Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Îraq parêzgerekî berê ku bi milyonan dolar bi awayekî ne rewa qezenc kirine tawanbar dike

AFP

Desteya dijî-gendelîyê ya Îraqî di 19ê Cotmehê de ragihand ku wan parêzgerê berê yê Nînewayê Nofel Akûb girtiye, ku bi dîzîya bi mliyonan dolar hatiye tawanbarkirin, di nav de alîkarîyên welatîyên ku ji ber şer ji malên xwe revîyane. [Wêne ji rûpela Seda el-Nezaha ya Facebookê hatiye wergirtin]

Desteya dijî-gendelîyê ya Îraqî di 19ê Cotmehê de ragihand ku wan parêzgerê berê yê Nînewayê Nofel Akûb girtiye, ku bi dîzîya bi mliyonan dolar hatiye tawanbarkirin, di nav de alîkarîyên welatîyên ku ji ber şer ji malên xwe revîyane. [Wêne ji rûpela Seda el-Nezaha ya Facebookê hatiye wergirtin]

Desteya dijî-gendelîyê ya Îraqî Duşemê (19ê Cotmehê) ragihand ku wan parêzgerekî berê girtiye, ku bi dîzîya bi mliyonan dolar hatiye tawanbarkirin, di nav de alîkarîyên welatîyên ku ji ber şer ji malên xwe revîyane.

Nofel Akûb yê di Adara 2019an de weke parêzgerê Nînewayê istîfa kir piştî noqbûna qeyîkekê ku 150 kes tê de hatin kuştin, ji sizakirinê filitîbû ji ber xwe li herêma Başûrê Kurdistanê ya xwedî rêveberîyeke xweser veşartibû.

Akûb ê ji ber gendelîyê sizayên Amerîkî jî lê hatibûn birîn, li Mûsilê gava kefalet bo dozeke din dida hat girtin.

Desteya dijî-gendelîyê ya welat di daxuyanîyekê de ragihand ku parêzgerê berê yê Nînewayê piştî fermaneke dadwerî hat girtin.

Daxuyanîyê got ku ew û berpirsine nêzî wî bi standina pereyên giştî ku derdora 64 milyon dolarî dikin hatine tawanbarkirin.

Parêzgeha Nînewayê ya bakurî zêdeyî du salan ji ber hikumê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), û şerê dijwar ê rizgarkirina bajar ji çekdaran hatibû wêrankirin.

Akûb bi dizîya pereyên ku ji nûavakirinê re tarxandî bûn tawanbar kiriye, di nav de pereyên avakirina du nexweşxaneyan li Mûsilê û alîkarîyên bo ew kesên ji ber şer ji malên xwe revîyane.

Qezenckirina pereyan bi awayekî ne rewa li Îraqê berbelav e, ku cihê xwe di nava nebaştirîn tawankar li cîhanê de digire li gorî endkesê gendelîyê yê salane yê Rêxistina Rastîyê ya Navdewletî.

Ji 2004an ve, dora 450 milyar dolar ji pereyên giştî di berîkên sîyasetmedar û bazirganên biguman de wendabûn, li gorî parlamenê.

Îraq alîkarîne bi qasî 30 milyar dolarî ji xwebexşine navdewletî li Kwêtê di 2018an de kom kirin ta parêzgeha wêrankirî ji nû ve ava bike, lê hema tu dîran ji van pereyan nehatin xerckirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500