Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Rêxistinên civaka sivîl dozekê li Almanyayê têkildarî bikarhatina çekên kîmawî li Sûrîyayê vedikin

AFP

Krtonista Sûrî Emanî Elî yek ji tabloyên xwe nîşan dide, ku ew serokê Sûrîyayê Beşar Esed rût nîşan dide ku wî beşê xwarê ji laşê xwe bi sîmboleke çekên kîmawî nixumandiye, li Studyoya mala wê li bajarê Idlibê di16ê Hezîrana 2019an de. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Krtonista Sûrî Emanî Elî yek ji tabloyên xwe nîşan dide, ku ew serokê Sûrîyayê Beşar Esed rût nîşan dide ku wî beşê xwarê ji laşê xwe bi sîmboleke çekên kîmawî nixumandiye, li Studyoya mala wê li bajarê Idlibê di16ê Hezîrana 2019an de. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Komek ji rêxistinên civaka sivîl Sêşemê (6ê Cotmehê) dozeke yasayî li Almanyayê vekir ku tê de rejîma Beşar Esed bi bikaranîna çekên kîmawî di cenga Sûrîyayê de gunehbar kirin.

Doz, ku yekemîn gava yasayî ye têkildarî bikaranîna çekên kîmawî ji hêla rejîma Sûrîyayê ve, di şûna qurbanîyên êrîşên bi xaza sarînê di salên 2013an û 2017an de hatiye vekirin, li gorî daxuyanîyeke Navenda Sûrî bo Ragihandin û Azadîya Derbirînê (SCM).

Di êrîşên li Xûtaya Rojhilatî û Xan Şêxûn de herî kêm 1,400 kes hatine kuştin, ku hinek ji wan zarok bûn, li gorî daxuyanîya SCM.

"Bi rêya komkirina belgehan û dîtina dîdvanên ku dikarin şehdebûna xwe li pêşîya dozgerîyê bidin, gilîdar dixwazin ku muzekereyên girtinê li dijî berpirsên Sûrî yên berpirsyar ji van êrîşan bidin pêş," li gorî wê rêxistina civaka sivîl.

Dozgerîya giştî ya federal a Almanyayê hîn piştrast nekiriye ku wê dozname wergirtiye.

Hikûmeta Sûrîyayê çendîn caran bi bikaranîna çekên kîmawî hatiye tawanbarkirin, lê ew vê yekê red dike.

Welatên endam di Rêxistina Qedexekirina Bikaranîna Çekên Kîmawî (OPCW) de bo cara yekemîn di meha Tîrmehê de biryar dan ku divê lêkolînek têkildarî bikaranîna xazên demaran di êrîşan de were vekirin.

Rûsya û Sûrîyayê encamên lêkolînê red kirin, û angaşt kirin ku êrîşên bi çekên kîmawî duristkirî ne û wan welatên Rojavayî tawanbar kirin ku ew xebata OPCW bi siyasî dikin.

Çendîn doz li Almanyayê têkildarî tawanên şer ên li Sûrîyayê hatine encamdan hatine vekirin, li ser bingeha dadwerîya cîhanî, ya ku rê dide welatekî biyanî ku dozan di tawanên li dijî mirovahîyê û tawanên şer de veke.

Komek ji Sûrîyên ku hatine eşkencekirin yan bûne şahidhalê hingavtina sêksî di girtîgehên hikûmeta Esed de dozeke yasayî di Hezîranê de radestî dozgerên Alman kirin.

Di meha Nîsanê de, yekem doza dadgehê li seranserê cîhanê têkildarî eşkenceya ku hikûmeta Sûrîyayê li dijî opozîsyonê de pêk tîne li Almanyayê hat vekirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500