Nûçeyên Iraqê
Aborî

Milîs planên vejîyandina aborî li Îraqê asteng dikin

Faris Omran

Endamine milîsa Seyid el-Şuheda ya Îran piştgirîya wê dike di xwenîşandanekê de beşdar dibin li Bexdayê di 31ê Gulana 2019an de. [Wêne ji malpera Seyid el-Şuheda hatiye wergirtin]

Endamine milîsa Seyid el-Şuheda ya Îran piştgirîya wê dike di xwenîşandanekê de beşdar dibin li Bexdayê di 31ê Gulana 2019an de. [Wêne ji malpera Seyid el-Şuheda hatiye wergirtin]

Xebatên hikûmeta Îraqî bo vekirina derîyê welat li pêşîya weberhênana biyanî bo piştgirîkirina geşedana aborî, di her gavê de ji alîyê milîsên ku Îran piştgirîya wan dike yên ku li welat kar dikin tên têkbirin, pisporên Îraqî ji Diyaruna re ragihand.

Milîs hewl didin ku hejmûna Îranê biparêzin di rêya ku Îraqê îzolekirî bihêlin.

Meha bûrî, Serokwezîr Mustefa Kazimî bidawîbûna zincîreke rêkeftinên weberhênanê di navbera Amerîka û kompanîyên raqî de derbarê sektorên neft, xaz û kehrebeyê îlan kir, nirxê wan bi hev re digihe bêtirê 8 milyar dolar.

Herwiha şandeyên hikûmeta Îraqî xwe bi welatên herêmê re çêdikin, di nav wan de Erebistana Siûdî, ya biryar heye ku di zevîyekî xazê li Bexdayê weberhênanê bike û li gorî hat gotin ew dê 3 milyar dolar deyn bide daku têra kêmbûna budceya Îraqê bike.

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî bi nûnerên kompanîyên Amerîkî re dicive li Waşintonê di 20ê Tebaxê de. [Wêne ji Ofîsa Mîdyayê ya Serokwezîr hatiye wergirtin]

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî bi nûnerên kompanîyên Amerîkî re dicive li Waşintonê di 20ê Tebaxê de. [Wêne ji Ofîsa Mîdyayê ya Serokwezîr hatiye wergirtin]

Di serdaneke 2wê Îlonê de bo Îraqê, herwiha Serokê Frensê Emmanuel Makron giranî da berfirehkirina têkilîyên aborî bi Îraqê re di rêya qayimkirina weberhênana wê di sektorên enerjî û binesazîyê de.

Derfetên pêşxistina aborîya Îraqê û handana weberhênanê mezin in, aborînas Mazin Eşêkir ji Diyaruna re ragihand.

Wî dîyar ku milîsên girêdayî Îranê di rêya pêşketina Îraqê de radiwestin û bi awayekî çalak hewl didin ku pêşketinê vebirînin, ji ber dibe ku biserxwehatina aborî û dewlemendî li Îraqê bi awayekî neyînî bandorê li berjewendîyên wan yên taybet bikin.

Eşêkir got "milîs naxwazin Îraq li ser cîhanê vebe, lê li şûn wê ew hewl didin ku wê îzole bikin û pêşketinê di hemû waran de têk bibin".

"Jîngeheke dijber"

Eşîkir hişyarî da ku nûavakirin dê dereng bimîne eger ev "komên dervey qanûnê" berdewam bikin û ziyanê bigihînin berjewendîyên Îraqî.

Wî hişyarî da "ew hewl didin ku jîngeheke dijber ji weberhênanê re çêkin bi rêya têkdana ewlehîyê û zêdekirina armanckirina kompanîyên [biyanî] û berjewendîyên dîplomatîk û serbazî".

"Tirs û nîgeranî hene ku rêkeftinên aborî û yên weberhênanê yên ku di navbera Îraqê û hejmareke welatan de hatine îmzekirin dê neyên bicihanîn, ji ber zêdebûna çalakîyên van milîsan".

Di destpêka vê mehê de, Wezîrê Darayî Elî Elawî got ew ditirse ku sazîyên dewletê felc bibin ji ber serdestîya milîsên Îran piştgirîya wan dike.

Di hevpeyvîneke 1ê Îlonê de li ser PBS NewsHour, Elawî teqez kir ku hewcedarî heye ku Îran "li plan û stratejîya xwe li Îraqê derbarê piştgirîya ew ji milîsên çekdar û wekîlên wan yên siyasî re dabîn dike vegere".

Wî berhengarîyên aborî û yên ewlehî yên ku Îraq rastî wan tê wiha destnîşan kirin "ew meizn û dijwar in" û hişyarî da "eger em tedbîrên çaksazî yên lezgîn pêk neyînin, dibe ku rewş ji dest me derkeve".

Di nîvê Tîrmehê de, Îraqê dest bi "Plana Pirtûka Sipî" kir bo çaksazîya aborî. Ev yek weberhênanê han dide, piştgirîya sektorê taybet dike û dahatên dewletê ji jêderên ne neftî mezin dike.

Wêrankirina aborîya Îraqê

Milîsên Îran piştgirîya wan dike "astengîyeke sereke ne ji çi plan an siyaseta ber bi çaksazkirina rewşa aborî ya zehmet li welat ve dibe", rojnamevan û şirovekarê siyasî yê Îraqî Zîyas Sincarî ji Diyaruna re got.

Wî ev milîs tawanbar kirin "ku ew bi awayekî çalak aborîya Îraqê wêran dikin", û destnîşan kir ku yek ji armancên sereke li pey êrîşên wan li ser misyonên navdewletî ew e ku peyamekê bigihîne cîhanê ku Îraq "ne ewle ji kar re".

Eger weberhênana biyanî astengdar bû, rejîma Îranî dê sûdê wergire, li gorî şiroveya Sincarî, ji ber Îraq menfeza wê ya aborî ya sereke ye û dikare sûdê jê wergire da ku fişara sizayên navdewletî sivik bike.

Wî got ku aborîya Îranî aniha xwe dispêre hinardekirina kel û pelan bo Îraqê û anî ziman ku herwiha rejîma Îranî Îraqê didoşe di rêya talankirina samanên wê yên niştimanî.

Wî got ku milîsên Îran piştgirîya wan dike destên wan di operasyonên standina pereyan bi zorê û gefên revandin û terorkirina pazirgan û weberhêneran de heye.

Wî got ku di encama van çalakîyan de, gelek projeyên geşedan û weberhênanê li Îraqê rawestiyan, ku bandor li karkirinê kir û krîza hejarîyê zêde kir û bandor li xizmetguzarîyên giştî kir.

Sincarî got ku Îran û wekîlên wê berjewendîyeke wan ya hevpar heye ku ziyanê bigihînin Îraqê û ji bo yekê ew weberhênana navdewletî têk dibin û nahêlin ku projeyên pîşesazî û kompanîyên berhemkirinê yên mezin careke din werin avakirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500