Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

''Şêfê Putin" tê sizakirin ji ber rola wî ya di operasyonên ziynbar de li seranserê cîhanê

Caravanserai û AFP

Wêneyekî kevin ê Yevgeny Prigozhin. [Mikhail Metzel/TASS]

Wêneyekî kevin ê Yevgeny Prigozhin. [Mikhail Metzel/TASS]

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê Çarşemê (23yê Îlonê) siza li ser hevpar û kompanîyeke dewlemendekî nêzîk ji serokê Rûsî Vladimir Putin û herwiha ajansa ewlekarîyê li Moskoyê sepandin.

Heft kes û heşt pêgehên girêdayî Yevgeny Prigojîn û Ajansa Ewlekarîya Federal (FSB) bûn armanca sizayan, wezaretê di daxuyanîyekê de ragihand.

Prigozhin bi naznavê "şêfê Putin" tê naskirin ji ber kompanîya wî Konkord xwarin ji Kremlinê re dabîn kiriye.

Ev gav bi armanca piştrastbûn ji çalakîyên Prigojîn li Komara Afrîqa Navîn û FSB hat, ku FBS bi destêwerdanê di hilbijartinên Amerîkî de tê tawanbarkirin.

Ev wêneya ku di mîdyaya civakî de belav bûye çeteyên Rûsî yên li Sûrîyayê şer dikin nîşan dide. [Arşîv]

Ev wêneya ku di mîdyaya civakî de belav bûye çeteyên Rûsî yên li Sûrîyayê şer dikin nîşan dide. [Arşîv]

Ev wêneya asmanî alavên ku digihêjin Koma Wegner û ew wan bi kar tîne nîşan didin, roja 13ê Tîrmehê li balefirgeha Xadim li Lîbyayê. [AFRICOM]

Ev wêneya asmanî alavên ku digihêjin Koma Wegner û ew wan bi kar tîne nîşan didin, roja 13ê Tîrmehê li balefirgeha Xadim li Lîbyayê. [AFRICOM]

Sizayên herî dawî giranî dan "bikaranîna Prigojîn ji samanên xwezahî yên welatên Afrîqayê ... rola hikûmeta Rûsî di hevahengîkirina çalakîyên Prigojîn de", daxuyanîyê got.

"Prigojîn xwedan têkilîyên xurt e bi kompanîyên mînan, ewlehî û lojistî re li Komara Afrîqya Navîn, û tên gotin ku çalakîyên wî li Komara Afrîqya Navîn bi hevahengî bi Wezareta Karên Derve û Wezareta Berevanîyê ya Rûsî tên pêkanîn," daxuyanîya wezaretê got.

Sizayan du kompanîyên rakirina mînan û sê karmendên Prigojîn li Komara Afrîqya Navîn armanc kirin, ku ew welat ji ber nebûna hêminîyê û milmilanîyên çekdarî ji dema kodetayeke ku serokê welat Francois Bozize di sala 2012an de ji desthilatê dûr kir dinale.

Prigojîn xwedan du kompanî ye ku li Komara Afrîqya Navîn karên rakirina mînan dikin: M Finans a navenda li Rûsyayê -- ku ew karê hesinên nirxdar dike û xizmetguzarîyên ewlehî yên taybet dabîn dike -- Lobaye Invest ku navenda wê li Komara Afrîqya Navîn e -- ku ew pispor e di derxistina zêr û almas de.

Herdu kompanî jî têkildarî çalakîyên Koma Wagnerê yên li Komara Afrîqya Navîn in, ku ew kompanîyeke serbazî ya taybet a Rûsî ye ku girêdayî Prigojîn e, li gorî Wezareta Xezîneyê. Amerîka berî aniha Prigojîn di salên 2018an û 2019an de siza kiribûn ji ber rola wî di birêvebirin û temwîlkirina Koma Wagner de.

M Finans girêdaîyî kompanîya Konkord a Prigojîn e, ku lêkolîner wê gunehbar dikin ku wê alîkarîya lojistî daye Ajansa Lêkolînên Internêtê (IRA), ku artêşeke elektronî ya Rûsî ku navenda wê li St. Petersburg û tê gotin ku ji hêla Prigojîn ve tê fînanskirin.

