Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Çalakîya DAIŞê li biyabana Enbarê bi awayekî berçav kêm dibe

Xalid Taî

Leşkerine Îraqî di 2yê Tîrmehê de mûşek û qadeke destpêkirina êrîşan li biyabana Rutbayê dibînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî di 2yê Tîrmehê de mûşek û qadeke destpêkirina êrîşan li biyabana Rutbayê dibînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Berpirsekî herêmî ragihand ku paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên li rojavayê parêzgeha Enbarê çalak in rastî êrîşine giran hatin ji ber operasyonên ewlehî yên berdewam ên ku wan li biyabanê û deverên sînorî dikin armanc.

Şaredarê Rutbayê Îmad Dulêmî ji Diyaruna re ragihand ku çalakîya DAIŞê li biyabana Rutbayê û seranserê rojavayê Enbarê vê dawîyê baş kêm bûye, û karîna wan a pêkanîna êrîşan jî qels bûye.

Wî dîyar kir ku ev yek di encama xebatên girankirî yên artêş û hêzên ewlekarîyê de tên da çekdaran li biyabanê bişopînin û êrîşan bibin ser şikeft û tunêlên ku xwe tê de vedişêrin.

Wî got "operasyonên çavdêrî û maliştinê yên rotîn û nişkayî planên çekdaran sînordar kirin, ku êdî ew nikaribin vegerin û ji deverên biyabanî gefan li bajaran bikin".

Operasyoneke hêza taybet a polîsê Enbarê li biyabana Huseyniyatê li rojavayê Enbarê hişt endamine DAIŞê di 12ê Nîsana 2019an de werin kuştin û girtin. [Wêne ji birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Operasyoneke hêza taybet a polîsê Enbarê li biyabana Huseyniyatê li rojavayê Enbarê hişt endamine DAIŞê di 12ê Nîsana 2019an de werin kuştin û girtin. [Wêne ji birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Dulêmî daxuyand ku rewşa ewlehî li Rutbayê ji mêj ve aram bûye, û wî balkişand ser çûnûhatina rêwî û kamyonên bi kelûpelan barkirî li ser rêya bilez a navdewletî ber bi dergehê sînorî yê Trebilê ya bi Urdinê re.

Wî da zanîn ku "paşmahîyên DAIŞê gelekî lawaz in û nikarin rasterast bikevin rûyê hêzên ewlekarîyê yan karibin kontrola xwe li deverekê bisepînin," anî ziman jî ku ew heta newêrin bi roj an bêyî xwe nexin şivan tev bigerin.

Wî got ku ew bi awayekî belî li bin guhê hev ketine, weke îşaret bi bûyera meha derbasbûyî gava pênc çekdar hatin kuştin piştî kamyoneke biçûk li biyabana Husêniyatê, ya 70 kîlometran li bakur-rojhilatê Rutbayê, bombe kirin.

Tawanên DAIŞê yên kirêt

Dulêmî eşkere kir ku "di dema ku hêzên ewlekarîyê ji kêmbûna zilaman gazinan nakin, berhengarîya parastina deverke mezin mîna biyabana Enbarê hewcedarî stratejîyeke giştgîr e, ku xwe dispêre karekî hewalgirî yê çalak û astbilind bo şopandina tevgera terorîstan".

Wî dîyar kir jî ku divê xalên derbasbûna wan li ser sînorê bi Sûrîyayê re werin girtin, û ewlehî li deverên biyabanî yên kêmewlehî were qayimkirin.

Dulêmî got ku niştecihên deverê îdyolojîya DAIŞê red dikin û pêşkêşkirina çi piştevanî yan hevxemîyekê bi şopdarên rêxistinê re qebûl nakin, ji ber tawanên wan ên bed ên derheqê xelkê bêguneh".

Dulêmî anî ziman ku vê dawîyê hêzên ewlekarîyê di 25ê Îlonê de goreke nû ku termên du qurbanîyên DAIŞê tê de bûn li devera Faidayê li Rutbayê dîtin.

Wî got ku belgeh nîşan didin ku ku qurbanî di 2016an de li devereke ku terorîstan bo kuştinê dîyar kiribûn hatine kuştin, û da zanîn jî ku kincên pirteqalî yên DAIŞ girtîyên xwe neçar dikirin berî kuştinê wan li xwe bikin li deverê hatine dîtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500