Nûçeyên Iraqê
Aborî

Hizbulah bi qaçaxkirina kelûpelan bo Sûrîyayê sizayan bin pê dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ev sindoqên tûtinê ku li Lubnanê hatin desteserkirin ber bi Sûrîyayê ve dihatin arastekirin. [Wêne ji Hona Beirut e]

Ev sindoqên tûtinê ku li Lubnanê hatin desteserkirin ber bi Sûrîyayê ve dihatin arastekirin. [Wêne ji Hona Beirut e]

Bi qaçaxkirina kelûpelan bo Sûrîyayê, Hizbulaha Lubnanî sizayên Amerîkî yên li ser rejîma Sûrî û piştgirên wê hatine sepandin bin pê dike.

Yasaya Qeyser bo Parastina Sivîlên Sûrî ya 2019an hewl dide ku nehêle asayîbûn bi rejîma serokê Sûrî Beşar Esed re çêbibe bê ku ew ji ber binpêkirinên mafên mirov were muhasebekirin.

Bazara reş li Sûrîyayê xwe dispêre kelûpelên ku bi qaçaxî ji Lubnanê tên, bi taybet derman, sotemenî û xwarin, aborînasê Sûrî Mehmûd Mustefa ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ev materyal bi buhayine gelek bilind ji alîyê kesên nêzîkî rejîmê û berpirsên rejîmê ve têne firoştin, digihe 10 taqan li nirxê wan ê eslî.

Ev wêneye ji tomarkirineke vîdyoyê ye ku dergehekî sînorî di navbera Sûrîya û Lubnanê de li bakurê Lubnanê dîyar dike.

Ev wêneye ji tomarkirineke vîdyoyê ye ku dergehekî sînorî di navbera Sûrîya û Lubnanê de li bakurê Lubnanê dîyar dike.

Wî got ku gelek ji dahatên firoştinên bazara reş bo xezîneyên rejîmê tên şandin "da kêmbûna di pereyan de ya ji ber krîza darayî qerebû bike".

Bazirganîya neyasayî di nav bera herdu alîyan de berdewam e, herwiha qaçaxçîyên Sûrî kelûpelan di rêya heman torê re bo Lubnanê tînin.

Wî got ku materyalên xwarinê di rêya alîgirên Hizbulah re tên qaçaxkirin û bi buhayê du taq tên firoştin, bi vî awayî herikandina dahatên neyasayî yên zêde bo rejîma Sûrî bi pereyên biyanî misoger dikin ên alîkarîyê pê re dikin ku xwe li ber sizayên ku li ser hatine sepandin ragire.

Mustefa daxuyand ku piranîya kelûpelên ku bo Lubnanê tên qaçaxkirin materyalên xwarinê yên bingehîn in ku hewcedarîya gelê Sûrî bi xwe bi wan heye.

Wî got ku ev materyal bi buhayên bilind û bi dolarên Amerîkî tên firoştin, ku rejîma Sûrî bi dahatên zêde û bi pereyên biyanî dabîn dikin.

Zêdekirina bargiranîya Sûrîyan

Yasaya Qeyser rê li ber rejîma Sûrî girt di rêya girtina dergehên ku wê hewl dida ku di rêya wan re pereyan bi dest bixe, şirovekarê siyasî Ebdul Nebî Berekat ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku operasyonên qaçaxîyê yên sîstematîk ên Hizbulah li Sûrîyayê bi cih tîne "binpêkirineke eşkere ye ji Yasaya Qeyser re, ji ber ev operasyon herikîna pereyan a berdewam bo berpirsên rejîmê û xezîneya wê re misoger dikin".

Bekar got ku ev pere dê alîkariya rêjîmê bikin ku li ser pêyan bimîne û daxuyand ku sivîlên Sûrî gelek salan li jêr kontrola wî êş kişand.

Wî got ku rola Hizbulah di orgenaîzkirina operasyonên qaçaxîyê de û dabînkirina parastinê ji qaçaxçîyan re "dihêle ku ew yekser rastî sizayên Yasya Qeyser were, ku dê di pişt re bandorê li aborîya Lubnanî bike".

Wî anî ziman ku ev zîyana herî mezin e ku ji ber operasyonên qaçaxîyê gihaye Lubnanê, ku di wan opersyonan de kelûpelên ji alîyê hikûmetê ve têne terxankirin li Sûrîyayê têne firoştin.

Ligel serperiştîkirina dergehên ne yasayî, Hizbulah çekdarên xwe ji hin deveran vekişandin daku rê ji qaçaxçîyan re vala bike bo ew di bin parastina wê de kar bikin, Selah Mensûr, ku berpirsekî payebilind ê berê yê Hizbulah e, got.

Mensûr nêzîkî serkirdayetîya partîyê bû li Navçeya Bîqayê berî ku ji komê veqete.

Materyalên ku bo Sûrîyayê tên guhestin petrol, mazot û dermanên k dermanxaneyan li Lubnanê hatine kişandin dihundirîne, wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku herwiha ard, nan û gelek materyalên xwarinê yên din, gelek caran bi nirxên du taq li Sûrîyayê tên firoştin ji alîyê dilsozên rejîmê û efserên artêşa Sûrî ve.

Operasyonên qaçaxîyê aniha giranîyê didine benzîn û mazotê û guhestina mêjera herî mezin a gengaz ji wan keresteyan berî ku alîkarîyên aborî ya ji alîyê Banka Navendî ya Lubnanê ve were rakirin, Mensûr got.

Wî anî ziman ku rakirina alîkarîy aborî "dê proseya qaçaxîyê asteng bike ji ber ew dê nirxên benzîn û mazotê bilind bike heta astine ku welatîyên Sûrî nikarin tehmûl bikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500