Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî êrîşine dijwar dibin ser DAIŞê li parêzgeha Diyalayê

Xalid Taî

Endamine Ajansa Dijî-Terorîzm a Îraqî veşartgeheke razî li Hawizê Ezim li Diyalayê di 3yê Cotmehê de dorpêç dikin. [Wêne ji CTS hatiye wergirtin]

Endamine Ajansa Dijî-Terorîzm a Îraqî veşartgeheke razî li Hawizê Ezim li Diyalayê di 3yê Cotmehê de dorpêç dikin. [Wêne ji CTS hatiye wergirtin]

Operasyonên ewlehî yên parêzî yên vê dawîyê li parêzgeha Diyalayê karîna paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ku gefan li ewlehîya parêzgehê bixwin pûç kirin, şarezayekî Îraqî Duşemê (5ê Cotmehê) ji Diyaruna re ragihand.

Ajansa Dijî-Terorîzm a Îraqî, bi piştevanîya artêşa Îraqî û balafirên hevpeymanîya navdewletî, êrîşine dijwar birin ser paşmahîyên DAIŞê li Diyalayê di rojên dawî de.

Operayonên Şemîyê du paşmahîyên DAIŞê kuştin û 20 şikeft, stargeh û veşartgehên çekan li Ezim û deşta Hemrînê wêran kirin.

Peyvdarê artêşa Îraqî Yehya Resûl anî ziman ku çekdarekî DAIŞê jî hat girtin.

Paşmahîyekî DAIŞê ji alîyê Ajansa Dijî-Terorîzm a Îraqî di 3yê Cotmehê de hat girtin.[Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Paşmahîyekî DAIŞê ji alîyê Ajansa Dijî-Terorîzm a Îraqî di 3yê Cotmehê de hat girtin.[Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Wî di daxuyanîyekê de got ku "Ajansa Dijî Terorîzmê agahîne hewalgirî yên girîng derbarê torên terorîst de yên li parêzgehê kar dikin piştî xebatine bibaldarî bi dest xistin, ku bi mehan dirêj kir heta hatin komkirin".

Hêzê di 3yê Îlonê de operasyoneke serbazî berfireh li nêzî Çemê Narînê li bakurê Diyalayê pêk anî, tê de kampên razî yên DAIŞê, ku hinek ji wan dihatin avakirin hatin armanckirin.

Operasyonê şikeft, stargeh û veşartgehine ku madeyên pir tirsnak tê de bûn û otombêleke ku bo kolandina tunêlan dihat bikaranîn dîtin.

Hêza Ajansa Dijî Terorîzmê herwiha operasyoneke daxistinê jî li deverê pêk anî, ku karîbû serkirdeyekî DAIŞê yê hewl dida bireve bigire.

Stratejîyeke ewlehî ya berfiretir

Ev operasyon "karîna paşmahîyên DAIŞê ku êrîşên li ser asta bilind pêk bînin pûç kirin ku dikarîn bi rêya wan moralê refên rêxistinê bilind bikin û bala ragihandinê bikişînin", şarezayê ewlehî Sefa Asem ragihand.

Wî ji Diyaruna ragihand ku "hewldanên terorîstan ên piştraskirina hebûna xwe û astengkirina ewlehîyê bi rêya plankirina operasyonên newêrek ji veşartgehên xwe yên razî li deşta Hemrînê û deverên din ên bêşênî, bi ser neketin ji ber xebatên berdewam ên şopandinê".

Asem dîyar kir ku operasyonên ewlehî aniha li ser bingeha stratejîyeke berfirehtir tên kirin, ku her operasyonek a berî xwe temam dike û encamine bêhtir bi dest dixe.

Asem anî ziman ku raportên vê dawîyê dîyar dikin ku çalakîya terorîstan li deverên dûrdest bi paş de vegerîyaye, ku tirsa ji çeperên DAIŞê "bi saya pêngavên lêgerînê yên girankirî û êrîşên başbijartî li ser armancine destnîşankirî" kêm dibe.

Wî daxuyand ku hêzên Îraqî baş agahî derbarê deverên veşartina paşmahîyên DAIŞê û torên wan li cem hene û operasyonên bibandor pêk tînin da wan bişopînin, çavdêrîya liv û tevgera wan bikin û wan di dema guncaw de derxînin.

Asem destnîşan kir ku agahîyên ku niştecihên herêmî pêşkêş dikin "bo têrkirina databêza hewalgirî ya derbarê terorîstan de pir girîng in", teqez dike jî ku xebatên têkbirina paşmahîyên DAIŞê di navbera hemû yekîneyên ewlekarî û serbazî, ajansên hewalgirîyê û êlan de dewam dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500