Nûçeyên Iraqê
Aborî

Îraq parzûngeha neftê ya Hadîsayê piştî rawestandina wê ya ji hêla DAIŞê ve pêş dixe

Xalid Taî

Wezîrê Neftê yê Îraqê Ihsan Ebdul Cebar Îsmaîl di merasîmên vekirina projeyeke nû ya pêşxistina parzûngeha neftê ya Hadîsayê di 3 yê Cotmehê de amade dibe. [Wêne ji Wezareta Neftê ya Îraqê hatiye wergirtin]

Wezîrê Neftê yê Îraqê Ihsan Ebdul Cebar Îsmaîl di merasîmên vekirina projeyeke nû ya pêşxistina parzûngeha neftê ya Hadîsayê di 3 yê Cotmehê de amade dibe. [Wêne ji Wezareta Neftê ya Îraqê hatiye wergirtin]

Piştî çend salan ji şerê li dijî terorê, parêzgeha Enbarê niha li ser pêşxistina pîşesaziya xwe ya neftê û bikaranîna çavkaniyên xwe yên xwezayî dixebite daku pêşketinan bi dest bixe û xizmeta aborîya niştîmanî bike.

Berpirsên Îraqî di 8ê Cotmehê de destpêkirina projeyeke nû ji bo pêşxistina yek ji parzûngehên nefta xav a herî kevin û girîng yên Îraqê ragihandin - parzûngeha Hadîsayê li rojavayê parêzgeha Enbarê.

Parzûngeha Hadîsayê di sala 1949an de bi yekane yekîneya berhemanînê ya bi karîna 6,000 bermîlan rojane vebû. Yekîneyeke duyemîn di sala 1982 de bi karîna berhemanînê ya rojane 10,000 bermîl hat zêdekirin.

Piştî ketina Enbarê di destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di sala 2015 de, berhemanîn li parzûngehê rawestîya.

Teknîkarên parzûngeha neftê ya Hadîsayê dixebitin. [Wêne ji Kompanîya Parzûngehên Bakur hatiye wergirtin]

Teknîkarên parzûngeha neftê ya Hadîsayê dixebitin. [Wêne ji Kompanîya Parzûngehên Bakur hatiye wergirtin]

Parzûngeh bi temamî amade ye ji bo kar

Berpirsekî Îraqî ku nexwest navê wî were zanîn ji Diyaruna re got parzûngeh di sala 2018an de dest bi kar kiriye û gav bi gav qebareya karê xwe zêde dike.

Wî dîyar kir ku ji ber ku endamên DAIŞê niha li devera dora parzûngehê nemane û rêyên sereke yên diçin wê ji nû ve vebûne, ew niha bi karîna tam tê xebitandin.

Nefta xav ji zevîyên parêzgeha Kerkûkê tê derxistin û bo parzûngehê tê şandin.

Wî berpirsî dîyar kir ku destpêşxeriya vegerandina parzûngeha neftê ya Hadîsayê bo karîna tam a kar mînaka sêyem e di vê derbarê de, di dehsalê dawî de. Kompanîya endazyarîyê ya herêmî dest bi karê avakirina du yekîneyên din ên her yek bi karîna rojane ya 10,000 bermîl kiriye. Ev yek dê karîna giştî ya berhemanînê bigihîne 36,000 bermîl di rojekê de.

Wî ragihand ku niha ku herêm ewlehtir û aramtir e, wezareta neftê dixwaze ku sektora neftê li Enbar pêşve bibe.

Rewşa xwetêrkirinê

Hemza Cewahirî, aborînas û pisporekî neftê, ji Diyaruna re got ku parêzgeha Enbarê xwedana çavkaniyên kanzakî yên dewlemend e û xwedana potansiyela pêşxistina çavkaniyên enerjiya nûbar e.

Wî dîyar kir ku çavkaniyên xwezayî ji fosfat û qûma paqij a guncan bo berhemanîna silikon û kondoktorên elektronî pêk tên.

Wî da zanîn ku lê hîn Enbar ne xwediyê projeyên mezin ên neftê ye ji ber ku çavkanîyên wê yên girîng ên xazê hîn bi rêkûpêkî nehatine bikaranîn.

Wî dîyar kir ku pêdivîya sektora safîkirina nefta parêzgehê bi geşepêdana zêdetir heye daku bikaribe gelek corên sotemeniyê berhem bike. Hîna rêyek dirêj li pêşîya berhemanîna neftê heye, ji ber ku divê ew bigihêje asteke bilindtir heta ku têra bazara herêmî bike.

Qayimmmeqamê Hadîsayê Mebrûk Hemîd got ku berpirs hêvî dikin ku pêşxistina parzûngeha Hadîsayê dê wêneya parêzgeha Enbarê wekî berhemhînerekî sereke yê neftê li welêt baştir bike.

Wî dîyar kir ku gava ku du yekeyên nû bêne çêkirin, rêjeya berhemanîna neftê ya ku ji parzûngehê tê payîn dê rê li ber pêşketina bêhtir veke û da zannî ku berpirs hêvî dikin ku berhema rojane ya parzûngehê 70,000 bermîlan derbas bike, ku ew dê têra bazara herêmî ji bo sotemeniyê bike û dibe ku zêdetir ji pêdivîya deverê dabîn bike.

Wî ragihand ku parzûngeh bi projeyên neftê yên din ve li parêzgehên bakurî, naverast û başûrî girêdayî ye.

"Her geşedanek dê sûdê bigihîne sektora nefta niştîmanî," wî ji Diyaruna re got. "Wekî din, nêzîkbûna parzûngehê ji sînorê rojavayî derfeta henardekirina bo derveyî welat bêhtir dike."

"Çavkanîyên me yên mezin ên xaza xwezayî li zevîyên Ukaz li el-Qaim (nêzîkê sînorê bi Sûrîyayê re) hene û xebatên weberanînê yên li wir li dar in," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500