Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hêzên girêdayî Îranê bi mûşekan êrîşî hêzên Amerîkî yên li Herêma Kurdistanê dikin

AFP

Ev wêneya ku 13ê Adarê hatiye kişandin wêranîya li balefirgeha Kerbelayê li bajarê pîroz ê Îraqî nîşan dide, ku ew yek ji deveran e ku bûye armanca êrîşên asmanî yên Amerîkî li dijî komên Îraqî yên ser bi Îranê ve piştî mirina du Amerîkîyan û Brîtanîyekî di êrîşeke bi rokêtan de li dijî baregeke Amerîkayê li Tacî şeva berî wê. Waşintonê hêzên ser bi Îranê ve ku li jêr sîwana Heşda Şaebî ne bi êrîşên bi vî rengî tawanbar kirin. [Muhemed Sewaf / AFP]

Ajansa Dijî Terorîzmê ya Herêma Kurdistana Îraqê Çarşemê (30ê Îlonê) Heşda Şaebî, ku sîwaneke hêzên serbazî yên nefermî ye ku dewleta Îraqê sponserîya wan dike, bi armanckirina hêzên Amerîkayê bi rokêtan tawanbar kirin.

"Sê mûşekine ku ji parêzgeha Nînewayê ji hêla Heşda Şaebî ve hatin berdan, balefirgeha Hewlêrê," ku hêzên Amerîkî li nêzî wê bi cih dibin armanc kirin, Ajansa Dijî Terorê ya Kurdistanê di daxuyanîyekê de ragihand.

Soran Elî, fermandarekî Partîya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-I) -- ku partîyeke dijberîya rejîma Îranê dike û baregehên wê li Herêma Kurdistanê hene -- ragihand ku sê rokêt hatine berdan, lê tu qurbanî tune ne.

Wî got ku sê rokêtan "demjimêr 8.30 p.m. baregeheke PDK-I ku du kîlometran" ji Balefirgeha Hewlêrê dûr e armanc kirin.

Dîmenên vîdyo yên hatin belavkirin agirê ku rokêtan vêxistibû nîşan didin.

Hoşyar Zîbarî, wezîrê derve yê Îraqê yê berê û siyasetvanekî navdarê yê Herêma Kurdistanê, di Twitter de got ku rokêt ji hêla "heman komanên ku êrîşî Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê #Baghdad kiribûn pêk hatiye. Divê rê li ber van êrîşan were girtin".

Dora 40 êrîşên bi rokêtan berjewendîyên Amerîkayê li Îraqê ji destpêka Tebaxê de armanc kirine, di nav de ya ku roja Duşemê gundekî li nêzî balefirgeha Bexdayê, ku hêzên Amerîkî li wir in, armanc kir. Di wê êrîşê de pênc zarok û du jin ji heman malbatê hatin kuştin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê Sêşemê penceyên tohmetê bi milîseke Îraqî ya girêdayî Îranê dirêj kir, û got "ew xeterîyeke bêsînor" li Îraqê çêdikin

Waşintonêgef kir ku ew dê balyozxaneya xwe li Îraqê bigire û hêzên xwe ku jimara wan dora 3,000 ji welat vekişe eger ev rokêt neyên rawestandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500