbijartinê ya pêgerd û dadperwer , û ya herî girîng jî, temamkirina endamên pêwîst ji birêvebirina Dadgeha Federal re.

Wî got ku hêzek cemawerî ya ku hegemonîya milîsan red dike dê di roleke serekî di avakirina pêvajoyeke siyasî û demokratî ya nû de li Îraqê bigerîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500