Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) bi piştgirîya hevpeymanîya navdewletî operasyonên parêzî yên çekdar û şanên razayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) armamc dikin zêde kirin li rojhilatê Sûrîyayê, çalakgerekî xwecihî got.
Hêzên ewlekarîyê bêhtir ji 50 çekdaran di neh rojan de girtin û dest danî ser mêjereke mezin a çek û cebilxaneyên ku bi wan re dîtin
Wî got ku destên van çekdaran di hejmareke tawanan de heye, di nav wan de çêkirina teqemenîyên bidestçêkirî, guhestina çekan û plankirina êrîşên teror.
Salih got ku Fermandarîya Hêzên Kurdî yên Sûrî yên Dijî Terorê (HAT) ev operasyon bi cih anîn, li dabînkirina piştgirîya cewî û lojestîk ya ji alîyê hevpeymanîya navdewletî ve.
Wî got ku çar endamên DAIŞê di operasyona herî mezin de hatin girtin, li gundewarê rojhilatî yê parêzgeha Hesekê, di nav wan de emîrekî DAIŞê yê berê, ê pisporeke bi çêkirina teqemenîyan û bombeyên bidestçêkirî.
Wî got ku herwiha hêzên ewlekarîyê du endamên DAIŞê ên bi guhestina çekan û çebilxaneyan bo şanên razayê yên rêxistinê li nêzî bajarokê Înadê li gundewarê Dêra Zorê erkdar girtin.
Wan du endamên din ên DAIŞê li nêzî zevîyê xazê yê Konokoyê li gundrewarê rojhilatî yê Dêra Zorê girtin, û anî ziman ku van endaman xwe amade dikir ku teqemenîyên bidestçêkirî li deverê biçînin.
Hesabên medyaya cîvakî yên girêdayî DAIŞê îlan kir ku endamên rêxistinê 13 êrîş bi cih anîn di navbera 9 û 14ê Cotmehê de, ku piranîya wan li parêzgeha Dêra Zorê bûn, Salih got.
Wî got ku di nav wan êrîşan de çandina teqemenîyên bidestçêkirî, terorkirina endamên QSDû endamên encumena Sivîl yên girêdayî Birêveberîya Xweser.