Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Çaksazîyên hikûmeta Îraqê hevdem ligel zêdebûna êrîşn milîsan berdewam dibin

Faris Omran

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî bi berpirsan re dicive di Gulanê de daku çaksazîyên hikûmetê giftûgo bikin. [Wêne ji Ofîsa Serokwezîrê Îraqî hatiye wergirtin]

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî bi berpirsan re dicive di Gulanê de daku çaksazîyên hikûmetê giftûgo bikin. [Wêne ji Ofîsa Serokwezîrê Îraqî hatiye wergirtin]

Wan got ku tevî ku şepêla êrîşên milîsan li ser berjewendîyên navdewletî li Îraqê zêde dibe, ên ku çavdêr dibînin ku ew hewldanek in bo lawazkirina hikûmetê, her çi qasî çaksazî bi şepêleke hêdî bin jî, çaksazî hîn bi pêş ve diçin.

Şêx Sair Beyatî, peyvdarê Encumena êlaî ya Erebî li parêzgeha Selahedînê, got ku komên çekdar ên dilozê Îranê "berpirs in derbarê hemû kêşeyên li welat".

"Ew hewl didin ku çaksazîyan kêm bikin û li dijî plana dixwaze hukmê qanûn bisepîne û serwerîya dewletê vegerîne rabin. Tevlihevî erdeke guncan ji zêdebûn û berfirehbûna wan re peyda dike," wî ji Diyaruna re ragihand.

Beyatî got ku ev kom plan dikin ku bihêlin Îraq bimîne di tevlehevîya ku ji ber tundîya çekdar, bêaramî, gendelîyê berbelav û krîzên aborî çêbûye biteqine.

Ofîsa kompanîya G4S ya Amerîkî-Berîtanî li Bexdayê bi bombeyekê hat bombebarandin di destpêka Îlonê de. [Wêne li ser mîdyaya cîvakî hatiye wergirtin]

Ofîsa kompanîya G4S ya Amerîkî-Berîtanî li Bexdayê bi bombeyekê hat bombebarandin di destpêka Îlonê de. [Wêne li ser mîdyaya cîvakî hatiye wergirtin]

Wî anî ziman ku ew xeterîyeke mezin li ser ewlehî û aştîya sivîl çê dikin û ziyanê bigihînin berjewendîyên Îraqê yên niştimanî û têkilîyên wê bi civaka navdewletî re.

Êrîşên li ser armancên navdewletî zêde dibin

Piştî kuştina fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdaran Qasim Sulêmanî di Kanûna Duyem de, hin endamên Pasdaran kompanîya ku aramîyê ji Balefira Bexdayê (G4S) re dabîn dike bersûc kirin ku destên wê di kuştinê de hene.

Di 3yê Îlonê de, dronekê bombeyeke piçûk avête ser baregehên kompanîya ewlekarî ya Berîtanî- Amerîkî li taxa niştecihî ya Qadisîyayê li Bexdayê. Tu alîyî xwe nekire berpirsê êrîşê.

Ji sala par ve, bêtirî 30 êrîşên bi mûşekan sazîyên Îraqî yên mêvandarîya hêz û dîplomatên biyanî dikin armanc kirin.

Kêm caran alîyek êrîşên mîna van li xwe digire, lê Waşinton gazinan ji komên alîgirê Îranê li Îraqê dike, di serî de Ketaib Hizbulah.

Vê dawîyê, êrîşên ku teqemenîyên bidestçêkirî bi kar tînin bo girêdarên piştgirîya lojestîk ji hevpeymanîya navdewletî re li Îraqê hat arastekirin

Di 26ê Tebaxê de. bombeyeke bidestçêkirî bi karwaneke NY de teqîya ya li ser şarêya Hewlêr-Mûsil re çû. Komeke ku xwe weke beşekî ji Berxwedana Îslamî ya girêdayî Pasdaran da naskirin berpirsîya xwe ji bûyerê re angaşt kir.

Şirovekarê siyasî Ehmed Şewqî ji Diyaruna re ragihand ku gefa ji alîyê milîsên li bin sîwana Hêzên Heşda Şebî de kar dikin tên sepandin zêde dibe. Wî got ku ev kom Hêzên Heşda Şebî weke perdeyekê bi kar tînin daku hebûna xwe rewa bikin dema ew ajandeyên rejîma Îranî bi cih tînin.

Wî got ku li gel zêdekirina opersyona vê dawîyê, dîyar e ku milîs peyamekê ji hikûmeta Îraqî re dişînin ku ew "amade ne çi tiştê ji wan were bikin daku berjewendîyên xwe û têkilîya xwe bi Pasdaran biparêzin".

"Ew dixwazin serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî fedîkar derxin, ê soz da gelê Îraqê û cîhanê ku ew dê rûmeta dewletê û hukmê qanûn vegerîne," Şewqî got.

Wî got ku tevî astengîyên di rêya çaksazîyên hikûmetê de, "pêşketin bi şepêleke hêdî berdewam dibe".

Hikûmet giranîyê dide çaksazîyan

Hikûmet naxwaze ku bikeve pevçûnê bi komên wekîl re ji ber tirsa ku rewş li Îraqê xirabtir bibe, Şewqî got. Lê tedbîrên vê dwaîyê "milîs aciz kirin û tirsandin, û ev jî pêşketineke erênî ye".

Di Tîrmehê de, hikûmeta Îraqî plan îlan kirin daku dergehên sînorî û keştîgehan ewle bike di rêya çewisandina qaçaxîyê, ku jêdereke temwîlkirina milîsan ne. Piştî mehekê, wê komîteyeke lêpirsînê pêk anî bo nehiştina gendelîyê.

Di 5ê Îlonê de, hêzên Îraqî dest bi "Operasyonên pêbendîya sozan" kir çekên neyasayî li Bexday û Besrayê desteserkirin. Operasyon dl li parêzgehine din were bicihanîn.

Endamekî parlemanê Îraqî, yê xwest ku navê wî nenaskirî bimîne, ji Diyaruna re ragihand ku hikûmet hewl dide ku çek tenê di destên hêêzn ewlekarî de bin û wê hewl daku teqez bike ku tu hêz di ser sewlet û qanûnê re nîne.

Wî got ku operasyon bû encama girtina bi dehan tekekesên tên xwestin û desteserkirina mêjereke mezin a çek û cebilxaneya.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500