Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Êrîşeke Amerîkî ya bi dronê du serkirdeyên Huras el-Dîn li Idlibê dikuje

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Otombîla du endamên koma Huras el-Dîn li parêzgeha Idlibê bû armanca êrîşeke bi dronê, roja 15ê Cotmehê. [Wêne ji Navenda Mîdyayî ya Idlibê hatiye wergirtin]

Otombîla du endamên koma Huras el-Dîn li parêzgeha Idlibê bû armanca êrîşeke bi dronê, roja 15ê Cotmehê. [Wêne ji Navenda Mîdyayî ya Idlibê hatiye wergirtin]

Êrîşeke bi dronê ya Amerîkî Pêncşemê (15ê Cotmehê) otombîlek li bakurê rojavayê Sûrîyayê armanc kir ku sê endamên Huras el-Dîn tê de siwarî bûn, û ew hemû siwarî kuştin.

Êrîşa ku ji hêla droneke nenas ve hat pêk anîn, derbeyeke dijwar li komê xist, çalakgerekî ji Idlibê bi navê Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand.

Huras el-Dîn heta radeyekê komeke biçûk e lê bihêz e û şopdarên Qaîdayê serkêşîya wê dikin. Di meha Hezîranê ve, wê ligel çend komine tundrew ên din ên li herêmê hebûna wan heyeodeya operasyonên Fesbetû pêk anî.

Rêxistina Huras el-Dîn weke şaxê Qaîdayê tê naskirin, û ew hevrikeke Tehrîr el-Şam e, ku ew hevbendîyeke tundrew e ku endamên berê yê Enîya Nusrayê ya girêdayî Qaîdayê tê de serdest in -- tevî ku ev her du kom hinek caran hevkarîyê bi hev re dikin.

Endamekî Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî) agir vedimrîne piştî bombebarankirina otombîleke Huras el-Dîn li Idlibê roja 15ê Cotmehê. [Wêne ji Navenda Mîdyayî ya Idlibê hatiye wergirtin]

Endamekî Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî) agir vedimrîne piştî bombebarankirina otombîleke Huras el-Dîn li Idlibê roja 15ê Cotmehê. [Wêne ji Navenda Mîdyayî ya Idlibê hatiye wergirtin]

Idlibî got ku êrîş li bajarokê Ereb Seîd li gundewarê rojavayî yê Idlibê pêk hat, li devereke dûrî cihên niştecihbûnê.

Wî da zanîn ku agahîyên seretayî kuştina serkirdeyekî komê û dadwerê berê yê şerîetê, bi navê Ebû Zir Mesrî, û serkirdeyekî din bi navê Ebû Yûsiv el-Mexribî piştrast dikin.

Wî teqez kir ku li gorî dîdvanan, berevajî angaştên alavên ragihandinê yên tundrewan, "zarok û jin di otombîlê de nebûn".

Idlibî got ku kuştina Mesrî derbeyeke mezin li komê da ji ber ku ew yek ji damezrênerên wê bû di sala 2018an de piştî ku wî dijberîya arasteya Tehrîr el-Şam a wê çaxê kir.

Idilbî da zanîn ku el-Mesrî "şopdarekî rêbaz û ramanên Qaîdayê bû", û got ku piranîya endamên komê Ereb û biyanî ne, yên ku nikarîne vegerin welatên xwe ji ber ku ew li ser lîsteyên terorê ne.

Wî daxuyand ku El-Mesrî berpirsê peymangeheke fêrkirina Şerîetê bû, ku wî zarok amade dikirin ku bibin nifşê dahatî yên terorîstên şopdarên Qaîdayê.

Wî teqez kir ku vê dawîyê endamên Huras el-Dîn di rewşa amadebaşîyê de bû ji ber alozîyên di navbera wan û komên din de der diketin, ku ew bûn sedema derketina şer û pevçûnên ku di wan de kuştî û birîndar ji herdu alîyan hebûn.

Di nîvê meha Îlonê de, êrîşeke din a dronêserkirdeyê xuyayî yê Huras el-Dîn Seyaf el-Tûnisî kuşt.

Tûnisî serkirdeyekî berê yê Enîya Nusrayê bû, ku ew bi komkujîya 20 gundên Durzî li parêzgeha Idlibê di sala 2015an de tê tawanbarkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500