Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Milîs dizîya fêrgeh û avahîyên hikûmetê li Enbarê dikin

Hesen Obêdî

Zarokên Îraqî dimeşin û çenteyên wan ên fêrgehê li milên wan in di roja pêşîn ya fêrgehê de li bajarê Mûsilê di 21ê Cotmeha 2019an de. [Zeyd Obêdî/AFP]

Zarokên Îraqî dimeşin û çenteyên wan ên fêrgehê li milên wan in di roja pêşîn ya fêrgehê de li bajarê Mûsilê di 21ê Cotmeha 2019an de. [Zeyd Obêdî/AFP]

Pêdivî û dabînkirinên serekî ji fêrgeh û avahîyên hikûmî li rojavayê Enbarê hatine dizîn, berpirsên xwecihî jî tilîyên tawanbarîyê ber bi milîsên Îran piştgirîya wan dike, yên li devera li nêzî sînorê Îraq û Sûrîyayê bi cih dibin, dirêj dikin.

Zincîreke nû ya dizîyê vê dawîyê sazîyên hikûmetê û avahîyên fêrgehên ku hatin şiyankirin weke beşekî ji destpêşxerîyeke NY bo piştgirîkirina perwerdeyê li bajarên rojavayê Enbarê armanc kirin, berpirsên xwecihî ji Diyaruna re ragihand.

Wan got ku sergirtin ji alîyê çekdarên ku li derdora Qaim, Rumana û Huseybayê bi cih dbin hatin pêkanîn.

Rûniştekên refan, alavên hînkirina zanistê û kompyûter ji şeş fêrgehên seretayî hatin dizîn, ligel sarkerên avê, lempe û ceneratoran.

Hemû materyalên ji fêrgehan hatin dizîn ji alîyê rêxistinên navdewletî ve hatibûn dabînkirin, rêxistinên piştgirîya perwerdeyê dikin li deverên ku ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin rizgarkirin.

Herwiha dizan sazîya avê li Huseybayê, Navenda Nehiştina Berfirehbûna Biyabanê û navendên çandî li Qaim û Huseybayê armanc kirin.

Li bajarokê Rumanayê, mafûr û materyalên din ji sê ofîsên hikûmî hatine dizîn.

Dizîya roj bi nîvro

Li gorî berpirsekî li ofîsa parêzgerê navçeya Qaimê yê xwest ku navê wî neyê gotin, destên milîsên Ketaib Hizbulah, Hereket Nuceba û el-Tafuf di kirarên talankirinê de yên "ku roj bi nîvro çêdibin" hene.

Çekdar destên xwe dideynin ser samanên hikûmetê û wan dibine baregehên xwe bo ji xwe re bi kar bînin, wî ji Diyaruna re ragihand, "û em ditirsin ku hinekan ji wan biguhêzine Sûrîyayê jî".

"Xwendekarên Fêrgeha el-Edl dê nikaribin rûniştekan bibînin da wan bi kar bînin dema ku her tişt li fêrgehê hat dizîn û ew bi kamyonine mezin ên milîsan ber bi deverine dûr ve hatin birin," wî got.

Wî got ku herwiha pempeke avê, sarinceke avê û çirayên kolanan jî hatine dizîn.

Wî got ku herî dawî, çekdaran girte ser şarederîyekê ku pêdivîyên kolanê û depoyên sotemenîyê lê hatibûn embarkirin û ev amteryal hemû dizîn.

Parlemanterê Îraqî Hamid Mutleq got ku gazin li deverên li rojavayê Enbarê hene ji ber dizî û zêdegavîyên ji alîyê milîsên derveyî qanûnê tên bicihanîn.

Di nav de dizîya alavên çandinîyê yên hikûmetê ji cotkaran re dabîn kiribûn bo organîzkirina xerckirina avê; û gazin ji alîyê bazirgan û xwedîyên zevîyan û kontraktor û weberhîneran ji ber bacên li ser wan tên sepandin.

Wî herwiha penceyên tawanê ber bi komên Îran piştgirîya wan dike yên li wan deveran kar dikin dirêj kirin.

Qaçaxîya bi Sûrîyayê re

Şêx Nesar Îsawî, yê ku bi eslê xwe ji Rutbayê li rojavayê Enbarê ye lê aniha ew li Urdinê rûdine, ji Diyaruna re ragihand ku destê milîsan di dizîyên sîstematîk de heye.

Wî got ku ew wan materyalên ew didizin dibin Sûrîyayê, ku ew ji alîyê hêzên girîdayî rejîma Serokê Sûrî Beşar Esed tên firoştin.

Wî got ku operasyonên dizîyê aniha derman, materyalên taqîkirinê, veguhêzerên kerebeyê, parçeyên otombîlan mîna motoran, têlên kehrebeyê ji kolanan hatin kişandin, herwiha benzîn û gaz dihundirînin.

Wî anî ziman ku ev materyal ber bi Sûrîyayê tên birin, ku ew li wir kêm peyda dibin.

Îsawî got ku milîs xwe dispêrine qaçaxîyê û dizîyê daku çalakîyên xwe li Îraqê temwîl bikin û daxuyand ku herwiha destên milîsên Îraqî di operasyonên qaçaxîya narkotîkê yên Hizbulaha Lubnanî bi cih tîne de heye.

Dizîya samanê giştî ji alîyê milîsên Îran piştgirîya wan dike ne tenê li devereke dîyarkirî ye, "ji ber ew maf didine xwe ku bigirine ser her deverê û her tiştê dixwazin bibin", pisporê ewlekarî yê Îraqî Fuad Elî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got, "mixabin di nav van kirinan de armanckirina şivan û cotkaran".

Wî got ku Ketaib Hizbulah, Hereket Nuceba, el-Tefuf, Seyid el-Şuheda û el-Budela li ser sînorê Îraq û Sûrîyayê cih digirin, û di nav herdu welatan de çûnûhatinê dikin.

"Li Bexdayê, milîs mûşekên Katyûşayê diavêjin, çalakgeran direvînin û dikujin û li Enbarê, ew mafûrên fêrgehan û transformerên kehrebeyê didizin," Elî got.

Wî anî ziman ku ev hemû kirinên dijminatî xizmeta "dizîna aramî û ewlehya Îarqîyan dikin, bi fermanên Îranê".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500