Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

5 zarok û 2 jin di êrîşeke bi mûşekan de li ser balefirgeha Bexdayê tê kuştin

Faris Omran û AFP

Zilamine Îraqî bi ser darbestine endamên malbatekê ku berî rojekê hatibûn kuştin digirîn gava mûşek bi ser mala wan de ket li nêzî balefirgeha Bexdayê, di dema merasîmê wan li gundê Elbû Şeban li devera Ridwaniyê li derdora paytextê di 29ê Îlonê de.[Ehmed Rubeyî/AFP]

Zilamine Îraqî bi ser darbestine endamên malbatekê ku berî rojekê hatibûn kuştin digirîn gava mûşek bi ser mala wan de ket li nêzî balefirgeha Bexdayê, di dema merasîmê wan li gundê Elbû Şeban li devera Ridwaniyê li derdora paytextê di 29ê Îlonê de.[Ehmed Rubeyî/AFP]

Artêşa Îraqî ragihand ku sê zarok û du jinên Îraqî ji heman malbatê derengîya Duşemê (28ê Îlonê) hatin kuştin gava mûşekeke ku balefirgeha Bexdayê armanc kir, ên hêzên Amerîkî lê dimînin, rêya xwe şaş kir û bi ser mala wan de ket.

Paşê du zarokên din ku di êrîşê de bi giranî birîndar bûbûn ji ber wê birînên xwe li nexweşxanyê jîyana xwe ji dest da.

Artêşê got ku mûşek ji taxa Cîhad a li rex li rojavayê paytextê hatibû berdan.

Ev êrîş jî ya herî dawî di rêzeêrîşên li dijî berjewendîyên Amerîkî li Îraqê de ye, ku bi giranî milîsên bi ser Îranê ve yên li welat kar dikin tên tawanbarkirin.

Hinek Îraqî malekê ku ji ber mûşekekê di roja borî de li nêzî balefirgeha Bexdayê li derdora paytexta Îraqî hatibû wêrankirin paqij dikin, di 29ê Îlonê de. Pênc zarok û du jin ji heman malbatê di êrîşê de hatin kuştin, ku bi giranî milîsên bi ser Îranê de pê hatine tawanbarkirin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Hinek Îraqî malekê ku ji ber mûşekekê di roja borî de li nêzî balefirgeha Bexdayê li derdora paytexta Îraqî hatibû wêrankirin paqij dikin, di 29ê Îlonê de. Pênc zarok û du jin ji heman malbatê di êrîşê de hatin kuştin, ku bi giranî milîsên bi ser Îranê de pê hatine tawanbarkirin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Hêzên Îraqî mûşekeke Katyûşa ku bo avêtinê amade ye li başûrê Bexdayê di 5ê Tîrmehê de desteser dikin. [Wêne ji Şana Medyayî ya Ewlehî hatiye wergitrin]

Hêzên Îraqî mûşekeke Katyûşa ku bo avêtinê amade ye li başûrê Bexdayê di 5ê Tîrmehê de desteser dikin. [Wêne ji Şana Medyayî ya Ewlehî hatiye wergitrin]

Amerîka gefa girtina balyozxaneya xwe ya li Bexdayê xwaribû eger êrîş nesekinin.

Artêşê "komên tawankar û yên deryasayî" ku dixwazin "kaosê çêkin û xelkê bitirsînin" tawanbar kirin.

Di navbera Cotmeh û Tîrmehê de, herî kêm 39 êrîşên bi mûşek berjewendîyên Amerîka li Îraqê kirin armanc. Heman hejmar careke din ji wê çaxê de pêk hatiye.

Bi giştî, çar leşker -- du Brîtanî, yek Îraqî û yek Amerîkî -- ligel girêdarekî Amerîkî û yekî Îraqî di êrîşan de hatin kuştin, herwiha gelek sivîl jî birîndar bûn.

