Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Îraq birêveberên nû di sazîyên dewletê yên sereke de destnîşan dike

Faris Omran

Banka Navendî ya Îraqê, ku parêzgarekî nû, Mustefa Xelab, meha borî hat tayînkirin weke beşekî ji zincîreke guhertinan di dewleta Îraqî de, di nav wan de sazîyên erkdar bi birêvebirina aborîya niştimanî.

Banka Navendî ya Îraqê, ku parêzgarekî nû, Mustefa Xelab, meha borî hat tayînkirin weke beşekî ji zincîreke guhertinan di dewleta Îraqî de, di nav wan de sazîyên erkdar bi birêvebirina aborîya niştimanî.

Di nîvê Îlonê de, hikûmeta Îraqî îlan kir ku ew guhertinan di payeyên bilind di hejmarek ji sazîyên dewletê de pêk tîne, di nav wan de ew sazîyên erkdar bi birêvebirina aborîya niştimanî.

Guhertin di gelek sazîyên darayî, aborî û bankdarî hatin çêkirin, di nav wan de Banka Navendî ya Îraqê, ku parêzgarê nû Mustefa Xalib hat tayînkirin. Wî beşê karûbarên qanûnî li bankê bi rê ve dibir.

Di nav tayînkirinên nû yên din de Suha Dawûd Necar bo birêvebirina Komîsyona Weberanînê ya Niştimanî; Salim Xelabî, weke birêveberê Banka Bazirganî ya Îraqî û Fêsel Hêmus weke birêveberê Desteya Ewlekarî ya Îraqê.

"Ev guhertinên pêwîst dikevine pêvajoya qanûnî û îdarî de hevdem ku bendên qanûnî yên fermî yên hin berpirsan bi dawî bûn," Serokwezîr Mustefa Kazimî di îlaneke 15ê Îlonê de ragihand.

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî bi endamên tîma hikûmeta xwe re dicive di 29ê Îlonê de. [Wêne ji ofîsa mîdyayê ya Serokwezîr hatiye wergirtin]

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî bi endamên tîma hikûmeta xwe re dicive di 29ê Îlonê de. [Wêne ji ofîsa mîdyayê ya Serokwezîr hatiye wergirtin]

Wî teqez kir ku ev tayînkirin nehatine çêkirin ji bo ku "guhertinên rotînî" di sazîyan de werin pêkanîn.

Li gorî peyvdarê hikûmetê Ehmed Mula Telal, bijartina kesên nû hatine tayînkirin bo payeyên kar yên taybet "ji hundirê sazîyan bi xwe hat û li ser bingeha jêhatî û pisporîyê bû".

Lawazkirina komên bi bandor

Çavdêrên ku ji Diyaruna re axivîn daxuyandin ku guhertinên birêveberîyên sektorê giştî bi awayekî sereke armanc dikin ku berjewendîyên milîsan û komên din ên xwedî hejmûn lawaz bikin, ên dibe hewl bidin ku destwerdanê di sîstema aborî ya Îarqê de bikin.

Di raporta 15ê Îlonê de, Michael Knights lêkolînerê di Peymangeha Waşintonê de bo Siyasta Rojhilata Navîn de got ku guhertina birêveberîyan "kêmkirina derfetên aktorên neyînî" yên sûdê ji sîstema aborî ya stratejîk werdigirin armanc dike.

Wî daxuyand ku dimîne em bibînin eger hikûmeta Kazimî dê karibe xwe li hember rûbirûbûna tê pêşbînkirin ji alîyê milîs û endamên siyasî yên ji rewşa heyî sûd wergirtine ragire.

Hevpeymanîya Fetih, bi serokatîya Hadî Amirî, yê ku nêzîkî Îranê ye, gazin kir ku tayînkirinên nû "vegereke ji sîstema kotayê", û got ku hîn hayê wan ji wan guhertinan tune ye.