Sizaya yekem ji hêla Wezareta Xezîneyê ya Amerîkî ve di sala 2018an de bû, IRA bi gurkirina kaos û gêreyên siyasî û civakî li seranserê cîhanê hatibû tawanbarkirin.

Sizayên Amerîkî yên nû sê kesayetên nêz ji Prigojîn ve armanc dikin: Dmitry Sytii, damezrênerê Lobaye Invest û karmendê berê yê IRA; Yevgeniy Khodotov, birêveberê Lobaye Invest; û Alexander Kuzin, karmendê Prigojîn ê li Komara Afrîqya Navîn kar dike.

Armanckirina hilbijartinên Amerîkî

Sizayên Amerîkî beşek in ji hewlên Waşintonê bo "zêdekirina hesabxwestinê ji rêxistinên hewalgirî yên hikûmeta Rûsî, di nav de FSB, ji ber çalakîyên wan ên ziyanê dighînin seqamgîrîyê, li gorî Wezareta Xezîneyê.

Wezareta Xezîneyê di Adara 2018an de FSB danî ser lîsta sizayan "ji ber çalakîyên wê yên ziyanê dighînin ewlehîya elektronî ya kesayet û pêgehan, di nav de armanckirina berpirsên Amerîkayê, ku vê yekê di berjewendîya hikûmeta Rûsî de pêk tînin".

Sizayên pêşî di Kanûna Yekem a sala 2016an de FSB armanc kirin piştî hewlên Kremlinê yên destêwerdanê di hilbijartinên Amerîkî de.

Waşinton roja 23yê Îlonê Okeanos, kompanîyeke teknolojî ku navenda wê li St. Petersburg e ligel sê karmendên ku bi FSB re hevkarîyê dikin danîn ser lîsta sizayan.

Herwiha kompanîya Optima Freight ya şehnê ya navenda wê li Finlandayê û xwedanê wê, Nikita Kovalevskij, hatin sizakirin, ji ber wan alîkarî da FSB bo xwe ji sizayên Amerîkayê vedizin.

Kovalevskij di heman demê de birêveberê sê kompanîyên şehnê yên navenda wan li Finlanda ye, ku ew kompanî bi heman tiştî tên tawanbarkirin, ev in navên wan: GCH Finland, Unicum Trade and ACEX.

"Nikita Kovalevskij, û kompanîya wî, Optima Freight, bi rêya planeke neyasayî, yasayên Amerîkî yên têkildarî hawirdekirinê bin pê kirin bo bidestanîna teknolojîyên Amerîkî yên deryavanî yên hestyar û kontrolkirî," Stacey R. Moy, endamekî Ofîsa Lêpirsînên Federal ên Amerîkî (FBI) ragihand.

"FBI pêbend e ku bi awayekî dijwar lêpirsînan bike û nehêle ku Rûsya bi dizî dest deyne ser dozîneweyên Amerîkî," wî got.

Amerîka dixwaze "ku hikûmeta Rûsî ji ber bikaranîna rêxistinên hewlagirî û pêxwasan were cezakirin, di nav de FSB, ji ber pêkanîna çalakîyên seqamgîrîyê têk didin, di nav de çalakîyê elektronî yên xerab û destêwerdana di hilbijartinan de," Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand.

Armanca Kremlin: saman in

"Yevgeniy Prigojîn toreke wî ya navdewletî ya alîgiran heye bo belavkirina çalakîyên siyasî û aborî yên têkder li seranserê cîhanê," Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Steven Mnuchin di daxuyanîyekê de ragihand.

"Dê Amerîka berdewam be di armanckirina Prigojîn de bo nehêle ku çalakîyan li ser asta cîhanê pêk bîne."

Koma Wagner -- Ku ew xwedan 800 heta 1,200 çete ye li gorî Encumena Ewlekarîyê ya NY -- ku ajandeya Putin li seranserê vîhasnê pêk tînin û Rûsya hertim vê yekê red dike.

Çeteyên wagnerê li çend welatan li seranserê cîhanê çalak in, di nav de Sûrîya, Sûdan, Venezwêla and Madexeşqer.

Wagner, bi hevahengî ligel artêşa Rûsî, roleke di şerê navxweyî yê li rojhilatê Ukranyayê de gerand û pir girîng bû di dagirkirina Mosko ji Krimya re di sala 2014an de.