Hesabên Twîtterê yên piştevanîyê didin Îranê van êrîşan pîroz dikin, lê Duşemê rewş ne bi vî rengî bû, ku komekê jî yekser berpirsyarîya xwe ranegihand.

Dora şeş komên ku berî niha nehatine naskirin êrîşên weke vê di mehên dawî de, li jêr ala "berxwedana Îslamî" digirtin ser xwe.

Lê şareza dibêjin ku ev perdeyeke nixumandinê ye, û di nav wan de endamine berê yên komên bi ser Îranê de yên Hêzên Heşda Şaebî hene, ku ew toreke piştevanîya xwe ji dewletê dibe û nêzî Tehranê ye.

Îraqî êrîşan şermezar dikin

Vîdyoyek û hin wêne ku li ser enternetê belav bûne wêranîya ku li malê çêbûye û xwîna rijandî xuyanî dikin. Tê de endamekê malbatê dîyar dibe û dibêje ku ev ne cara yekê ye ku mûşekên bo balefirgehê tê avêtin li nêzî mala wan dikevin.

Pêleke hêrs û nerazîbûnê girte taxên Îraqî piştî êrîşê.

"Ev yek divê bêyî hesabxwestinê derbas nebe... ev tawaneke mezin e û dawî li jîyana zarok û jinan anîye. Wan çi kiriye heta ku bi vî rengî bên kuştin?" Wîsam Obêdî niştecihekî taxa Dûra a Bexdayê ku xwest navekî sexte bi kar bîne, got.

Wî ji Diyaruna re got ku "em bi carekê re nema ewle ne, heta di hundirê malên xwe de, ji ber kirinên van komên jirêderketî".

Tevî êrîşên bi mûşek ên berî niha hiştin qurban çêbibin û ziyanên madî bigihên malên welatîyan, lê êrîşa Duşemê ya herî dijwar bû.

"Em danê êvaran kabosekê ji ber bomebarankirina dubarekirî ya balefirgehê dijîn", Heyder got, niştecihekî taxa Ferat ya li nêzî balefirgeha Bexdayê, ku tenê navê xwe yê yekem da.

Wî ji Diyaruna re dîyar kir jî ku divê hikumet destwerdanê bike "da nehêle komkujîyên din li ser destê van komên tawankar çêbibin".

"Lêpirsîn divê bigihijîn encamê"

Di daxuyanîyeke Duşemê de artêşê ragihand ku serokwezîr Mistefa Kazimî ferman daye ku yekser lêpirsîn derbarê bûyerê de çêbibe û tawanbar werin girtin, "bêyî peywendî û têkilîyên wan di ber çavan re werin derbaskirin, da dijwartirîn siza bixwin".

Kazimî herwiha fermana girtina endamên hêza ewlehî ya berpirsyar e ji çavdêrîya herêma ku ji wir mûşek hate avêtin jî da, ji ber "nikarîn bi erkê xwe ve rabin", daxuyanîyê got.

Herwiha wî hemû ajansên ewlehîyê han da ku xebatên xwe yên hewalgirî giran bikin "da sînorek ji van tawanên ku welatîyan ditirsînin re were danîn".

Endamê komîteya ewlehî ya parlamenî Ketah Necman Rikabî got ku divê lêpirsîn bilez sûcdarên vê tawanê bide girtin.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku "me her û her digot ku divê desthilat yasayê pêk bînin û welatî û sazîyên dewletê ji çekên nekontrolkirî biparêzin".

Rikabî anî ziman jî ku divê ew operasyonên parêzî li van deverên ku ev mûşek jê têne avêtin giran bikin "da rê li ber êrîşên bên yên ji alîyê endamên ku taktîkên êrîş û revînê û şerê taxan dikin were girtin".

Wî bang li hikumetê kir ku bilez "encamê lêpirsînên kuştina vê malbatê " û herwiha hemû lêpirsînên binpêkirin û kuştinên plankirî yên ewlehî yên berê jî eşkere bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500