Dibe ku guhertinên berdewam li ser asta birêveberîya sazîyên aborî de astengîyê ji destêwerdana komên xwedî hejmûn di karûbarên van sazîyan de çêkin, abornas Salih Hemaş ji Diyaruna re ragihand.

Wî got "eger ev gav dê alîkarîyê bike di kêmkirina hejmûna wan de ew meseleke din e".

Wî destnîşan kir ku hikûmet bi şerekî li dijî partî û komên çekdar ên ku li jêr sîwaneke siyasî kar dikin û parastina berjewendîyên aborî yên ku jiçalakîyên gendel diherikin mijûl e.

Ev partî dê her û her hewl bidin ku rê li ber çi xebata ku hejmûna wan têk bibe bigirin û dê fişarê bikin daku berjewendîyên xwe qayim bikin û xizmeta wan jî bikin.

Rawestandina destêwerdana aborî

Hemaş got ku demekê dirêj pêwîst e heta ku bi temamî sînor ji destêwerdana ziyandar di aborîya niştimanî û çi gendelîya têkildar re were danîn, û dê tedbîrên bêhtir bandorbar werin xwestin, ku ji guhertina birêveberên payebilind wêdetir in.

Wî got ku armanc ew e ku sîstema aborî ya torên gendel ên ku ji alîyê komên xwedî hejmûn û partîyan tê sponserkirin were têkbirin.

Wî got ku ji bo bicihanîna vê yekê, hewcedarîya hikûmetê bi vîn û piştgirîyeke siyasî heye, ligel hebûna hevkarîya herêmî û navdewletî.

Hemaş got ku dibe pêwîstî bi bikaranîna şirketên muhasebê yên navdewletî û polîsê navdewletî jî hebe, ku ew dê alîkarîyê bi Îarqê re bikin, ku li torên gendelîyê û weberanînê yên biyanî yên gumanbar bigerin û wan armanc bikin.

Berî tayînkirinên nû, Kazimî guhertinên îdarî di sektorê veguhestinê de çêkirin, di nav wan de guhertina çar birêveber û cîgirên wan li keştîgeha Um Qesrê li başûrê Îraqê.

Knights daxuyand ku wî herwiha tayînkirina birêveberîyên nû bo Desthilatdarîya Hewalgerîya Sivîl îlan kir, ku vê yekê hişt ku proseya nehiştina girêdana girêbestan bi kompanîyên ku ji alîyê Ketaib Hizbulah vetên kontrolkirin dest pê bike, girêbestên bo dabînkirina xizmetguzarîyan ewlehî û lojistî li balefirxaneyan.

Rakirina "alîyên gendel"

Bijartina serkeftî ji kesên hatine tayînkirin re li ser asta cîbicîkar faktorekî girîng e bo misogerkirina birêveberîyeke xalî ji çi fişara derveyî, Ebdul Rehman Meşhedanî, mamosteyê têkilîyên aborî li Zanîngeha Îraqî, ragihand.

Serxwebûna ji endambûna di partîyan de, ligel pisporîya di warê mijarê de,dihêle mirov karibe biryarên saxlem bide, wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku xilaskirina sazîyên aborî yên niştimanî ji hejmûna leyistikvanên gendel herwiha pêwêst e bo bicihanîna çaksazîya aborî ya tê xwestin.

Wî got ku di nav tedbîrên din de dê derxistina zagonên nû bo rêxistinkirina çalakîya aborî li welat hebe, ligel hebûna hevahengî û alîkarîyê di navbera desthilatdarîya cîbecîkar û zagonsaz de.

Meşhedanî got ku gaveke din a giring ew e eşkerekirina navên wan kesên destên wan di gendelîyê de heye û têkilîyên wan ên nepenî bi kom û partîyan re hene.

Wî got ku ev dê yek berîtîyê bide eşkerekirina encamên lêpirsînên bi wan re, herwiha wan bikine berpirsên kiryarên wan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500