Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hevpeymanîya navdewletî piştevanîya geşedana Dêra Zorê dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamine şandeyeke hevpeymanîya navdewletî bi nûnerên encumena herêmî ya bajarê Hecînê yê Dêra Zorê re dicivin da li ser pêdivîyên ku herêm hewcedarî wê ne û çawa wê bi pêş bixin rawestin. [Wêne ji Navenda Medyayî ya Dêra Zorê hatiye wergirtin]

Tevî şerê paşmahî û şanên razyî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hêzên hevpeymanîya navdewletî alîkarîyê didin da jîyana asa vegerînin û geşedanê li deverên Dêra Zorê yên carekê di bin kontrola rêxistinê de bûn bi pêş bixin, çalakgerekî herêmî got.

Şandeyeke hevpeymanîya navdewletî Yekşemê (4ê Cotmehê) serdana Hecînê li rojhilatê Dêra Zorê kir medyager û çalakgerê civakî Emar Salih ji Diyaruna re ragihand.

Wî anî ziman ku şande bi hejmareke nûnerên encumena herêmî û rûspîyan re li navenda şaredarîyê li bajarê Şeab civîya, da pêdivîyên herêma ku heta bi Baxozê ve diçe nas bike.

Salih destnîşan kir ku herêm gazinan ji kêmbûna xizmetguzarîyên sereke ji berî çend salan dike; destpêkê ji ber paşguhkirina rejîma Sûrî, û paşê jî ji ber encamên şerên li dijî DAIŞê êş kişand.

Nûnerên hevpeymanîya navdewletî û endezyarên wê stasyonên avê yên nû lli bajarê Sûr ê Dêra Zorê dinêrin, ku yek ji projeyên hevpeymanî piştevanîya wê dike ye. [Wêne ji Deir Ezzor 24 hatiye wergirtin]

Nûnerên hevpeymanîya navdewletî û endezyarên wê stasyonên avê yên nû lli bajarê Sûr ê Dêra Zorê dinêrin, ku yek ji projeyên hevpeymanî piştevanîya wê dike ye. [Wêne ji Deir Ezzor 24 hatiye wergirtin]

Şandeya hevpeymanîya navdewletî û endamên encumena herêmî bi hev re li Dêra Zorê digerin weke beşekî xebatên hevpeymanîyê da pêdivîyên herêmê û projeyên geşedanê destnîşan bikin. [Wêne ji Navenda Medyayî ya Dêra Zorê hatiye wergirtin]

Hêzên hevpeymanîya navdewletî û Wezareta Derve ya Amerîkayê piştevanîya projeyeke avê ya nû li bajarê Sûr li gundewarê Dêra Zorê yê bakurî dikin.

Salih da zanîn ku ev yek ji kanaleke avê ya nû û pumpên nûjen ku dê avê bigihînin bêhtir ji 450,000 sivîlî û bêhtir ji 250 km çargoşe yên erdên çandinîyê têr bikin pêk tê.

Wî got, destpêşxerîyên mîna vê weke tiştekî baş li ba xelkên herêmê hat dîtin, destnîşan kir jî ku di rêya wan re, hevpeymanîya navdewletî soza ku dabû xelkê herêmê ew ê alîkarîya wan bike bi cih tîne.

Salih anî ziman ku awayê rast ê geşedanê dibe ku mîna dîwarekî li hemberî vegera rêxistinê be, û dê hewldanên wê bo tecnîdkirina ciwanên bêkar asteng bike.

Di dawîya Îlonê de, şanderê taybet ê hevpeymanîyê James Jeffrey û yê taybet bi Sûrîyayê Joel Rayburn serdana herêmê kir.

Li Dêra Zorê, wan rewş bi fermandarên payebilind ên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD), endamên encumena herêmî û serokên êlan û hinekên din re gotûbêj kirin.

Jeffrey teqezî li ser girîngbûna berdewamîya hevkarî û hevahengîya bi pêngavê re kir da têkçûna DAIŞê misoger bibe û gihandina alîkarîyên mirovî û alîkarîyên aramîyê bo deverên rizgarkirî.

Wî herwiha teqez kir ku Amerîka dê bi hevkarên xwe re li ser erdê bimîne da xebatên serbazî û sivîl hevaheng bikin ku DAIŞê careke din venegere û çareyeke aştiyane bo şerê Sûrî pêk were.

Êrîşên asmanî veşartgehên DAIŞê dikin armanc

Salih got ku herwiha roja Yekşemê balafirên hevpeymanîya navdewletî êrîşine asmanî li ser herêma Badiyê (biyabanê) pêk anînê ku kombûyînên endamên DAIŞê yên revîyayî, yên li wir ji ber kendûkozên wê yên dijwar xwe lê diveşêrin, kirin armanc.

"Ji ber guhertin û nebawerîyê ku gefan li Sûrîyayê dixwin, deverên mîna biyabana Badiyê jîngehinan ji terorîstan re peyda dike ku dibe tê de geş bibin", peyvdarê hevpeymanîyê Col. Wayne Marotto di daxuyanîyekê de ragihand.

Marotto anî ziman ku "DAIŞê van deverên dûr ku şer ew ji hev xistine bi kar tîne, da çekdaran perwerde bike û plana êrîşên terorîst li herêm û derveyî wê bike".

Wî da zanîn jî ku "hevpeymanî û hevkarên wan QSD dê ranewestin heta van terorîstan ji van wargehên ewle bêpar nekin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500