Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Rojnameger: Şênîyên Deraayê piştgirîya sizayên herî dawî dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Lîwa Husam Muhemed Loqa, serokê Birêveberîya Hewalgirîya Giştî ya Sûrî, yek ji her çar ajansên hewalgirî yên rejîma Sûrîyayê, di çarçoveya Yasaya Qeyser de hatiye sizakirin. [Wêne ji Hevgirtina Horan a Azad hatiye wergirtin]

Lîwa Husam Muhemed Loqa, serokê Birêveberîya Hewalgirîya Giştî ya Sûrî, yek ji her çar ajansên hewalgirî yên rejîma Sûrîyayê, di çarçoveya Yasaya Qeyser de hatiye sizakirin. [Wêne ji Hevgirtina Horan a Azad hatiye wergirtin]

Sizayên Amerîkî yên nû yên li ser hinek kesayetên payebilind ên ajansên hewlalgirî yên rejîma Sûrîyayê yên li parêzgeha Deraayê li başûrê welat gurz û lêdaneke dualî ye li dijî rejîmê û hevalbenda wê Rûsyayê, rojnamegere Sûrî ji Diyaruna re ragihand.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê roja 30ê Îlonê eşkere kir ku wê Mîlad Cedîd, fermandarê milîsa Feyleqê 5ê yê Rûsî yê Rûsya piştevanîya wê dike danîye ser lîsta sizayan.

Herwihalîwa Husam Muhemed Loqa, serokê Birêveberîya Hewalgirîya Giştî ya Sûrî, ku yek ji her çar ajansên hewlagirî yên Sûrî ye, li ser lîsta sizyan hatiye danîn.

Li gorî Wezareta Xezîneyê, Loqa serkirdeyekî kevin e di Ajansên Ewlehî yên Rejîma Sûrîyayê de, û ew ji Tîrmeha 2019an de di vî postî de ye.

Mîlad Cedîd (ortê), fermandarê milîsa Feyleqê 5ê yê bi piştevanîya Rûsyayê, bi efserên xwe rawestîya ye. Ew di çarçoveya Yasaya Qeyser de roja 30ê Îlonê hatiye sizakirin. [Wêne ji Baladi News hatiye wegirtin]

Mîlad Cedîd (ortê), fermandarê milîsa Feyleqê 5ê yê bi piştevanîya Rûsyayê, bi efserên xwe rawestîya ye. Ew di çarçoveya Yasaya Qeyser de roja 30ê Îlonê hatiye sizakirin. [Wêne ji Baladi News hatiye wegirtin]

Di sala 2010an de, ew weke serokê Birêveberîya Hewalgirîya Giştî ya Sûrî hat destnîşankirin, û ji destpêka qeyrana Sûrîyayê ve, di Adara 2011an de, wî gelek postên payebilind di Birêveberîya Hewalgirîya Giştî ya Sûrî û Birêveberîya Ewlehîya Siyasî ya Sûrî dagirtine.

Vê gavê serokên ajansên ewlehîya siyasî li Hums û Hemayê dane ber xwe.

"Dema wî li Humsê kar dikir, Loqa hejmarek komkujî pêk anîn û ew berpirs bû ji eşkencedana girîtyan di girtîgehên birêveberîya xwe de," Wezareta Xezîneyê di daxuyanîyekê de ragihand.

"Di sala 2015an de, Loqa di ragihandinê de bi cihgirtin di 'Komkujîya Cejnê' de li taxa Weir hat tawanbarkirin, ku yarîgeheke zarokan hat topbarankirin û 19 kes, ku 14 ji wan zarok bûn, hatin kuştin," daxuyanîyê got.

Siza rejîm û Rûsyayê armanc dikin

Siza jî di çarçoveyaYasaya Qeyser bo Parastina Sivîlên Sûrî ya sala 2019an de pêk tên, ku armanc ji yasayê nehiştina asayîkirina bi rejîma Beşar Esed re bêyî cezakirin ji ber binpêkirinên mafên mirov e.

"Danîna Loqa û Cedîd li ser lîsta sizayan lêdaneke dualî ye, ku him rejîma Sûrîyayê û him Rûsyayê armanc dike," rojnamegerê Sûrî Muhemed Ebdulah ji Diyaruna re ragihand.

Wî da zanîn ku Feyleqê 5ê, "ku ew Sûrî ye û gereke beşek ji artêşa Sûrî be", bi temamî ji hêla Rûsyayê ve tê fînanskirin û li jêr fermandarîya wê ye, û bi fermanên efserên Rûsî yên li Sûrîyayê ne tev digere.

Destê Cedîd di rewşa kaosê û bêyasayîyê ya li Deraayê serî hildaye heye, û ew berpirsyarêtecnîdkirina ciwanên Sûrî di nava rêzên Feyleqê 5ê de ye,Ebdulah got.

Wî teqez kir ku Feyleqê 5ê bûye milîsek ku fermanên xwe ji fermandarên ne Sûrî werdigire, û da zanîn ku yekîneyine milîsê bo parêzgeha Idlibê li bakurê Sûrîyayê hatine veguhestin bo di şer û pevçûnan de cih bigirin.

Li gorî daxuyanîya Wezareta Xezîneyê, vê yekê "xebatên gihiştin bi rêkeftineke rawestandina şer li Sûrîyê asteng kirin û têk birin".

Ebdulah got ku her du efserên sizakirî di serpereştîkirina girtina hejmarek ji endamên berê yên opozîsyonê de berdewam in, endamên ku rewşa xwe li ba rejîmê asayî kiribûn, ku ev yek jî bûye cihê nîgeranîyê li herêmê.

"Ev siza piştgirîyeke rasterast in bi şênîyên Deraayê û hawîrdora wê re ji ber rewşa zordarîyê, operasyonên girtin û kuştinan a ew li ser destê hêzên rejîmê û Feyleqê 5ê jîyan dikin ," Ebdulah got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500