Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Raport: Serokê DAIŞê berî aniha agahîyên hewalgirî ji Amerîkayê re dabîn kirine

Xalid Taî

Çavdêr dibêjin dibe ku bandor li wêneyê serkirdeyê nû yê DAIŞê hatibe ji ber rêxistinê nas kir ku wî alîkarî bi lêpirsînerên Amerîkî re kir di 2008an de û xiyaneta Qaîdayê li Îraqê kir. [Wêne ji Mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Çavdêr dibêjin dibe ku bandor li wêneyê serkirdeyê nû yê DAIŞê hatibe ji ber rêxistinê nas kir ku wî alîkarî bi lêpirsînerên Amerîkî re kir di 2008an de û xiyaneta Qaîdayê li Îraqê kir. [Wêne ji Mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Dema ew ji alîyê hêzên Amerîkî ve li zindana Bukayê li başûrê Îraqê girtî bû di 2008an de, serkirdeyê pêşerojê û (yê aniha) yê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) lêpirsîner bi xezîneyeke agahîyan derbarê hevrêyên xwe yên tundrew dabîn kir.

Kifşkirina agahîyên derbarê serkirdeyê DAIŞê Amir Muhemed Deiîd Ebd el-Rehman el-Mewla di belgeyên ku di 17ê Îlonê de ji alîyê Navenda Dijî Terorîzmê li Akadimîya Serbazî ya Amerîkî hatin weşandin tê.

Ew dîyar dikin ku el-Mewla lêpirsîner bi agahîyan derbarê peykersazîya îdarî û rêxistinî ya Qaîdayê li Îraqê dabîn kirin.

Di nav sê rûniştinên jêpirsînê de, belge dîyar dikin ku el-Mewla 68 endamên Qaîdayê bi nav kirin û wêneyên 19 serkirdeyên rêxistinê destnîşan kirin û agahîyên kesane yên hûrgilî derbarê wan dabîn kirin.

Wezareta Derve ya Amerîkî xeleteke bi 10 milyon dolar pêşkêş kiriye bo agahîyên derbarê serkirdeyê nû yê DAIŞê Amir Muhemed Ebdul Rehman Mewla. [Arşîv]

Wezareta Derve ya Amerîkî xeleteke bi 10 milyon dolar pêşkêş kiriye bo agahîyên derbarê serkirdeyê nû yê DAIŞê Amir Muhemed Ebdul Rehman Mewla. [Arşîv]

Di nav wan agahîyan de wesfkirina xuyanga fîzîk, jîyannameyên kurt û heta nimreyên telefonên wan ên destan hebûn.

Agahîyên ku el-Mewla dabîn kirin hiştin ku hêzên Amerîkî li deverê karibin bi awayekî serkeftî bi dehan çekdarên Qaîdayê dîl bikin yan wan bigirin, li gorî belgeyan.

"Bîreke kûr ji agahîyan"

El-Mewla ev agahî dabîn kirin dema wî dest ji Qaîdayê berda û tevlî DAIŞê bû, pisporê hewalgirî Fadil Ebû Rexîf ji Diyaruna re ragihand.

Xuyabû ku ew bi serkirdeyê DAIŞê Ebû Bekr el-Bexdadî bi bandor bû û bi geşbûna rêxistina nû li ser hesabê Qaîdayê tasîr bû.

Di çavên serkirdeyên tundrew ên koma nû de, rêbaza Qaîdayê weke tiştekî kevnar xuya dike, Ebû Rexîf got.

Wî got ku dîyar bû ku el-Mewla di rûniştinên jêpirsînê de tenê li berjewendîyên xwe yên kesane û ewlehîya xwe digeriya û destnîşan kir ku mikurhatîyên wî xistina serkirdeyên tundrew ên mezin encam da.

