Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hevpeymanîya navdewletî, QSD bi jinavbirina DAIŞ û piştgirîkirina sivîlên li Sûrîyayê pêbend in

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Komeke zarokên Sûrî li dor endamên hêzên Amerîkî li Hesekê kom dibin, di wêneyekê de ku dîroka wê nehatiye destnîşankirin. [Wêne ji Euphrates Post hatîye wergirtin]

Komeke zarokên Sûrî li dor endamên hêzên Amerîkî li Hesekê kom dibin, di wêneyekê de ku dîroka wê nehatiye destnîşankirin. [Wêne ji Euphrates Post hatîye wergirtin]

Sûrîyên li herêmê ji Diyaruna re gotin ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) û hevpeymanîya navdewletî, ku piştgirî dide wê, wekî toreke ewlehîyê ne ji gelên bakûrê rojhilatê Sûrîyayê re.

Bi hev re, ev hêzên herêmî û navdewletî alîkarîyê di misogerkirina ewlehîyê de dikin rêya dûrxistina metirsîya ku ji hêla "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve tê çêkirin.

Hebûna wan li bakûrê rojhilatê Sûrîyayê debara jiyana civaka deverê misoger dike, ji ber ku ew alîkarîyê di parastina xwezaya civakî û aborî de dikin.

Tevî ku DAIŞ li Sûrîyayê hate têkbirin ûşikestineke serbazî dît, şerê hevpeymanîya navdewletî û hêzên QSD li dijî rêxistinê nerawestîya, mîdyavan û çalakgerê civakî Emar Salih ji Diyaruna re got.

Hêzên Amerîkî li parêzgeha Hesekê li Sûrîyayê pêgerekê pêk tînin, di wêneyekê de ku dîroka wê nehatiye destnîşankirin. [Wêne ji Euphrates Post hatîye wergirtin]

Hêzên Amerîkî li parêzgeha Hesekê li Sûrîyayê pêgerekê pêk tînin, di wêneyekê de ku dîroka wê nehatiye destnîşankirin. [Wêne ji Euphrates Post hatîye wergirtin]

Hevpeymanîya navdewletî xwedî xeteke girîng e ku heya 10,000 dolar dide li hember agahîyên ku dê alîkarîyê di girtina terorîstan, naskirina cihên depoyên çekan, an gefên li dijî hêzên hevpeymanîyê de bikin.

Hevpeymanîya navdewletî xwedî xeteke girîng e ku heya 10,000 dolar dide li hember agahîyên ku dê alîkarîyê di girtina terorîstan, naskirina cihên depoyên çekan, an gefên li dijî hêzên hevpeymanîyê de bikin.

Wî got ku êdî endamên DAIŞê wan deverên ku demekê hebûna wan a girîng lê hebû kontrol nakin, lê ew hîn jî hewl didin ku êrîşî sivîlan bikin û alozîyekê çêbikin.

Wî dîyar kir ku operasyonên serbazî yên bi armanca jinavbirina şaneyên razayî yên DAIŞê berdewam in û da zanîn ku QSD, bi piştevanîya asmanî a hêzên hevpeymanîyê, êrîşan bi rêkûpêk pêk tîne û bermahîyên DAIŞê digire.

Peydakirina jîngeheke ewle

Operasyonên ewlehî niha bi giranî li biyabana Sûrî (Badîya) ne, lê di nav wan de serdegirtin li deverên din ên ku endamên DAIŞê xwe li wan vedişêrin hene, Salih ji Diyaruna re got.

Wî got hin endamên DAIŞê xwe ji ber çav vedişêrin, bi rêya karên asayî yên ku dihêle ew bi sivîlan re bikevin têkilîyê.

Wî got ku di hin rewşan de endamên DAIŞê ji sivîlan piştgirî xwestine û hin kesên ku hevkarîya wan kirine, alîkarî dane wan ku bi şaneyên xwe re têkilî daynin.

Salih got ku ji ber vê sedemê, hevkarîya sivîlan bi QSD û hêzên hevpeymanîya navdewletî re bûye faktorekî sereke ji bo bidestxistina serkeftinê di şerê li dar ê li dijî DAIŞê de.

Efserê QSD Ferhad Xoca ji Diyaruna re got ku xebatên hêzên hevpeymanîyê li parêzgehên rojhilatê Dêra Zorê û Hesekê ne tenê di warê operasyonên serbazî de ne.

Wî dîyar kir ku armanca wan ew e ku ew di heman demê de jîngeheke ewledar ji sivîlan re peyda bikin.

Hevpeymanîya navdewletî herwiha eşkere kiriye ku ew parastina hêzên xwe pir cidî digire û ew dê personel û berjewendîyên xwe li deverê biparêze.

Mînak, wesayîtên zirxî yên Bradley ên Amerîkî di nîvê meha îlonê de li rojhilatê Sûrîyayê hatin bicihkirin bo parastina azadîya tevgera hêzên hevpeymanîyê û berdwamkirina operasyonên xwe yên ji bo têkbirina DAIŞê bi awayekî ewleh.

Berdevkê hevpeymanîyê kolonêl Wayne Marotto ragihand ku "hebûna hêzên piyade dê bibe alîkar ji bo parastina hêzên hevpeymanîyê li meydana pir bi aloz li li bakûrê-rojhilatê Sûrîyayê."

Handana sivîlên Sûrîyayê

Xoca got ku hêzên hevpeymanîyê însîyatîfên sûdbar ji tendirustî, perwerde û çandinîya xelkê re pêk tînin, ku ev herwihaaborîya deverê pêş ve dibeû bi hezarên derfetên kar peyda dike.

Bi vî karî wan nîşan da ku ew bi jinavbirina DAIŞê û piştgirîkirina sivîlan pêbend in, bi rêyapiştgirîkirina civakê û alîkarîkirin bi xelkê re ku vegerin jîyana xwe ya asayî bi rêya xebatên pêşxistina aborîyên xwecihî.

Xoca got ku hêzên hevpeymaniyê herwiha hevkarîya herêmî pêş dixin bi rêya xelatkirina kesên ku agahîyan derbarê komê de dabîn dikin.

Çalakgerê ji Dêra Zorê Cemil Ebid ji Diyaruna re got ku hêzên hevpeymanîyê rîska ku welatiyên heremê rastî tên bo xeberlêdan li endamên terorîst an jî reftarên gumanbar berçav digirin.

Wî got ku ji ber vê yekê ew heta bi 10,000 dolar pere didin li hember agahîyên alîkar di girtina terorîstan de û ji bo alîkarîkirin bi endamên civaka xwecihî ku biçin cihekî din jiyana xwe deynin û karên xwe yên bazirganî an çandinî berdewam bikin, eger hebûna wan a berdewam li deverekê xeternak be.

Ebid dîyar kir ku ev yek sînorê "handana diravî ya ku ji hêla DAIŞê ve dihat dan bo neçarkirina mirovan ku piştgirîya lojîstî jê re peyda bikin derbas dike".

Ji bo dabînkirina agahîyên ku dikarin bibin sedema girtina terorîstan, naskirina cihên depoyên çekan an gefên li dijî hêzên hevpeymanîyê, li vir têkilîyê bikin: [email protected] yan +9647512451273 bi rêya SMS, WhatsApp, Telegram an telefonê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500