Şopdarekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kuêrîşî efserekî polîs li derveyî katedrayîya Notre-Damebi çakûçekî kiribû cezayê 28 sal zindan Çarşemê (14ê Cotmehê) lê hat birîn.
Ferîd Iken, 43-salî, bi êrîşeke li ser efseran li derveyî katedrayîyê di 6ê Hezîrana 2017an de, ku wî hawar dikir "ev bo Sûrîyayê" hat sûcdarkirin.
Wî bi çakûçekî li serê efser da, yê ku xwe tewand û pir kêm birîndar bû, û wî gule berda Iken û ew birîndar kir.
Fransa ji sala 2015an de bûye armanca zincîrek ji êrîşên tundrew ku bêhtir ji 240 kesan di wan de hatine kuştin, di nav de çend endamên hêzên ewlekarîyê.
Iken, ku welatîyê Cezairê ye û berê aniha rojnameger bû, çend salan li Swêdî jîyaye berî ku di sala 2014an de berê xwe bide Fransayê bo xwendinê, red kir ku niyaza wî hebû ku efseran bikuje.
Wî ji dadgehê re ragihand ku wî xwest ku "karekî tundrew ê sîmbolîk" bike li hember cihgirtina Fransayê di êrîşên asmanî de li dijî DAIŞê li Reqaya Sûrîyayê û Mûsila Îraqê.
Cezaya 28 sal zindan cezaya herî giran e li Fransayê. Herwiha qedexe ye ku ew derbasî Fransayê bibe.