Di nav wan de mêrê duyem di serkirdayetîya Qaîdayê de li Îraqê, yekî Mexribî ye ku kodnavên wî Ebû Qesûra û Ebû Sara bûn. Ew ji alîyê hêzên Aerîkî ve li Mûsilê hat kuştin piştî heşt mehan ku el-Mewla agahî derbarê wî dabîn kirin.

Herwiha el-Mewla kesayetên li pey terorkirin, revandin û çêkirina teqemenîyên bidestçêkirîyên hatin bikaranîn di armanckirina leşkerên hevpeymanîya navdewletî li Îraqê jî destnîşan kirin, Ebû Rexîf got.

Wî got ku "el-Mewla bîreke kûr a agahîyan bû, ji ber wî di payeya "emîrê giştî yê şerîetê" cih girtibû di rêxistina Qaîdayê de li Mûsilê û toreke têkilî û peywendîyan kompleks hebû bi gelek serkirdeyê ku wî karîbû bawerîya wan bi xwe bi dest bixe".

Di 2009an de, piştî salekê ji girtina wî, el-Mewla hat berdan. Piştî deh salan, piştî mirina Ebû Bekir Bexdadîdi 27ê Cotmeha 2019an de, ew li şûn wî weke serkirdeyê nû yê DAIŞê hat danîn.

Li bajarê Tel Eferê yê piranîya wî Turkmen in ji dayîk bûye di sala 1976an de, el-Mewla kodnavine wî yên din hene, di nav wan de Ebû Omer el-Turkmanî, Ebdul Amir Seiîd el-Selabî, Hacî Ebdulah Qerdaş.

Di Hezîranê de, Amerîkayê xelata bo çi agahîyên bigihînin girtina wî zêde kir ji 5 milyon dolar heta 10 milyon dolar.

Dibe ku eşkerekirina agahîyan gumanê çêke

"El-Mewla tenê terorîstekî xapînok e û hemû anagaştinên wî texmînên wî derbarê wî derew in, yên wî bi kar anîn da ku berjewendîyên xwe bi cih bîne," şirovekarê siyasî Mahir Ebid Coda ji Diyaruna re ragihand.

Dibe ku ev kifşkirina agahîyan ya dawî derbarê xiyaneta el-Mewla ji hevrêyên xwe yên tundrew re "nema bihêle bawerîya hevrêyên wî bi wî were"

Wî anî ziman ku "bê guman ew dê nema weke serkirdeyekî pêbend û dilsoz ji eqîdeya rêxistin lê binêrin, weke kesayete xayin ê ku xiyaneta hevalbendên xwe yên berê kir".

Wî got ku dibe ev dawerandina agahîyan parçebûnên mezin di nav DAIŞê de çêke, ya ku ji berê de rastî fiaşrê tê.

"DAIŞ li ser erdê seqet e û tevgera endamên wê gelekî sînordar e, bi saya xebatên ewlekarî yên berdewam ji alîyê hêzên Îraqî li gel hevahengîya bi hevpeymanîya navdewletî re," wî got.

Pisporê serbazî Ednan Kiînanî da zanîn ku tevî vê yekê şanên DAIŞê yên razayî berdewam êrîşan bi cih tînin, heta eger di çarçoveyeke teng de jî be.

Agahîyê nû yên ku wêneyekî neyînî ji serkirdeyê aniha re çêdikin "dibe ku girîng bin di warê zûkirina tinekirina rêxistina terorîst" wî ji Diyaruna re ragihand.

Kinanî dîyar kir ku di xiyaneta wî ji rêxistinê re, el-Mewla ne bi tenê ye.

Gelek serkirde û endamên DAIŞê yên hatin dîlkirin zû ji dest xwe çûn û agahîyên bisûd derbarê heykela rêxistinê, jêderên temwîlkirinê û kodnavên endamên wê eşkere kirin.

Kinanî got ku hemû mikurhatin encamên baş dan yên ber bi têkbirina terorîzmê û kêmkirina hejmûna wê ve birin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500