Ji destpêka Tebaxê ve, dora 40 êrîşên bi rokêtan berjewendîyên Amerîkayê li Îraqê armanc kirine, û çend êrîşan jî şandên diplomasî û baregehên Hevpeymanîya Navdewletî armanc kirin.
Di bûyera herî dawî ya pêkanîna êrîşan de, Çarşemê (30ê Îlonê), şeş rokêt ji parêzgeha Nînewayê Balefirgeha Hewlêrê, ku hêzên Amerîkî li wir bi cih dibin, armanc kirin, li gorî Ajansa Dijî Terorîzmê ya Herêma Kurdistana Îraqê.
Ajansa Dijî Terorîzmê Heşda Şaebî, ku sîwaneke ku komên çekdar dicivîne û alîgirên Îranê tê de serdest in, bi berpirsyarîya ji êrîşan tawanbar kir.
Duşemê, rokêt li gundekî li nêzî Balefirgeha Bexdayê, ku hêzên Amerîkî li wir bi cih in, ket. Pênc zarokû du jin ji heman malbatê di êrîşê de hatin kuştin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê penceyên tawanbarîyê dirêjî milîsên Îraqî yên ser bi Îranê ve kirin, û got ku ew milîs "xeterîyeke bêsînor" li Îraqê çêdikin ku nayê qebûlkirin.
Lê heta niha van milîsan berpirsyarîya xwe ji van êrîşan îlan nekiriye, ku ev yek bûye cihê hêrsa Îraqîyan, ên ku Îranê û peyayên wê gunehbar dikin ku ew berpirsyar in.
''Rewşeke durûtîyê"
Hîn tu kes an komekê berpirsyarîya xwe ji êrîşa roja 15ê Îlonê re eşkere nekiriye, êrîşa ku tê de bombeyeke bidestçêkirî hat teqandin dema ku karwanekî diplomasî yê Brîtanî di nava navenda Bexdayê re çûbû.
Herwiha tu komê îlan nekiriye ku wê êrîşa bi rokêtan a roja 16ê Îlonê li ser projeya niştecihbûnê ya Qadisiyayê li Zona Kesik a Bexdayê pêk anîye, ku ev proje baregehên şand û berjewendîyên diplomasî yên navdewletî dihundirîne.
Rejîma Îranê bi bilez êrîş şermezar kirin, û ,milîsên Îraqî yên Îran piştevanîya wan dike hêdî hêdî heman rêbaz şopandin.
Di daxuyanîyekê de roja 17ê Îlonê, peyvdarê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade got ku Tehran armanckirina her misyoneke diplomasî li Bexdayê şermezar dike.
Piştî vê daxuyanîyê, serkirdeyên milîsên Îraqî yên ser bi Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) heman hewlest anîn ziman.
Di postekê de di platforma Twitterê de, berpirsê Ketaib Hizbulah Ebû Elî Eskerî ragihand ku "armanckirina misyonên diplomasî ne di xizmeta kesî de ye ji ber ku ev misyon tu xeterîyê çênakin".
Cewad Talibawî, ku serkirdeyekî milîsa Esaib Ehil el-Heq e, di Twitter de ragihand ku armanckirina şandên diplomasî "nayê qebûlkirin û ew prestîja dewletê têk dide".
Hevdem, kesayeta olî ya Îraqî ya navdar Muqteda Sedir got ku "ne ji xizmeta tu kesî ye ku Îraq derbasî tunêleke tarî bibe û gerdelûla tundûtûjîyê lê rabe".
Di postê dawî de di mîdyaya civakî de, serokê Şepêla Sedir got: "Ez nabînim ku armanckirina baregehên çandî û diplomasî tiştekî sûdbexş e."
"Ev daxuyanî vîna Îranê raber dikin," şirovekar Ala Neşû ji Diyaruna re ragihand, û bal kişand ser durûtîya milîsan.
Wî got ku milîsên ku destek dan êrîşan, bêyî ku berpirsyarîyê îlan bikin, aniha ew weke Îranê şermezarîyê dikin û ji nişka dibînin ku ev êrîş "ziyanê dighînin berjewendîyên niştîmanî û xizmeta Îraqê nakin".
Helwesta rejîma Îranê ji êrîşên li Îraqê "bi tenê durûtîyeke siyasî ye", Neşû got, û wî Pasdaran bi çesipandina berjewendîyên stratîjî yên xwe li Îraqê tawanbar kir.
"Binpêkirina nerîtên navdewletî"
Di hevpeyvînekê de ligel al-Arabiya TV roja 17ê Îlonê, Balyozê Amerîkayê li Îraqê Matthew Tueller qala êrîşên dubare yên li ser şandên diplomasî û yên hevpeymanîyê kir û got "ew taktîkek in bo lawazkirina serwerîya Îraqê".
"Êrîşên li ser şand, balyozxane û karwanên diplomasî binpêkirineke xeternak e ji nerîtên navdewletî re," lêkolînerê di warê siyasî de Taha Lehîbî ji Diyaruna re ragihand.
Wî got ku divê parastina hebûna diplomasî ya dewletên hevpeymanîyê li Îraqê yek ji berîtîyên herî pêşîn ên hikûmetê be, ji ber ku her gef an êrîşeke ji vê celebê dê bandoreke neyênî li ser berjewendî û pêşeroja Îraqê bike.
Lehîbî Pasdaran û milîsên wê bi pêkanîna êrîşan tawanbar kir, û got ku şermezarîkirinên Îranê yên vê dawîyê "bi tenê hewleke bo veşartina rastîya li pişt wan".
"Şermezarîkirinên Îranê bê sûd in," wî got. "Komara Îslamî her derewan dike, li gelê Îranê jî dike."
"Rejîma Îranê dê baca destêwerdana xwe di Îraqê û herêmê de bide," Lehîbî got, ji ber ku reftarên wê dê teqez bibin sedema fişarên navdewletî yên bêhtir bo bertengkirin li ber plan û xabatên wê yên belavkirina kaosê û gêreyê.