Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Şanderê NY dibîne derengbûn di prosesa siyasî ya Sûrîyayê de heye

AFP

Şanderê taybet ê NY bo Sûrîyayê Geir Pedersen, ku maskeke parêzî li xwe dike ji ber petaya COVID-19, ji nûçegehanan re diaxêve dema giheştina bo hotêla xwe li Şamê di çarçoveya serdanekê de roja 25ê Cotmehê. [Luey Bişara/AFP]

Şanderê taybet ê NY bo Sûrîyayê Geir Pedersen, ku maskeke parêzî li xwe dike ji ber petaya COVID-19, ji nûçegehanan re diaxêve dema giheştina bo hotêla xwe li Şamê di çarçoveya serdanekê de roja 25ê Cotmehê. [Luey Bişara/AFP]

Şanderê NY Sêşemê (27ê Cotmehê) eşkere kir ku dê civîneke nû di vê mehê de bi armanca pêkanîna pêşketinekê di bidawîkirina şerê Sûrîyayê de neyê lidarxistin lê wî hêvî kir ku civîn di Mijdarê de were lidarxistin.

Piştî serdanekê bo Şamê, şanderê taybet ê NY bo Sûrîyayê Geir Pedersen got ku tu rêkeftin li dor ajandeya civînekê ku qewl bû di meha Cotmehê de li Cinêvê hatibaye lidarxistin bi armanca pêkanîna çaksazîyan di makzagona Sûrîyayê de tune ne.

"Em hîn negihestine rêkeftinekê," wî bi rêya vîdyo ji civîneke NY re ragihand.

"Lê eger rêkeftineke tam hat pêkanîn, dê plan girêdana civînekê di Mijdarê de be," wî got, lê wî dîroka 23yê Mijdarê ya ku ji hêla hinek diplomatan hat behskirin piştrast nekir.

Ew dê civîna çarema koma biçûk be li dor çaksazîyên di makzagonê de û dê dora 45 nûner ji rejîma serokê Sûrîyayê Beşar Esed, opozîsyonê û civaka sivîl tê de amade bibin.

Riçard Mills, cîgirê nûnerê Amerîkayê li NY, ragihand ku nebûna pêşketinê "him nayê pejrandin û him cihê daxê ye".

"Em bawer dikin ku dem hatiye em ji rejîma Esed re bibêjin êdî bes e," Mills got.

Balyozê Fransî, Nikolas de Riviere, rejîma Esed gunehbar kir ku ew demê xerc dike.

"Proseya siyasî giheştiye rêyeke girtî," wî got, û da zanîn ku destketinên heta aniha yên komîteya dariştina makzagonê "hema bibêje ne tiştek in".

Xebat bo ''çareserîyeke siyasî ya giştî''

Amerîka û Fransa dixwazin ku çareserîyeke siyasî ya giştgîr li Sûrîyayê bibînin ûsûcdarên felaketan werin darizandin piştî dora dehsalekê ji cenga ku tê gotin wê canê 380,000 kesan çinîye.

Lê Esed, bi piştgirîya Rûsya û Îranê, careke din dest danîye ser piranîya xaka welat.

Proseya siyasî, ya ku di Cotmeha 2019an de dest pê kiriye, hewl dide ku makzagoneke ku ji alîyê hemû pêkhate û hêzan ve were pejirandin bîne holê bo rê li ber hilbijartinan xweş bike.

Mark Lowkok, birîkarê emîndarê giştî yê NY bo karûbarên mirovî, ji civînê re got ku NY daxwaza 211 milyon dolarên din dike bo nehiştinanexweşîya COVID-19 li Sûrîyayê.

Wî dîyar kir ku pere dê di warên peydakirina pêdivîyên bijîşkî, baştirkirina giheştina bi ava pak, taqîmkirina kampan û baştirkirina rewşa dibistanan de werin xerckirin.

Lowkok got ku tê payîn "pir bêhtir" ji 13,500 haletên COVID-19 ên bi awayekî fermî hatine ragihandin li Sûrîyayê hebin wî nîgeranîya xwe têkildarî lezgînîya belavbûna petayêli kampên pir qerebalix anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500