Destêwerdanên Koma Wagnerê yên dawî ev in: hewlên têkdana seqamgîrîya Belarûsya berî hilbijartinên serokatîyê di destpêka Tebaxê de û bicihkirina çeteyan di şerê Lîbyayê de bo piştgirîkirina Xelîfa Hefter li dijî Hikûmeta Rêkeftina Niştîmanî ya NY wê nas dike.

Kuştargeha li Lîbyayê canê bi sedan çinî û bêhtir ji 200,000 kes bêwar kirin, ji dema ku hewla Hefter a dest deyne ser Trabulsê berî salekê dest pê kir, li gorî Rêxistina Koçberîya Navdewletî.

Piştevanîya Kremlinê bo serokê rejîma Sûrî Beşar Esed şopeke biêş ji herikîna xwînê li paş xwe hişt.

Behaneya Rûsyayê li welatan tevî Komara Afrîkaya Navîn jî armanc dike ku bigihîje çavkanîyên xwezayî yên giranbuha, ev jî ligel armancine din.

Bi piştevanîya wê ji Hefter re, Mosko armanc dike ku sûdê ji çavkanîyên vî welatê dewlemend bibîne û di pîşesazîya petrolê ya Lîbî de xwedî par be, ku tevî sûdên mezin ew hejmûnên ciyosîyasî jî pêşkêş dike.

Hinardeyên petrolê hema ew çavkanîya dahatên hemû dewletê ye, û Lîbya xwedî mezintirîn yedekên xam li Afrîkayê ye.

Mosko di heman demê de, lihevkirinine ku munaqeseke taybet di nav de ye îmze kirine -- ji wê çaxê de hatine hilawestin lê kompanîyên enerjîyê yên Rûsî bi rijd in ku wan çalak bikin -- da yedekên xaza deryayî li Sûrîyayê li Bloka 12an bi pêş bixin.

Di 2016an de bi tenê, Kremlinê girêbestine binesazîyê bi milyarek dolar û hinekê din jî wajû kirin. Di Kanûna Yekem a 2016an de, kompanîya Rûsî Evro Polis peymanek bi rejîmê re îmze kir da parastina bîrên petrolê bike li beramberî para 25% ya helbirînê.

Rûbirûbûna dijberên Putin

Tevî rola Prigojîn weke piştevanê Koma Wagner, ew RIA FAN an Ajansa Nûçeyan a Federal kontrol dike, BBC di Cotmeha borî de ragihand.

Propagandîstên Kermlinê navgînên ragihandinê bo belavkirina nûçeyên sexte û parçekirinê, û nebûna bawerîyê li Rûsya û deveyî wê bi kar anîn.

Herwiha Prigojîn jî rikberên serokê Rûsî kirin armanc.

Wî soz jî da ku rexnegirê payebilind ê li Kremlînê Alexei Navalny hilweşîne, yê bi xaza demaran a heyama Sovyêtê hatibû jehrkirin. Piştî mehekê li nexweşxaneyeke Berlînê ji ser hişê xwe ve çûbû, Navalny Sêşemê (22yê Îlonê) ji nexweşxaneyê hat derxistin. Bijîşk texmîn dikin ku ew ê bi temamî rehet bibe.

Ofîsa ragihandinê ya Konkord li ser zimanê Prigojîn di daxuyanîyekê li ser medyaya civakî de di 22yê Îlonê de ragihand ku ew bi niyet e biryara dadgehê ya Cotmeha borî pêk bîne. Hikum ji Navalny û hevalên wî dora 88 milyon rûbilên Rûsî (1.2 milyon dolar) dixwaze weke qerebû ji raporeke bidîmen re.

Sazîya Navalny, di lêpirsîneke vîdyoyî de, kompanîyek ku girêdayî Prigojîn e di raportine ragihandinê de bi nexweşîya zarokên dibistanan ji ber xwarina kafeteryayek xwedî kualîteyeke kêm tawanbar kir. Prigojîn mulkîyeta vê kompanîyê red dike.

Li ser zimanê Prigojîn hat gotin "ez dixwazim van xelkên bêwijdan ji cil û solên wan bikim".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500