Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Hêzên Îraqî dibin aramanca rûreşkirina li ser înternetê ya ji alîyê wekîlên Pasdaran ve

Faris Omran

Efserekî polîsê Îraqî yê birîndar tê dermankirin piştî êrîşekê ku milîseke ku Îran piştgirîya wê dike pê hat tawanbarkirin, ku êrîşê karwanê wî li başûrê Îraqê di destpêka Îlonê de armanc kir. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Efserekî polîsê Îraqî yê birîndar tê dermankirin piştî êrîşekê ku milîseke ku Îran piştgirîya wê dike pê hat tawanbarkirin, ku êrîşê karwanê wî li başûrê Îraqê di destpêka Îlonê de armanc kir. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Wekîlên Îranê kampanyayên binpêkirin û navtêdanê li dijî hêzên Îraqî û çalakgeran li ser înternetê bi rê ve dibin.

Li gorî tê gotin komên girêdayî Pasadarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) hewl dan ku navûdengê hêzên ewlekarî yên Îraqî û serkirdeyên xwenîşandanan ên ku li dijî hejmûna wan xerab bikin.

Di xebatên herî dawî yên mîna van, "artêşên elektronî" yên van koman kampanyayên rûreşkirinê li dijî efserên polîs bi rê ve birin, efserên bi hevrêkirin û parastinakarwanên kompanîyên ku piştgirîya lojestîk ji hêzên hevpeymanîya navdelwtî re dabîn dikin hatine erkdarkirin.

Di 8ê Îlonê de, bombeyeke ku karwaneke dabînkirinê armanc dikir li ser rêya di navbera parêzgehên Babil û Dîwanîyayê de teqîya. Wê polîsek kuşt û du endamên tîma SWATê jî birîndar kirin.

Çalakger Rîham Yaqûb li Besrayê di nîvê Tebaxê hat kuştin piştî kampanyayeke rûreşkirinê ya ji alîyê milîsa ku Îran piştgirîya wê dike. [Wêne ji rûpela Facebookê yê Yeqûb hatiye wergirtin]

Çalakger Rîham Yaqûb li Besrayê di nîvê Tebaxê hat kuştin piştî kampanyayeke rûreşkirinê ya ji alîyê milîsa ku Îran piştgirîya wê dike. [Wêne ji rûpela Facebookê yê Yeqûb hatiye wergirtin]

Piştî êrîşê, çalakgeran li ser mîdyaya civakî çavdêrîya postên ji hisabên piştgirîya wekîlên Pasdaran dikin kir. Wan got ku naverokê polîsê Îraqî ihanet dikir û bang kir ku êrîşî wan bikin, ew weke "parastvanên dagirkerîyê" wesf kirin.

Ev ne cara yekem e ku "kampanyayên propegandayê" têne bicihanîn, ku tuhmeyên xiyanetê berê fermandarên serbazî jî armanc kirin.

Par, kenalên mîdyaya girêdayî Îranê -- di nav de Tora Ragihandinê ya Berxwedanê û televîzyona el-Îtîcah, kenala ragihandinê ya Ketaib Hizbullah-- Fermandarê Operasyonên Enbarê lîwa Muhemed Felahî bi xîyanetê tawanbar kir.

Di pişt re Felahî ji alîyê serokwezîrê Îraqî ve hat bêgunehkirin piştî peygerînan dîyar kir ku hemû angaştinên li dijî wî ne rast in.

Dijberîya li hember propegandayê milîsan aciz dike

Pisporê serbazî lîwayê (karkenar) Celîl Xelef Şuwêl ji Diyarruna re got ku kampanyayên rûreşkirinê ên ku milîsên Îran piştgirîya wan dike bi rê ve dibin û artêşên wan yên elektronî ji alîyê gelê Îraqî ve nayên tehmûlkirin.

Wî got ku "tu Îraqîyê dilsozê welat dê bedkarî û derwîya ku ji hêzên ewlekarî re tê asrastekirin qebûl nake," ya ku endamên milîsan dienirîne.

Şuwêl got ku ne ji berjewendîyên wekîlên Pasdaran in ku hêzên Îraqî yên hêzdar û baş rahînankirî hebin ji ber ew hewl didin ku fişar bikin ji bo hejmûnê. Wî bang kir ku li dijî van kirarên dijber derkevin ên armanc dikin ku ziyanê bigihînin berjewendî û serwerîya Îraqê.

Divê ew alîyên berpirs derbarê êrîşên li ser karwanan werin girtin û hêzên ewlekarî yên bi karwanan re hevrê bi teknolojîyayê werin dabînkirin daku mayînên erdê û teqemenîyên bidestçêkirî kifş bikin.

Şirovekarê siyasî Xanim Abid got ku kampanyayên propeganda ji alîyê milîsan ve tên bicihanîn daku çalakîyên xwe yên "di bin navê sloganên îdîolojî yên sexte de" mafdar bikin.

Wî ji Diyaruna re got ku tuhmeyên xîyanetê ne tenê bandorê li sazîyên ewlekarî dikin lêbelê herwiha li çalakger û serkirdeyên xwenîşandanên girseyî jî dikin.

Artêşa elektronî ya wekîlên Pasdaran wêneyan çê dike û wan li ser mîdyaya civakî belav dike û bi par ve dike, çalakger an xwenîşanderan bersûc dike ku ew li hesabê welatên biyanî kar dikin û wan weke "coker" bi nav dike.

Wî got ku bi vî awayî milîs bi sedan terorkirinên li dijî xelkên bêguneh tên bicihanîn rewa dibînin.

Wî da zanîn ku terorkirina herî dawî ya Rîham Yaqûb bû, çalakgerek ji Besrayê, ya ku di 19ê Tebaxê de hat kuştin piştî rûreşkirina li dijî wê.

Endamên milîsê "hinek kes bi tuhmene çêkirî dikujin, ku ew dilsozîya xwe ji Îranê re li şûn Îraqê eşkere dikin û dibêjin ew şopdarên Rêberê Bilind ê Îranê [Elî Xameneî] ne".

Wî pirs kir "di vê haletê de kî wekîl û xayin e?".

Abid got ku wekîlên Pasdaran hewl didin ku nerehetî û tevlihevîyê çêkin daku hebûna xwe biparêzin, ya ku bi awayekî qutebir ji alîyê gelê Îraqî ve tê redkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500