Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Tankereke Îranî tê dîtin neftê digihîne keştîgeheke Sûrîyayê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ev wêne ji dîmeneke vîdyoyê hatiye wergirtin ku Tanker Trackers belav kiriye, ew tankera Suezmax a Îranî ligel keştîyeke biyanî bo milyonek bermîl neft bigihîne piştî ku ji termînal Girava Xergê ya Îranê derket dîyar dike.

Ev wêne ji dîmeneke vîdyoyê hatiye wergirtin ku Tanker Trackers belav kiriye, ew tankera Suezmax a Îranî ligel keştîyeke biyanî bo milyonek bermîl neft bigihîne piştî ku ji termînal Girava Xergê ya Îranê derket dîyar dike.

Wêneyek ji tankera Suezmax a Îranî roja Şemîyê (17ê Cotmehê) hat kişandin ku ew milyonek bermîl ji nefta Îranî vala dike keştîgeha Banyasê ya Sûrî di rêya tora setelayta ya Planetê bo çavdêrîkirina erdê

"Serab" hat dîtin ku ew barê xwe di rêya seravekê re vala dike, bendeke ku weke bendeke di navbera sazîyên beravê û tankeran de bo barkirina an valakirina xazê û kelûpelên şile, Semîr Medenî ji Tanker Trackers li ser Twîterê got.

Tanker Trackers xizmeteke înternetê ya serbixwe ye ku şehnkirin û depokirina nefta xav dişopîne û radigihîne li gelek xalên coxrafî û ceopolîtîk ên girîng, di rêya bikaranîna wêneyên sateleytê û datayên şopandina deryayî.

Derbarê menawra Serabê, abornasê Sûrî Muhemed Mustefa ji Diyaruna re ragihand ku Îran guhestina neftê bo rejîma Sûrî berdewam dike, tevî ku Sûrîya û Îran herdu li jêr sizayên Amerîkî ne.

Sûrî li ser dorê rawestiyane li benzînxaneyekê hevdem ligel hebûna qeyraneke sotemenîyê ya kambax. [Wêneji Ajansa Sana ya Nûçeyan e]

Sûrî li ser dorê rawestiyane li benzînxaneyekê hevdem ligel hebûna qeyraneke sotemenîyê ya kambax. [Wêneji Ajansa Sana ya Nûçeyan e]

Cizayên Amerîkî li ser rejîma Sûrî ji Hezîranê ve tên bicihanîn.

Yasaya Qeyser bo Parastina Sivîlên Sûrî di sala 2019an de armanc dike ku misoger bike ku serokê Sûrî Beşar Esed û hevalbend û piştgirên wî dê ji ber tawanên ku li dijî gelê Sûrî pêk anîn werin muhasebekirin.

Herwiha yasa armanc dike ku destwerdana biyanî di Sûrîyayê de asteng bike, bi taybet ji alîyê Îran û Rûsyayê ve, di rêya cizakirina kompanîyên li seranserî cihanê yên ku bi rejîmê re didin û distînin.

Berûpêçkirina ysayên navdewletî

Mustefa got ku Îran yasayên navgasyona navdewletî berûpêç dike di rêya vemirandina alava AIS a şandin û wergirtinê yê ku li ser tankerên wê yên neftê hatine danîn daku bi awayekî nepenî berhemên neftê bigihîne rejîma Sûrî.

AIS sîstemeke pêşîlêgirtina lihevketinê bi awayekî berdewam cihê keştîyê di deryayê de diguhêze.

Di rêya vemirandina alava AIS a şandin û wergirtinê, Serab karibû rêya xwe berdewam bike bê ku were şopandinpiştî wê kenala Swêsê derbas kir.

Wî got ku ev binpêkirineke ji yasayên deryavanî navdewletî re, yên dibêjin divê alava şandin û wergirtinê vêxistî bimîne, daku rêya barkeştîyê û keştîgeha peywendîyê destnîşan bikin û nehêlin ku li tankerine din ên ku di wir re derbas dibin bikeve.

Di komeke tomarkirinên vîdyo yên di 30ê Îlonê de li ser Twîterê hatin belavkirin, Tanker Trackers "delîlekî dîtbar" ji çar tankerên radihêjin 3.7 milyon bermîl neft ji termînal Girava Xercê ya Îranê dabîn kir.

"Di 48 saetan de, sê tankerên Suezmax û yeke Aframax ji stasyona Girava Xergê derketin," Tanker Trackers di postê de got.

Piştî ku ji Girava Xergê derket, tomarkirineke vîdyo ji alîyê Tanker Trackers yekê ji tankerên Suezmax dîyar dike ku ew pêrgî keştîyeke biyanî dibe daku milyon bermîl neft radestî wê bike.

"Ev tişt hemû di tarîtîyeke dijîtal de rojbinîvro çêdibe," TankerTrackers got û anî ziman, "em datayên xwe bi delîlan dabîn dikin".

Ev kifşkirina vê dawî ji bazirganîya Îran a ne yasayî ji neftê re hat piştî alên çar tankerên neftê hatin rakirin piştî peygerîneke NBC News derbarê angaştinên ku wan bi awayekî nepenî nefta Îranî guhest weke berhengarîyekê ji sizayê Amerîkî re.

Her çar keştî serdanên nepenî bo ava Îranî kirin vê salê ku wan bi hev re bi milyonan bermîlên neftê hilgirtin, datayên Tanker Trackers eşkere kir.

Her çar keştî di raporteke NBC News de a 31ê Tîrmehê ku eşkere kir ku ew li jêr alên dewlta girava Karîbî St. Kitts & Nevis di deryarê re diçûn.

" Neft dê sûdê negihîne gelê Sûrî neke"

Mustefa got ku nefta Îranî ya giha rejîma Sûrî dê di destên hêzên wê yên serbazî û milîsên girêdayî wan de be, di nav wan de ew milîsên hevalbedên Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran).

Wî anî ziman "barê tankerê dê ti carê fêdê ne de gelê Sûrî", û daxuyand ku gelekî gengaz e ku ew dê ji alîyê hêzên rejîma Sûrî û pasdaran ve were bikaranîn daku binpêkirinan li dijî sivîlan bi cih bînin.

Wî got ku di heman demê de, sivîl li deverên Sûrîyayê yên li jêr kontrola rejîmê derdê qeyraneke sotemenîyê ya kambax û kêmbûna berhemên benzînê mîna nefta bo germkirinê dikişînin, ya ku dê êşa wan zêde bike dema ku zivistan nêzîk dibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500