Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Di êrîşeke bi dronê ya Amerîkî de 17 tundrew li bakur-rojavayê Sûrîyayê tê kuştin

AFP

Xwepêşandarine Sûrî li dijî hikumeta Sûrî û pêngava serbazî ya Rûsî li welat derdikevin, di 23'yê Cotmehê de li bajarê Idlibê yê di destê opozîsyonê de li bakur-rojavayê Sûrîyayê. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Xwepêşandarine Sûrî li dijî hikumeta Sûrî û pêngava serbazî ya Rûsî li welat derdikevin, di 23'yê Cotmehê de li bajarê Idlibê yê di destê opozîsyonê de li bakur-rojavayê Sûrîyayê. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Artêşa Amerîkî êrîşeke bi dronê li dijî serkirdeyên Qayîdayê li bakur-rojavayê Sûrîyayê li nêzî sînorê bi Turkîyayê re Pêncşemê (22yê Cotmehê), di encamê de 17 tundrew hatin kuştin.

Peyvdara Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) lîwa Beth Riordan ragihand ku "hêzên Amerîkî êrîşek li dijî civîna komeke serkirdeyên payebilind ên Qayîdayê li nêzî Idlibê, li Sûrîyayê pêk anî".

Riordan di daxuyanîyekê de anî ziman ku "rakirina van serkirdeyên Qayîdayê dê karîna rêxistina terorîst ji hev bixe ku nikaribe planên zêde bigerîne û êrîşên li ser asta cîhanî pêk bîne û gefê li welatîyên Amerîkî, hevkarên me û sivîlên bêguneh bixwe".

Wê behsa hejmara kuştîyên di vê êrîşê de nekir.

Lê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku operasyona ku civîneke tundrewan li gundê Cekera li devera Selqînê kiriye armanc herî kêm 17 tundrew kuştin, di nav de 11 serkirde.

Rewangehê da zanîn ku pênc sivîl jî di nava kuştîyan de bûn.

Gund li Idlibê li dawîn asêgeha sereke ya opozîsyona Sûrî ye, ku di destê Tehrîr el-Şam de ye û ji alîyê şaxekî berê yê Qayîda û alîgirên wê yên dijber tê birêvebirin.

Lê komên din ên tundrew, di nav de koma Huras el-Dîn a bi ser Qayîdayê ve jî li herêmê ye.

Serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman dîyar kir ku pênc tundrewên ne Sûrî di nava kuştîyan de bûn, lê nasnameyên wan yekser nehatin naskirin.

Wî got ku "ew bo şîvekê di konekî de li bistanekî li Cekera hatibûn vexwendin".

Wî daxuyand ku "ew civînek serkirdeyên dijberên Tehrîr el-Şam bû û yên lihevkirinên Rûsî-Turkî red dikir" hişt agirbesteke sistik li Idlibê çêbibe. "Hinek ji wan nêzî Huras el-Dîn bûn".

Lihevkirina Adarê ya navbera opozîsyona Sûrî bi piştevanîya Enqereyê û alîgira hikumetê Moskoyê hişt êrîşeke dijwar ji alîyê hêzên hikumetê li ser dora sê milyon kesên herêmê raweste.

Hevpeymanî bi serkêşîya Amerîka li rojhilatê welat dimîne, ku êrîşên wê yên asmanî bi piştevanîya hêzên Kurdî tê kirin ên şer paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500