Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Komgorek nû termên 100 qurbanîyên DAIŞê dihundirîne

Ala Husên li Bexdayê

Termên mirovan li komgoreke kevin hat dîtin, ku ew di meha Hezîranê de li devera Hemîdatê li navçeya Kesk a Nînewayê hatibû dîtin. [Wêne ji Sazîya Şehîdan a Parêzgeha Nînewa hatîye wergirtin]

Termên mirovan li komgoreke kevin hat dîtin, ku ew di meha Hezîranê de li devera Hemîdatê li navçeya Kesk a Nînewayê hatibû dîtin. [Wêne ji Sazîya Şehîdan a Parêzgeha Nînewa hatîye wergirtin]

Berpirsên Mûsilê, bajarê herî mezin ê parêzgeha Nînewayê, dibêjin ku komgora nû hatîye dîtin termên 100 kesên nenaskirî dihundirîne.

Vê dîtinê careke din bal kişand ser rewşa bi hezaran kesên ku hatin nebedîkirin dema ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di sala 2014an de dest danî li ser bajar.

Besman Xanim, berpirseke yekeya nûjdariya tawazanî ya Birêveberîya Tendirustîyê li Nînewayê, ji Diyaruna re got ku kompanîyeke belêndarî ya navxweyî ew komgor di 8ê Îlonê de bi tesaduf dît.

Term li gora bi kom a li rojavayê Mûsilê, li baxçeyê dibistana Ibn Sîna, ku ji nû ve tê avakirin, hatine veşartin. Sazîya şehîdan û yekeyên nûjdariya tawanzanî yên Bexda û Nînewa komîteyeke hevbeş ava kirin daku xebatên derxistin û destnîşankirina nasnameyên laşan bi rêya têstên DNA pêk bînin.

Komgoreke kevin di Hezîranê de li devera Hemîdatê li navçeya Kesk a Nînewayê hatibû vedîtin [Wêne ji Sazîya Şehîdan a Parêzgeha Nînewa hatîye wergirtin]

Komgoreke kevin di Hezîranê de li devera Hemîdatê li navçeya Kesk a Nînewayê hatibû vedîtin [Wêne ji Sazîya Şehîdan a Parêzgeha Nînewa hatîye wergirtin]

Xanim diyar kir ku peygerînên tawanbarî dê paşê hûragahîyên têkildarî mirinan eşkere bikin.

2500 kesên winda hatine tomarkirin

Neşwan Salim, berpirsekî ji Ofîsa Mafên Mirov a Nînewa, ji Diyaruna re got ku ofîsa wî li ser 2500 dosyayên kesên wendayî kar dike ji dema ku wan di sala 2017 de ji nû ve dest bi kar kir, ku 450 doz ji wan hatine çareser kirin.

Wî bang li hukûmetê kir ku komîteyên taybet ava bike daku rewşa kesên nebedîbûyî çareser bike.

Wî da zanîn ku hejmara rastîn a kesên windayî ne dîyar e û got ku komîteyên hikûmî dikarin bibin alîkar ku ev hejmar were destnîşankirin û dikarin alîkarîyê di lêpirsînkirina çarenûsa kesên wendayî de bikin. Ew dikarin alîkarîyê di dabînkirina pisporîya teknîkî ya pêwîst bo vekirina goran û destnîşankirina nasnameyên qurbanîyan de bikin.

Zeyn el-Abidîn Muslih, alîkarê birêveberê Sazîya Şehîdên Nînewa, ji Diyaruna re got ku hebûna gelek gorên bi kom li parêzgehê nîşan dide ku teqez hejmara kesên endayî gelektir e ji hejmara fermî.

Wî diyar kir ku heya niha, 83 gorên bi kom ên ku DAIŞê li pey xwe hiştine li seranserê parêzgehê hatine dîtin. Şengal, ku bi sedan Êzîdî lê hatin kuştin û veşartin, xwedan pişka şêr ya van goran e, ku piranîya wan li gundê Koço ne, ku gund bi tevahî ji hêla DAIŞê ve hatibû wêran kirin.

Fadil Gerawî, ku di Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Îraqî bo Mafên Mirov de kar dike, got ku derengmayîna vekirina gorên bi kom li seranserê Îraqê ji ber hebûna bermahîyên teqemenî yên şer li nêzîkê wan goran, nebûna pere û nebûna hejmareke baş ji pisporên meydanê ye.

Wî got ku gelek gorên bi kom ên mezin hîn nehatine vekirin li Nînewa, di nav de yên li Badûşê, Xefsa û Çiyayê Şengalê, ku dibe ew hejmareke mezin ji qurbanîyan bihundrîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500