Hinek şareza ji Diyaruna re gotin ku belavbûna milîsên bi ser Îranê ve li derdora zevîyên Ekasê li rojavayê Enbarê berhengarîyeke sereke ye li pêşîya berdewamkirina operasyonên li zevî radiweste.
Zevîyên Ekasê ji mezintirîn zevîyên xaza xwezayî ne li Îraqê, ku dikare bi hezaran kar ji niştecihan re peyda bike û pêdivîya parêzgehê ya kehrebê bi cih bîne.
Yedekê xazê li zevîyên Ekasê, yên li nêzî bajarokê sînorî Qaimê yê Enbarê ye, bêhtir ji pênc tirilyon pêyên çargoşe ye.
Danûstandinên navbera Wezareta Petrolê ya Îraqî û Sazîya Koreya ya Xazê (KOGAS) bo pêşxistin û bikaranîna zevîyên Ekasê tu pêşketin di heyama çend mehên derbasbûyî de bi dest nexistin.
Kompînya Korî di 2011an de zora gelek rikberên biyanî bir ku dixwestin girêbestekê bo pêşxistina zevî girêdin. Neçar bû operasyonên xwe rawestîne û gava DAIŞê beşine mezin ê parêzgeha Enbarê di 2014an de dagir kir xwe vekişîne.
"Jîngeheke ne-ewle"
Piştî rizgarkirina parêzgehê, Wezareta Petrolê ji kompanîyê xwest ku vegere û operasyonên xwe berdewam bike, lê hebûna milîsên bi ser Îranê ve, di serî de Ketaib Hizbullah, Hereket Nuceba û Seraya Xuresanî , kompanî bi paş de vegerandin.
Li gorî berpirsekî wezaretê, kompanî "destpêkê bang pêşwazî kir da vegere û zevî bi kar bîne, lê wê ji hikumetê xwest ku hemû deverên li derdorê ji hêzên nefermî paqij bike".
Berpirsê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Diyaruna re got ku kompanîyê angaşt kiriye ku hebûna milîsan dihêle dever "jîngeheke neewle be bo xebatkar û endezyarên wê".
Wî anî ziman ku "rijda milîsan ku li deverê bimînin... belkî [di dawîyê de] xizmeta ajendeyên Îranê dikin, ji ber şixulandin û bikaranîna zevîyê xazê tê wateya ku Îraq dê qet ne gerekdarî xaza Îranê be ji wê çaxê û şûn de".
Wî gotku Ketaib Hizbullah serbazgehin li beşê başûrî yê zevî ava kirine û tora avê û odeyên ku destpêkê bo xebatkar û pasevanên zevî hatibû avakirin bi kar tînin, da zanîn jî ku KOGAS nikare di nava vê gelemşeyê de kar bike.
Wî destnîşan kir ku "weke wezareta petrolê, me têkilî bi wezaretên hundir û berevanîyê re danî da pirsgirêkê çareser bikin, lê milîs heya niha vekişîna xwe ji wir asteng dikin".
Hebûna komine çekdar ên Hêzên Heşda Şaibî ew "kelema tekane ya li ber vegera KOGAS bo bikaranîna zevîyê xazê radiweste", endamê Encumena Bajarê Qaimê Elî Kerbûlî wiha ji Diyaruna re ragihand.
Wî daxuyand ku "her weberênerek, çi herêmî çi biyanî be, gerekdarî jîngeheke kar a ewle ye," û karê bêyî yasa yan jî di rewşine mîna yên li zevîyên Ekasê ne gengaz e.
Kerbûlî anî ziman ku kompanî bo neqebûlkirina vegerê xwe dispêre bendekî girêbestê ya bi hikumeta Îraqî re îmze kiriye ku ew gerekdarî hemû rêkarên selametî û ewlehîyê ye bo kompanîyê, lê ev rewş aniha li zevîyên Ekasê peyda nabe.
Kompanîya Midland a Petrolê ya dewletê aniha bi KOGAS re derbarê mercên vegera wê dide û distîne, serokê komîteya petrol û enerjîyê ya parlamenê Heybet Helbûsî ji Diyaruna re eşkere kir.
Wî da zanîn ku pêwîstî bi dewamkirina operasyonên zevî heye ku dê kehrebê û herwiha kar ji hezaran niştecihên Enbarê yên bêkar re peyda bike, û sektora taybet geş bike.
Helbûsî dîyar kir ku "em hêvî dikin ku xebatên hikumetê yên çareserkirina qeyranê çareyeke mayînde bi xwe re bînin".
"Pêwîstî bi xaza Îranê tune ye"
Hebûna milîsên Îranî ne tenê bikaranîna xazê bo hilberîna kehrebê asteng dike, belê nehêle taxeke niştecihî ya tekûz bo KOGAS li gorî girêbestê jî were avakirin, şarezayê karûbarên aborî yê Îraqî Ehmed Cibûrî got.
Wî ji Diyaruna re got ku li gotî girêbestê, KOGAS dê herwiha rê, navendên tenduristîyê û dibistanan bo gund û bajarokên nêzî zevî ava bike, dîyar kir jî ku Ekasê dê aborîya ne kêmî 15,000 malbatî xurt bike di rêya peydakirina karine mayînde û demkî ji wan re.
Cibûrî anî ziman ku "tu wateya rijda milîsan tune ye ku li parçeyekî xaknîgarî ku tu tişt li dorê nîne, ji bilî ku hewldanên Îranîyan heye ku kar li zevî xerab bikin".
Cibûrî got ku eger zevîyê xazê hat bikaranîn, "dê tu pêwîstî bi xaza Îranî tune be", nemaze ku KOGAS dikare heya 300 km ji borîyên ku xweş pertolê davêjin ji biyabanê heya Bexdayê dirêj bike da kêlgehên Museb û Bexdayê bi kehrebeyê dabîn bikin û herwiha herdu kêlgehên Hedîsa û Bêcî ku bi xazê kehrebê berhem dikin.